Diyarname
Parlamenterê HDP'ê yê berê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan li Hewlêrê duh êvarê qeyrana dil derbas kir û wefat kir.
Ayhan di serdemên 24, 25 û 26’an de li ser navê HDP’ê wekî parlementer hat hilbijartin. Ev demek bû ji ber dozên lê hatibûn vekirin ji Tirkiyeyê çûbû Hewlêrê û li wir dijiya. Duh bi şev di necama qeyrana dil de wefat kir.
Ayhan di sala 1969'an de li Sêwrega Rihayê hatiye dinê. Dibistana seretayî û navîn il Sêwergê, lîse li Edeneyê xwendiye. Ayhan di sala 1994'an de ji Zanîngeha 100. Yil a Wanê ji Fakûlteya Zîraetê mezûn bûye û di sala 1997'an de li Rihayê dest bi mamostetî kiriye. Di navbera salên 1997-2007'an de rêveberî û serokatiya Şaxa Egîtîm Sena Rihayê kiriye ku ji ber ev xebatên wî yê sendîkayî ji bo Kastamonu hatiye sirgûnkirin. Di sala 2011'an de li ser navê BDP'ê ku wekî berendamên serbixwe ketibûn hilibjartin ji Rihayê hat hilbijartin. Ayhan di hilbijartinê 7'ê pûşperê û 1'ê sermaweza 2015'an de ji Rihayê li ser navê HDP'ê hat hilbijartin.
Îbrahîm Ayhan ligel Rêzan Ayhan zewicîbû û du zarokên wî hene.
Li gor gotina xanima wî Rêzan Ayhan dê cenazeyê wî bigirin û bînin li Rihayê defin bikin.