Pêşiyan gotine: "Bipirse ji xortê geriyayî û ji kalê zemanan." Ji dil jî hinekî wilo ye. Ger, we bivê nevê we fêrî tiştinan dike. We diguhere, her kêlî tiştekî li we zêde dike, eger hûn ehil bin yan jî na ev pir caran jî zêde ne girîng e. Ew xwe di we de bi cî dike. Geryan, pir derî û pencereyên dadayî li ber mirov vedike. Asoyên nû bi mirov dide peydakirin. Dike ku mirov bi çavekî dî, bi çavdêriyeke dîtir li dinyayê binêre.
Veca muzîkjenî jî bi navekî dî gerokî ye. Karekî wilo ye ku li zemanên cihê, pir bûjên û dîmen û alav, pir rû û sîma û mirov, pir cî û war û bajar û welatên nû û cihêreng diyarî pîstik û albuma we dike. Kêlî bi kêlî hûn pêrgî tiştin dî dibin; kêlî bi kêlî hûn tiştin ku ji we ve biyan û nenas in dinasin û bi wan re hûn pêwendiyeke germ î mirovane durist dikin. Yanê we çilo divê wilo! Eger we bivê ev gerokî nîgaşa we, xeyala we, hilberîn û dahênana we, pîstika we ya peyv û biwêjan, albuma we ya can û heyecanan xwedî dike; û pir tiştên dîtir..! Vê heyvê ji sedem konser, şev û şahiyan min pir derfet çêbûn ku bigerim. Erê belkî pir betilîm, mejî çelq bû car caran, car caran ez bê bask bi firê ketim, belkî car caran bêpayan sînor li ber kêf û heyecana min a zarokane belengaz û bêwate man, lê axir têr geriyam; li Dêrsimê, Mêrdînê, Osmaniyeyê û hwd.
Lê û bi ser de jî belê, min dil heye ku çêlî bûyereke ji bo min û belkî ji bo we jî balkêş bikim; di newroza 2001'ê de, ji bo ku em beşdariyê li şahiya newrozê bikin, wê demê bi navê Koma Hemdem em çûne Romanya û Bûlgarîstanê.
Ewilî li paytexta Romanyayê Bukreşê em tevlî programekê bibûna û bi dû re em ê derbasî Sofyayê bibûna. Wekî a niha li bala min e, 25'ê adarê roja yekşemê bû. Li Şanogeheke mezin î sergirtî, katjimêr li derdora 19:30'an bernameyê dest pê kir. Vekirina bernameyê, axaftina li ser wateya rojê, komeke govendê ya Komeleya Kurdan Li Romanyayê û hunermendeke Romen derketin ser dikê û pişt re jî em derketin.
Elqise piştî çenda stranan, min strana Lê Sebrê* stra. Nizanim çilo çavên min pê ket, lê pêketina ku pê ket min hew nêrî keçeke ku temen li derdor 14-15'an ziq li min dinêre û digirî, lê giriyekî hinekî biyan bû ew girî!.. Ji wextekê bi şûnde nedigiriya êdî, lê hema hema em saetekê li ser dikê man, ew giriyê wê her kêlî ma di bala min de. Min dikir nedikir pirsa "gelo çima giriya?" bela xwe ji min venedikir. Em nas in ji girî ve wekî gel û netewe. Her wiha car caran jî em delingê xwe li sînoran hil dikin û çermê wan ji serê wan dişeqitînin!
Piştî ku programa me bi dawî bû, min ser û sikûmê xwe guherî û ez çûme derve da cixareyekê vexwim. Çend kêlîkan bi şûnde, min dî ew keç bi çend kesan ve ber bi min ve tê. Çer ku hat xwe bêvirdewêde avête stuyê min û careke dîtir dest bi girî kir. Ê helbet di rewşeke wilo de min nezane çi bikim, çi bêjim. Keçik hinekî wiha ma. Û pişt re bêyî ku tiştekî bixwaze an bibêje, paşê xwe da min û çû. Ez şaşwaztir mam, mam heyirî. Haha çû, min dî wa ye zilamekî navsere daye dû xwe û tê. Zilam û ew gihane ba min, me li hev pirsî bi xweş û bêş. Paşê min jê pirsî û wê jî çêlî sebeba giriyê xwe kir.
Kêm û zêde wiha bûn tiştên ku gotî: "Nizam çima lê hîsa wê stranê -Lê Sebrê- tiştekî dîtir bû. Ne wekî ya stranên dî bû. Ji min re pir pir xerîb hat, lê ew qasî jî nas hat. Wekî ez berê kêm bûm, bi wê, bi guhdarîkirina wê temam bûm. Yanê tevlihev im, zor e, nikarim baş xwe derbibim. Ligel ku min fêm nekir gotinên vê stranê têne çi wateyê jî, herhal straneke ku heta niha ew çend bandor li min kirî tune û difikirim nayê bîra min jî.. Yanê niha çi bêjim têrî vegotina tişta ku jiyam nake..."
Belê Florîna wê çaxê kêm û zêde wilo got. A rast car caran mirov qels dimîne ji bo ku tiştinan vebêje. Dest kin dimîne. Lê car caran jî peyv qels dimîne û tu çi dibêjî bibêje, kîjan peyvê bi kîjan zîrekî û şarezabûnê bikartînî bîne berhewa ye, nayê a dil bi zar ve nayê..
* Lê Sebrê: straneke M Şêxo ye.


