logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya
news-details

Bi çavê sisiyan NEWROZ

  • Dîrok: 22/03/2017
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

FÊRGÎN MELÎK AYKOÇ

Bi salan e ku em çîrok û peyamên Newrozê dibîhîsin. Carna bi nûansên stûr û berz, carna jî sererast û nerm. Di nava van çîrok û peyaman de teqez du rastiyên girîng hene. Yek; Newrozê bi sê niftên beden û giyana Mazlûm Dogan gihand tîrêjên rojê re wateyeke neteweyî wergirt. Ya duyem jî her Newroz bû pêngavên ji nû ve vejînê, geşedanê û raperînê. Rastiyên din hinek cuda ne. Di nava gulmistên gengeşiyan de hêviya lêkolîn û gera rastiyê diteyisîne.

1 - Newroz ji cejnên Rojhilata Navîn bi taybetî Mezopotamya – navend Kurdistanê, cejna herî kevn e. Ne tenê 2629 sal, hetanê 5000-6000 salan ber bi kurahiya dîrokê ve diçe. Em baş dizanin, di baweriya gelên Mezopotamya de tê bawerkirin ku Xwedê hemû zindî di meha Newrozê (Adarê) de afirandine. Meha Newrozê (Adarê) ji 21 Adara mîladî dest pê dike, hetanî şazdehê meha Nîsanê yanê Çarşemiya Sor dikudîne. Ango meha Newrozê 26-28 rojan dikudîne. Ev 26 roj rojên afirandin û ji nû ve vejîna zindiyên xwezayê ne. Ostern (zadika hesarê) jî bi vê vejînê re têkildar e û ti têkiliya xwe bi baweriya Xiristiyaniyê re tune.

2 - Ev çawa dibe. Yek; pergala salnameya kurdan (gelê Mezopotamya) û yên Xiristiyan, Îslaman ji hev cuda ne. Di salnameya me de destpêka salê roja Newrozê, ango 21´ê Adarê ye. Ev roj di heman demê de destpêka meha Newrozê (Adarê) ye jî. 

Di nava gelê me de û her wiha di dîroka kurdan de du çileyên zivistanê hene. Çileya yekem li gor salnameya mîladî yekê Çile (01.01. ...) yanê roja sersala mîladî destpêdike, hetanî dehê sibata mîladî diçe. Çileya duyam jî ji dehê sibata mîladî destpêdike û hetanî 21 Adara mîladî dikudîne. Roja 21´ê Adarê, ango roja Newrozê jî meha Newrozê (Adarê) dest pê dike. Meha Newrozê roja Çarşemiya Sor diqede. Ev her du roj jî ango destpêk û encama meha Newrozê di nava kurdan de rojên herî pîroz in û bi baweriyeke bi kelecan tên pîrozkirin.

3 - Dema mirov bi çavê sêyemîn û rexnegirî li çîroka Newrozê ya tê zanîn dinêre, dibîne ku hin dek û dolabên Sasanî û bêwijdaniya qelema Firdewsî tê de veşartî ne. Mixabin ku me kurdan jî ew belovajîkirin bê lênêrîneke rexneyî wisa wergirtiye, em jî behsa Azlî Dehaq û Ferîdûn dikin. Wer xuyaye Firdewsî qiralê Sasaniyan Kîros (yê ku împaratoriya Medan ruxand) wekî Ferîdûn û Asgiyag (padîşahê Medan ku ji hêla dê ve kalikê Kîros e, wekî Azlî Dehak nîşan daye, Dibe Harpagosê xiyanet li Astiyag kirî jî wekî Kawa hatibe destnîşankirin. Di dema Darîyus de xwerû di vê beşa dîrokî ya li ser padîşahê ku bûye alîkarê Zerdeşt de hin belovajîkirin, hatine pêkanîn. 

Lê rastî tiştek din e.

Dema mirov li jiyan û dema jiyana Zerdeşt dinêre, dibîne ku padîşahekî bi navê Vistespa jê re bûye alîkar û bi alîkariya wî baweriya Zerdeştî di nava gel de belav bûye. Di ronahiya rastiya bawerî û ananeyên îro di nava gelan de dijî, bi taybet jî û lêkolîna zanistî (li lêkolîna Azîzê Cewo ya di Amîda Kurd de bn.) tenê yek padîşahekî wê demê li gorî venivisandina Avestayê heye, ew jî padîşahê Medan Astiyag e. Lew re di wê demê de yê xwedanê karekter û hespan tenê bû.

Wekî encam: Ev baweriya Newrozê pir kevn e, heta ji baweriya Zerdeştî jî kevntir e. Çawa serkarên tirk, ereb û fars ên vê roja me rastiyên dirokê belovajî kirine, li gor berjewendiyên xwe hin derew li hev anîne û firotine me, di demên berê de jî ev hatiye kirin. Bi taybetî jî pîştî Sasanî dewleta Medan dirûxînin, hemû aliyên wan ên baş ji xwe re dikin mal û hemû xirabiyan, xwerû jî bêbextiyên xwe jî wekî toqeke gunehkariyê û tewanekê dikin stûye Medan. Ev jî di nava qirêjiya belovajîkirina dîrokê de gihîştiye dema me. Lê divê ev bê gotin; bi çalakiya Mazlûm Dogan, reng û wateya Newrozê guheriye, hemû belovajîkirin di siya xwe de hiştine û bûye wekî motoreke berzkirina hest û raperîna neteweyî.

Bi vê boneyê ez cejna gelê me pîroz dikim.


balani51@gmxl.de

22.03.2017, Yenî Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Tîmên wê herin Îngilistanê diyar bûn

ad

DTP'ê bûyerên Newrozê bir meclisê

ad

Rojnameger Seyît Evran mir

ad

Du nivîskarên kurd ji weşanxaneyên xwe veqetiyan

ad

20 saliya nivîskariyê: Min şîpa xwe danî

ad

Li Tirkiyeyê maçên Lîga Super kirin bê şifre, çima?

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname