Diyarname
Vê hefteyê 7 fîlm ketine vîzonê. Didu ji Tirkiyeyê ne. Ji van fîlman yek jê animasyon e. Fîlmê ku derdikeve pêş fîlmê "Some Rain Must Fall" e.
'Biraz Yagmur Yagmali'
Fîlmê derhêner Qiu Yang ê bi navê "Some Rain Must Fall" wekî "Biraz Yagmur Yagmali" li tirkî wergerandine û belav kirine. FîlMê ku Başka Sînemalar ew li Tirkiyeyê xiztiye vîzyonê çîroka jineke 40 salî tîne pêş ekranê. Cai ya ku pirsgirêkên wê ligel mêrên wê hene û di asta devjihevberdanê de ye, êdî ew nizane ew kî ye û dixwaze çi bike. Dema diçe maça basketbolê ya keça xwe temaşe bike, bi şaşî dibe sedem ku jinek extiyar birîndar bibe. Ev bûyera ji rêzê dibe sedem ku bi temamî jiyana w^ğe ji kontrolê derê. Di kêliya ku ew ber bi pêşerojeke nediyar e diçe de, bûyerên li paşerojê jî Dê ji nû ve xwe nişan bidir.
Di fîlmê ku Yu Aier, Di Shike, Xu Tianyi, Gu Tingxiu û Yibo Wei têde dilîzin de li Festîvala Fîlman a Berlinê di beşa "Rasthatin"an de hat nîşanrdayîn û Xelata Taybet a Juriyê girt
Va ne hemû fîlmên vê hefteyê:
- Trap / Derhêner M. Night Syyamalan
- Kill / Derhêner Nikhil Nagesh Bhat
- Some Rain Must Fall / Derhêner Qiu Yang
- Harold and the Purple Crayon / Derhêner Carlos Saldanhan
- Una Aventura Gigante / Derhêner Eduardo Schuldt / anîmasyon
- Velhan / Derhêner Anastasiia Budakva
- Enasar: Sirayet-i Cin / Derhêner Enes Hakan Tokyay


