Diyarname
Tûrnûvaya Fûtbolê ya Konfederasyonê ku FIFA li dar dixe didome. Îro du maç hebûn ku her du jî yên Koma A bûn.
Di Koma A de Rusya û Portekîz hatin hemberî hev. Meksîka û Zelandaya Nû hatin hemberî hev. Meksîkayê Zelandaya Nû bi 2-1 2-1 têk bir. Portekîzê jî Rusya bi 1-0 têk bir. Di dawiya maçên diduyan ên Koma A de niha Meksîka û Portekîz xwedî 4 pûanan, Rusya xwedî 3 pûanan e. 24'ê mehê ji van her sê tîman dê yek ji komê derkeve. Zelandaya Nû tu pûanên wê nîn in û xatir ji tûrnûvayê xwest. Maça dawî dê ji bo Zelandaya Nû bibe maça prestîjê.
Maçên duyemîn ên Koma B sibê dê bêne lîstin.
Li Tirkiyeyê TRT maçan diweşîne.
Nûçeya eleqedar: