Amed
Demek berê kesekî bi armanca ku li hemberî Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemir sûîqastê pêk bîne hatibû Amedê û dûre hatibû girtin. Niha bi biryara Walîtiya Amedê ji bo parastina Baydemir, polîsên parêzvan hatin peywirdarkirin.
Piştî ku suîqast derketibû holê walîtî xwestibû ku parêzvanan bide Baydemîr lê Baydemîr ev daxwaz red kiribû. Her çiqas Baydemir daxwaza parêzvanan red kirbe jî Walîtiyê ferman da Şaxa Parêzvaniyê ya Midûriyeta Ewlehiyê ku Baydemîrî biparêzin. Li gor ku hate ragihandin hefteya pêşiya me du polîs wê Baydemîrî biparêzin.