Tirsa Xweşik
Di nivîsevaniyê de tirsek heye, çi tişta ji bo we muhîm e, bandor li we kiriye, hûn her wext dixwazin lê bikin bi derengî dikeve lewre hûn dixwazin wan tiştan bêhtir bedew û xweşik lêbikin, derbibin, her carî hûn dibêjin, hê wext heye! Hûn ditirsin wan li gorî bi qasî di dilê we de şîrîn in dernebin! Ev carnan hevalekî/e we ye, carnan bîranînên we ne, carnan jî cih û war in. Bi metirsiya xweşikderbirînê re belkî bandora hesûdiyê jî heye; hûn dixwazin bi tenê bêhtir wan hîs bikin!
* *
Hîtîtî
Mixabin navê berhema Selahattîn Mihotolî bi bîra min nayê; du roj ma li ber destên min, min berhem da hevalekî, wê piştî çend rojan bida min, pirtûk çû û me çi qas da dû jî bi dest neket.
Di pirtûkê de nivîskar têkiliya zimanê Hîtîtiyan û kurdî li ber çavan raxistibû. Dîsa ji alî folklorîk ve gelek mînak dabûn. Ji wê rojê de nûçe û nivîsên di derbarê Hîtîtiyan de bala min dikişînin. Di medya kurdî de min hê nivîsên di derbarê angaştên birêz Mihotolî de nedîtine.
Duh min di rojnameyan de xwend ku hê jî ne dîyar e bê çi bi Hîtîtîyan hatiye, an jî çawa dawî li wan hatiye. Helbet di derbarê wan de gelek tişt hatine aşkerekirin lê zanyar bi dû ketine bê piştî ew têk çûne çi bi wan hatiye.
**
Wateya Navê Arda
Çendek berê nasekî ji min pirsî bê wateya navê Arda çi ye?
Li ber maseyê karmendekî kurd hebû, bi riya herî kurt bersiv da wî: Ar, jixwe tu dizanî agir e, da jî daîn e, ango agir da!
Ken bi rûyê min ket. Kesê pirsî cardin ma li benda bersiva min. Min gotê, ez nizanim, ezê li ferhengan binihêrim, nebû ezê li ser înternetê lêbikolim.
Min li ferhengan nihêrî, cih negirtî ye. Fikir hat min ku dibe ku ne bi kurdî be. Bi dû re li ser înternetê min lêkolîn kir. Di qada sanal de ez haydar bûm ku bi tirkî jî tu agahî nîn in û gelek kes ji ber xwe ve agahiyên rastgele lêkirine. Heya min bersiva arkeologekî xwend. Arkeolog wiha nivîsîye: “Arda di zimanê Hîtîtî (Lûvî) de tê wateya ciyên bi kevir, an jî tê wateya robar.”** Referansên Wêjeya Me Çi Ne, Gere Çi Bin?Di edebiyata me de pirsa ku baş nehatiye gengêşîn ev pirs e; ev gengêşî wê hem rabirdûyê hem roja îro û hem jî ji bo pêşerojê me çi pîlan û proje hene li ber çavan rabixe.Dîsa wê têkiliya edebiyata me û edebiyata cîhanê, ciyê edebiyata me û taybetiyên edebiyata me li me zelal bike**
Çend Wêne:
Avahiyên li der û dora Vartoyê yên berî deh, bîst salan

Kereng û kerengper

Sala av kêm be li ser cihoyan, çiravan çêdibe.



