Amed
Dadgeha Cezaya Giran a Amedê 3 sal cezaya hepsê da Midûrê Karên Nivîsaran û Xwediyê Rojanameya Azadiya Welatê yê berê Vedat Kurşun.
Ji Midûrê Karên Nivîsaran û Xwediyê Rojnameya Azadiya Welatê yê berê Vedat Kurşun ku bi 525 salan dihat darizandin, ji ber dozeke ku bi hinceta di rojnameyê de 'propagandaya rêxistinê kiriye' 3 sal cezaya hepsê lê hate birîn.
Heyeta 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bi hinceta 'Propagandaya rêxistinê kiriye' li gorî Xala 7/2'yan a Zagona bi Hejmara 7313 a TMK'yê 3 sal ceza da Kurşun.