logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê
  2. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  3. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

Cîhan ROJ

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cîhan ROJ

Cîhan ROJ

Perde

  • Dîrok: 20/05/2006


 
Hûn jî wekî min gelek caran gotina, “Ziman çiqas şîrîn e” dibihîzin ne? Hûn jî bi îhtimalek mezin bi awayek mîna min bextewar in lê ji sedî sed  her kes ji min bêhtir bextewar e ji ber ku pirî caran hinek peyv dibin zebanî, dibin gûzan li ser rihê min, dibin gurê har bi canê min dikevin; hişk in, sar in, bêhna kufikê bi ser wan ketiye. Belkî neçariya zimanan a herî xedar ev rewş e; tu ziman nikare bêyî wan peyvan bijî jî (hîç nebe aniha)!

Belê belê sedem em însan in; me ew peyv bi nav  kirin bi kiryarên xwe, bi xezeba xwe, bi destê xwe..! Jê yek jî peyva ‘perde’ ye. Ev peyv çiqas tiştên genî, sergirtî, nuxamtî, dek û dolab, fen û fût, niyeta xerab, pîlanên veşarî heye bi bîr tîne. Berhemek çiqas bedew be jî wexta peyvên wanî vedihewîne (ji neçarî, bêyî wan jî berhem nayê nivisîn) hewrek tarî li ser peroşên min peyda dike.
 
Belkî ji aliyê meraqê ve fêde digihîne însan lê reş e. Ev rastî di şanoyê de xwe baş dide der; wexta perde dikeve navbera temaşevan û lîstikvanan hişê mirov bi texmîn û şiroveyan dikeve nav meraqekê. Pêre jî tebatî nakeve temaşevanan, bêhn li wan teng dibe. Ew kêliya bi raz helecanê jî bi dil dixe. Ji ber vê jî pirî caran perde li xweşiya însanan jî diçe!
 
Perdeya herî reş di navbera însan û feleka xayîn de ye. Di navbera devê însan û dilê însan de ye. Di navbera desthilatî û însanan de ye. Di navbera gotinê û rastiya jiyanê de ye. Aniha ji ber perdeya di navbera xwe û însan de siruşt bi hawar û zarîn e.
 
Di wêjeyê de jî ev rastî xwe dide der; piranî ev di hêmayan de xwe dide der; wexta bi peyvê zêde tê lîstin, xemleke teyîsok xwe dide der perde dikeve navbera xwendevan û berhemê. Dîsa metirsiyên rojane yên nivîskar pirî caran dibe sedem ku gelek kes hiş û dilê xwendevan bi awayek xapînok mis bide! Mixabiniyek e kesên perde di dest de di jiyanê de êşa herî kûr dikişînin; bê hay kesên wanî perde dikişînin navbera jiyanê û dilê xwe jî! Ew piştî demekê êdî her gotineke xwe wekî ayetekê dihesibînin û li ser textikê yezdaniyê ji xwe re li peyamberan digerin. Her ku di destpêkê de ji bo hilweşandina textikan bi ser rê dikevin jî di astekê de textik dibe perdeyek û çav û dilê wan radipêçe. Her ku ew bi pirsan dest pê dikin jî piştî demekê êdî ji pirsan direvin, ditirsin! Li vir gere bê destnîşan kirin ku kesên bi qasî asîman dilfireh wanî nekirine, çiqas perde li ber çavên wan ketiye perde çirandine, ew çiqas mezin bûne wan dilê xwe û nefsa xwe ew qas piçûk kirine.
 
Wexta peyva perde û textik bi bîra min tê peyva jeng bi min şîrîn dibe; bila jeng li textikan bide! Ne wanî be wê tu pêşketin pêk neyên. Hûn pirî caran ecêbmayî dimînin ji ber ku textik bi xwe re ‘bêqisûrtiyê’jî tîne êdî dewsa rexneyê de an jî xebatên analîtîk de, rastiyên wekî ez begem dikim an jî begem nakim xwe didin der.
 
