Ger hêviyên me î sitewr bi hisreta berheman
Di nava mija bi havên de çurisîn li lûtkeyên darîstanên me
Û gezoyê pelên darên mazî biriqandin di berbangên me î gewr de
Ez zanim wê lê bide dilê me bi halanên ji birînên sor û hildayî
Ez zanim wê qêrîna mizgîniyê bi me din başokeyên bi bê dilîzin
Ger hat û li me hesilî bihar
Û nebatan rehên xwe di nava axa bi dilopên jiyanê avdayî de
Bi cîh kirin û bilind bûn simbilên genimên me
Ez zanim wê çi kulîlkên xweşik rûbidin
li zozanên me î di nava gihayê şîn û zer de mayî
Ger hat û xunavên nîsanê serûber li me bariyan
Û li ser tahtan hinetaçkên xwe çêkirin kêzik û mûriyan
Çivîkan bi lîrandina bilbilên nû bi firê ketine lorîkên xwe şîrqiyan
şahrên xwe rengo rengo kirin nukulsorên kewên gozel
û xwendin bi qebeqeb helbestên me
Ez zanim wê demê wê bedenên me bi xwîna biharê re biricifin
û bihingivin ji deryayên eşqê çav û lêvên me
Ger hat û qut bû ji guhên me
Dengê mitralyozan û minetên axayên simbêlbadayî
Û dîlanên me ji bo evîndaran xelek xelek geriyan li gorepanên me
Ez zanim wê ken û bişirîn deynin navên xwe qîz û xortên nûhatî
Ez zanim wê berxik û karik bibanin
û sorgulî mezin bibin
Wê bi kêf bi holîkên xwe bilîzin zarokên me î li dora argûnên dayikên xwe
Ger hat û heliya berfên serê Agiriyên me î qor bi qor li pey hev
bû lehî û xwe bera nava best û newal û geliyên me dan
Û tije kirin kanî, avzêmk û rûbarên me
Pêl bi pêl geryan çêkirin li ser gol û deryayên dilê cegerxwînên me
Ger kêf û şahî li dar ket li nava gor û gorîstanên me î gewre
Û ji xwe re li çepikan xistin, destmalên sipî kilkirin miriyên me
Ez zanim wê çi bibe di nava gola çembera hêsirên me de
Ez zanim wê mirovahî lêborîneke derengmayî bixwaze
Ji bo aştiyeke derengmayî li ser vê axê.
(Payîz 2008 Mêrdîn)