ŞIRNEX
Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Mirovan a Meclisa Tirkiyeyê ji bo bûyera ku li gundê Roboskiyê lêkolînê bike roja 5'ê mehê serê sibê çû gundê Bêcûhê ya Qilabanê.
Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a meclisê ji bo komkujiya Gundê Roboskiyê lêkolîn bikin hatin gundê Bêcuha navça Qilebana Şirnexê. Heyeta ku ji Serokê Komîsyonê û parlamenterê AKP'ê yê Sakaryayê Ayhan Sefer Ustun, Parlamenterê BDP'ê yê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu, endamên komîsyonê yên AKP, CHP, MHP'ê û sermufetîşê mulkiyê pêk dihat serê sibê bi helîkopterekê hat qada komkujiyê; destpêkê bi riya hewayî lêkolîn kir û paşê jî çû Fermandariya Tugaya Bêcuhê.
Heyet piştre bi wesayîtan çû mala Sadik Alma yê ku di komkujiyê de kurê wî hatiye kuştin. Welatiyan diyar kirin ku heke bûyer neyê ronî kirin hatina wan bê wate ye.
Serokê Komîsyonê Ayhan Sefer Ustun bi welatiyên ku di destê wan de daxwaznameyên ku bûyer neyê zelalkirin ew tazmînatan nagirin hene re axivî û diyar kir ku ew ji bo bûyerê zelal bikin hatin û dê li Qilabanê lêkolîneke berfireh bikin.
Ustun got ku sedema hatina wan ew e ku bûyerê bibin meclisê û xebatên wan bi vê yekê bisînor namînin. Ustun, da zanîn ku malbata dixwaze dikare bê meclisê û bi komîsyonê re hevdîtin bike.
Hanim Encu (Xwişka Serhat Encuyê ku di komkujiyê de hatibû kuştin) di hevdîtinê de got; "Me tu encam ji hevdîtinê negirtin. Endamên komîsyonê ji bo ku kujerê zarokên me Erdogan biparêzin hatine gund. Ger di nava 10 rojan de kujeran dernexînin holê, em jî dê malên xwe bişewitînin û derbasî Başûrê Kurdistanê bibin. Kujerê vê bûyerê Erdogan e. Tên vir û pesnê Erdogan didin. Em pereyê xwînê naxwazin. Em dixwazin ku dad bê cih. Ger dad tune be, em ê lê bidin û biçin başûrê Kurdistanê. Birayê min 3 saet û nîvan bi awayeke birîndar li cihê bûyerê maye. Ger ambulans hatiba dê birayê min nemiriba."
Serokê Komîsyonê Ayhan Sefer Ustun piştî hevdîtina bi malbatan re daxuyanî da û got; "Bûyer em hemû xemgîn kirin. Armanca me ya hatina vê derê ronîkirina bûyerê ye. Em der heqê bûyerê de hem ji dozgeriya komarê ya Qilabanê û hem jî ji dozgeriya bi rayeya taybet a Amedê agahî berhev dikin. Di çarçoveya van agahiyan de em ê daxuyanî bidin."
Li ser pirsa rojnamegeran a wekî; 'malbat dibêjin ger kujer neyên dîtin em ê derbasî Herêma Federal a Kurdistanê bidin, hûn di vê mijarê de çi dibêjin?' Ustun wiha axivî: "Ji ber ku bûyer hê nû ye ev gotin jî asayî ne. Me di mijara ronîkirina bûyerê de garantî da malbatan."
***
Nûçeyên eleqedar:
- Mehek derbas bû, hê gavek pêş ve neçûye
- AKP û MHP'ê nexwest Roboskî bê lêkolînkirin
- Piştî meheke dê meclis here Uludereyê
- Qeymeqamê Helebçeyê komkujiya Roboskiyê şermezar kir
- 715 saziyên sivîl: Her bombeyek cûdakariyekê tîne
- 'Ji bo ala ser tabûtan min tiştek wisa negot'
- Komeleya Nivîskaran: Divê berpirsên bûyerê bên darizandin û ji kar bên dûrxistin
- 'Çiller nekarî hûnê jî nikaribin berxwedana kurdan têk bibin'
- 30 hezar kesî 35 kes veşartin
- ÎHD û Mazlûmder: Bûyer înfazeke
- Haci Encu ku ji bûyerê sax filitî qala bûyerê kir
- Gotinên li ser komkujiya Roboskiyê
- Selahattin Demirtaş: Komkujiyekî din li dîroka Tirkiyeyê hate zêdekirin
- Demîrtaş: Rabin bûyerê nalet bikin- Navên kesên ku hatine kuştin
- Balafiran gundî dan ber bombeyan: 35 kes kuştin