Me divê ji bo bi xelet neyê fam kirin em bi bîr bixin ku hêmayên wekî miftene ne perde ne. Hêmayên wanî her tim deriyan vedikin. Derî li deriyê vedike û bi vî awayî tu deriyê dadayî nahêle. Ma ne deriyên dadayî jî dawiya dawî perde ne.
 
 

Hin Nivîsen Nivîskar

ŞIVERIYÊN RÊYA ELIMÎNAN

  • 16 Avrêl 2012

Li Îzmîrê H.Kovan, Meniko, Şems û Berfo her roja şemiyê tên ba hev, wekî sohbetên kafeyê, di derbarê babeteke edebî de digengêşin. Di du sohbetan de ez...

LI DÊRÊ, FEQIYÊ TEYRAN, BAHOL

  • 16 Rêbendan 2012

Her sê pirtûk ji hin hêlan ve xwedî taybetiyan in. Ji lewre* ji nirxandina pirtûkan madetir ez ê hewl bidim wan taybetiyên ku xwe di serê min de dane der dest nîşan...

Hêrsek evîndarî

  • 06 Berfanbar 2009

Di siyaset, civaknasî û zanistê de daliqandin wateyek xwe heye. Ez dixwazim şopa ku daliqandin li edebiyatê dihêle bi bîr bixim; li ku ew qewimîn pêk were dibe şopek û li...

Hemû Nivîsen Cîhan ROJ

Cîhan ROJ kî ye?

Cîhan Roj, di sala 1965'an de, (di qeyda fermî de 1964) li gundê Înaqa Gimgimê ji dayik bûye. Dibistana seretayî li gund, ya navîn û lîse li Gimgimê xwendiye. Despêka bi kurmancînivîsana wî 1993 ye. Di heman salê de helbest û çîrokên wî têne weşandin. Di salên du hezarî de ew hinek termên matematîgê diafirîne û ji Enstituyê re bi rê dike. Ew xebat di sala 2006'an de di Azadiya Welat de tê weşandin. Nivîskar ji sala 1993'yan heya sala 1997 an li Mêrdînê, li sendîkaya kedkarên qada perwerdehiyê, wekî sekreterê perwerdehiyê rêveberî dike. Di sala 2001'ê de, bi pêşniyara wî, li Îzmîrê, ‘Konferansa Nivîskaran’ tê lidarxisitin. Li dû konferansê, ew qerar digire û bi tenê bi edebiyatê re mijûl dibe. Dîwana wî ya ewil “Ratîka” di sala 2002'yan de çap bûye. Di gelek malper, rojname û kovaran de, nivîsên wî hatine weşandin. Romana wî “Perde” bi navê “Mahrum” bi tirkî derketiye. Bi tevî pirtûkek di derheqê Cîgerxwîn de hatiye weşandin, di pirtûka bi navê “Kawayê Min” de û di pirtûka kurteçîrokan a ji hêla Şaredariya Amedê ve hatiye çapkirin de ew jî yek ji nivîskaran bû.
Heya niha gelek pirtûkên wî ên helbestê, çîrok û romanên wî hatine weşandin. Dosya helbestan a nû  "Asê", romana wî a nû “7 AV 7 Agir 7 Derî” bi tevî hemî berhemên wî wê heya payîza 2023'yan ji nav weşanên Peywendê werin weşandin. 
Cîhan Roj hê jî bi romanûsiyê re mijûl e.

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

22 adar: Bajar bi bajar cihên Newroz lê hat pîrozkirin

ad

Ji dinyayê du nûçeyên hilbijartinan ên derketine pêş

ad

Rojek li gundê Heciyê Cindî Yemençayirê

ad

Pêşniyara îro: Belgefîlmê Keleha Zêrzevan

ad

Diyarbekir û Mûş Menderes jî bi ser ketin

ad

'Festîvala Fîlman a Kîjan Mafên Mirovan?' tê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

  • 25 10 2026
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname