Berî kêliyekê min ji bo Dîyarnameyê nivîsa xwe lê dikir. Erdhejek biçûk çêbû. Diya min jî li cem min bû, ew her zivistanan tê cem min û havînan diçe welat. Bi saya wê tehma zimanê me bi nav jiyana me dikeve.
Wexta erd hejiya xofek bi diya min û bi min ket; diya min bi hewlek kêliyekê ji erdheja Vartoyê xilas bûbû. Em jî bi zêmar û çîrokên erdhejê re mezin bûn. Peyva erdhejê bandor li me vartoyiyan dike.
Min dev ji nivîsê berda. Diya min dest pê kir afata erdheja Vartoyê vegot; Ez çawa ji hembêza wê de pekiya me, di kendal de wer bûme, çawa kes bêçare bûne…
Kêliyekê haydar bûm ku dilîniyê ez zevt kirime. Di wê kêliya dilînî de pirsek dialiqî di hişê min de, gelo erdhejek mezin pêkbihata dê min çi daxwaz bikira? Çi axîn bima bi min re?!
1. Min silavek bigihanda hewayê da bibe ji edebiyata me re.
2. Romaneke min ji bo nirxandin û fikrên dostanî li ber destê Lal Laleş e. Navê romanê jî “Gîtara Bê Têl” e. Wê ew roman jî bima di dil de!
Mereqa nivîsa pêşî nekin; tiştek ecêb bû! Bêyî ji we veşêrim wê nivîsê jî lê dikim:
Hiqûq:
…………………………………………………………………………………………
Demokrasî(
…………………………………………………………………………………………..
Mantalîte!..
…………………………………………………………………………………………
Ziman…
…………………………………………………………………………………………..
Edebiyat?!;?:…
…………………………………………………………………………………………
Însan!
………………………………………………………………………………………….
Însan?
…………………………………………………………………………………………
Însan;
……………………………………………………………………………………….
Însan!..
……………………………………………………………………………………….
Însan(
………………………………………………………………………………………..
Însan?!?!?!?...
We çi jê fam kir? A, nivîs ev bû. De ka van ecêbiyan ji bîr bikin û wexta erdhej pêkhatiye gundiyên me li ser meytan zêmar gotine, kerem bikin çend gotinên zêmarekê bixwînin:
“Çi bû, çi cirya
Li Vartoyê erd hejiya
Koşk û sera wergeriyan
Bû nalînên van zeriyan
Bû zarînên van zaroyan
Dil û cîgerên dayikan heliyan.”


