Diyarname
13'emîn Festîvala Fîlmên Karkeran li Stenbol, Amed, Enqere û Îzmîr di heman demê de dest pê kir. Di festîvala ku bi dehan fîlm, belgefilm û kurtefîlm lê tene nîşandayîn de heta 7'ê mehê dê bidome.
Fîlmên di festîvalê de têne nîşandayîn bê pere têne nîşandayîn. Her wiha hin gotûbêj û panel jî hene. Yek ji wan jî roja 7'ê mehê li Aynali Geçît a Beyogluya STenbolê li dar dikeve. Panel ji aliyê Sendîkaya Lîstikvanan li dar dikeve û Taner Rumeli moderatoriya wan dike. Di vê panela bi navê "Li Tirkiyeyê wekî karkerek lîstikvanî" de dê Sermet Yeşil, Tilbe Saran, Mehmet Onat Ozturk û Firat Taniş wekî axifger beşdar bibin.
Ji bo agahiyên berfirehtir:
http://www.iff.org.tr/