Li Rojhilata Naverast her têkoşîn li ser têkbirinê heta îmhakirinê hatiye sazkirin, lihevkirin, hevudu qebûlkirin nebûye nêziktêdayîn û çand. Tirs ev e; heke ez reqîbê xwe ji holê ranekim bi awayek ew ê min ji holê rake!
Ev nêziktêdayîn me dibe rastiyên sotîner; em nikarin behsa ‘têkoşîn’ê bikin, xwîn, qetlîem, êş, trajedî dibin mijar. Em nikarin behsa ‘rexneyê’bikin, qebûlkirin, hişbûn, sûcdarkirin dibin mijar… Li ciyek wisa însan nikare behsa humanîzmayê jî bike.
Dixwazim di nava hewqas êş, jan û trajediyan de hêviyekê, îhtimala ronahiyekê der bibim ku belkî ev hêvî me ber bi demokrasiyê ve û pê re jî humanîzmayê ve bibe:
Trajediyên wekî Helebçeyê bûbûn sebeb însan ji derî “reqîbtiya desthilatdaran, îdeolojî û siyasetan” li “însan û êşên însan” binihêrin. Wijdanê însanan diêşiya.
Li Iraq û Sûrî jî her ku tevlîhevî û şer gur bû dengê dilê însanan bilind bû. Her çiqas di mesela koçberan de hêlên aborî û yên zînetî werin gengêşîn jî di eslê xwe de trajediyên koçberan û karesatên ji şer li her devera dinyayê merivan diêşînin ev jî li ser desthilatiyan dibe giraniyek derûnî.
Di pirsgirêka kurd de jî em dikarin bêjin însan naxwazin hêz û alî hevudu têk bibin, li benda lihevkirinê ne. Hêviya ku hêdî hêdî peyde dibe ev e. Bûyer û trajediyên tên jiyîn berî metirsiyên fikrî, olî û îdeolojîk hukum li însanan dikin.
Piştî bûyerên trajîk yên li Cizîrê jî em dibin şahid ku însan beriya fikir, siyaset û îdeolojiyan guh didin wijdanê xwe. Deng bi xwe dixin, dibêjin, bila tu kes nemire! Li hev bikin, dibêjin însan.
Geşedanên li dinyayê û li cografyayê çibin jî divê kurd û tirk û her wiha gelên din, çi rîsk hebin jî, tiştekî biceribînin, bi hev beled bin û li hev bikin, ev lihevkirin jî di heman demê de xwesteka demokrasiyê ye jî.
Edward Said destnîşan kiriye ku di navbera humanîzm û rexneyê de ben an jî pevgirêdanek neguher heye. Ya ku ji bo me dibe hêvî jî ev e; însan bi tenê ji hest, ji êşê an jî di mehneyek teng de ji ber wijdan deng bi xwe naxin, îtiraz têne kirin. Rexne têne derbirin. Lewre em behsa geşedanên humanîst jî dikin.


