Ger ku tu rast bî ey Descartes, naxwe ez nîn im.
Ma te ne bi zimên ramanwerbûyîna xwe û bi vê ramanwerbûyîna xwe hebûna xwe peyitandibû û wiha gotibû: Cogîto ergo sum (diramim naxwe ez heme)
Ji ber ku bê ziman im, nikarim biramim. Bê ziman im naxwe ez nîn im, ne!?
Lê ez heme jî Descarteso, ez heme.
Di gerdûna heyînan de ez jî heme.
Hooo Arîsto! Çar sedemên te j bo min jî ne derbasdar in qey!? Te jî çar sedemên ku heyînê pêk tînin bi zimanê xwe têgihîştibû û vegotibû ne?
A rast xwedayek min jî heye û dirûvek min jî û ez jî ji bûjenekê hatime pê û helbet armancek min jî heye.
Lê bê ziman im ax Arîsto! Ê bê ziman bê raman e jî ne? Û ji bo wê jî nikare he bibe ne?
Gelo ez heme? Heyîna min ji kîjan heyînê ye? Ji heyîna kêvir e yan ji heyîna darê yan ji heyîna tiştekî din?
Heyîna min ji heyîna mirov e lê nikarim biramim, nikarim. Loma bê ziman im. Ji ber ku bê ziman im bi tu zimanên din jî nagihim.
Nizanim çi ye ''arkhe''.
Mirov çawa ''zanîn''ê bi dest dixe, nizanim.
Tiştê ''baş'' çi ye nizanim.
''Xweşikahî'' çi ye nizanim.
''Evîn'' çi ye nizanim.
Bi tu tiştî nizanim.
Nizanim ne heme ne tune me.
Loma bê ziman im û Ji bo vê jî nizanim ka gelo dikarim biramim an nikarim.
Ji bo ku nizanim ka bê dikarim biramim an nikarim biramim, nizanim ne heme ne jî tune me.
Hûn çi dibêjin Arîsto û Descartes, gelo ez heme an na!?


