Piştî ku mirov ji afirînerê xwe ji Xweda bi gazinc bin, dê çawa û çilo ji hev du ne bi gilî û gazinc bin?
Gazinc cur bi cur in, gazinok jî…
Hinin ji tiştekî bi gazinc in, hinek ji her tiştî û ji her kesî..
Lê hinekan jî gazinin di cih de kirine/dikin.
Kalê min Ehmedê Xanî yek ji wan kesan e. Di wextê xwe de ji rewşa heyî bi gazinc e ku van ristan li dû xwe dihêle:
……………………………
Ger dê hebûya me jî xwedanek
Alîkeremek, latîfedanek
İlm û huner û kemal û îzan
Şê’r û xezel û kîtab û dîwan
Ev cins bibûya li bawî mamûl
Ev neqd-î biba li nik vî meqbûl
………………………………
Xwedê kesekî bêxwedî û bêxwedan nehêle.
Û jixwe, bavê bavên Xanî jî gotinê, ‘ez bi te, tu bi min; em tev bi Xwedê’!
Çîroka yê ku derbê li zikê xwe dixwe, lê di her derbxwarinê de dibêje ‘ay pişta min’ we bihîstiye!
Di civateke ku ‘pêkarîn’ wekî mafeke rewa bi cih bûbe de û peyva zorê, zora dadê biribe de, hinek rabûne û gotine, ‘meriv bê Xwedê dibe, bêxwedî nabe’!
Ji vê şîretê ye gelo, li der li hundir, her kes ji xwe re li ‘xwediyekî’, li ‘piştekê’ li ‘der û dorekê’ li ‘stargehekê’ digere?
Di vê lêgerînê de gelek kes li derve; ‘veder’, ‘dûrî qesrê’, ne li ber ‘siya desthilatê’ li ‘ortê’ mane!
Lêgerîna li ‘xwediyekî’gelek caran bi biservebûnê bi encam bûbe jî, pirî caran bûye sedema wî kesê ku di geşt û guzariya lêgerînê de piştî demekê vegere ‘sêwîxaneya’ xwe, û vêya bibêje di ber xwe de:
- Mala pîrê xweştir e ji mala mîrê!
Mîr jî neman, beg û axayên berê jî…
Digel ku nemane, dîsa jî li vir- ez bibêjim dia, hûn bibêjin nifir- gotineke pêşiyan bi bîra we bixim, gotine: ‘Xwedê deriyê mezin biçûk, yê biçûk mezin neke’!
Di van sih salên ku li tevî zinarên çiyê; dar û daristan, gund û gundistan ser û bino bûn de hinekên ‘derî neyî’ bûn xwediyê qesr û qonax û qerwaşan…
Berevajî vêya jî; hinên ku deriyê wan du bask bûn, mala wan bi xulam û peya û bi mêvan bûn, û bê serdan nediman; ‘derîkê wan bi ser wan de hate girtin’!
Mînak pir û pir in.
Hebekî bihizirin, piçekî biponijin…hûnê bi bîr bînin bê kî ne kî windabûne ji ber çavên we û bi ku ve teriqîne!
Me bi gazinan dest pê kir, em di ku re derketin?
Lê, qet nebe digel bêderfetiyan birek tiştan hefsarê nivîsê di destê min de ye.
Û min dil heye piştî vê pêdeçûnê dagerim ser gilîkarî û gazinokiyê:
Ez jî bi gazinc im û ilim niha hinek gazinan ji min jî dikin.
Jixwe birayekî min ê li dûr bi enameyekê gazinc ji min kiriye, piştî ku nivîsa ‘YXK û Pêşbaziya Huseyîn Çelebî’* xwendiye.
Çi gotiye?
Çi gotibe jî bi zimanekî ‘zarbira’ derbiriye kekê dil.**
Kekê dil, ezbeniyo, bawer bike dizanim ku Huseyîn Çelebî ji malbatek dêrsimî ye, li Almanyayê ji dayika xwe bûye, mimkûn e ku bi kurdî nizanibe… û, pê dizanim; piştî ku ji hepsê hatiye berdan li tevî PKK’ê bûye û di sala 1992’yan de di şerê birakujiyê de li Başûr bi destê birayekî xwe hatiye kuştin…
Kî nizanibe tu nêzedostê min dizanî ku ez ne layangirê peydakirina kêşe û arîşeyan im…û di heman demê de hevalbendê kûrkirin û gurkirina nakokî û newekheviyan...
Hinek ‘cenab’- ku tu ne ji wan î; ji ber ku tu ya xwe rasterast dibêjî û dinivîsî-nakokiyên di navbera hêzên siyasî de dikarin bikin/dikin ‘pêxwarina’ xwe.
Lê… ez?
Lê tu?
Erê, gotine, ‘kesek nabêje mastê min tirş e’
Bawer bike ku tirş be, ezê bibêjim tirş e.
Û di wê nivîsa ku kiriye dilê te ji min bimîne de, ne wesfê kesekî/kesinan;
yê liv û lebateke edebî heye.
Û tikayek:
Ji kerema xwe careke din li wê nivîsê vegere.
Bi silavên ji milkê dil re…
*Arjen Arî, YXK û Pêşbaziya Huseyîn Çelebî, Diyarname
**Yeqîn, min ji te deyn kir.
08/11/08


