logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin
  2. Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin
  3. Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin
  4. Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne
  5. Ji 1930 heta niha yên kûpa birine mala xwe

yeqîn h.

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
yeqîn h.

yeqîn h.

Silavek, Serencamek û Agahdariyek

  • Dîrok: 20/01/2021
Silaveke xweşik li we yên rih û xwebûn kurd ê kurmanc, li we yên zimanperest, kurdîparêz, li we yên ku zimên ew mijandine û we jî her ziman hefidandiye, pak kiriye ji xubara zextan û zemên axir...
 Ev serê wextekê ye ku bi eşq û heweseke têrkurmanciyane, bi hewla wergerandina helbestên ji fransî li kurmancî tev radibim;
terapiyeke ne îş zexm, xweş û bi fêde ye “nayê gotinê galegalê”!
Berê, ango hinga ku li welêt bûm jî hey ev êlma min hebû. Û tevî ku ji ber hin keleman negiha encamekê jî min hin tişt wergerandin.
Vêca ku bûm derketî, ku ji welêt hatim vir, ro bi ro min bêtir xwest ku vê hatinê ji xwe û zimanê xwe re veguherim havilekê. Lew jî bala min her lê bû ku ji fransî tiştinan veguhezim kurmancî.
Sala bertir jî axir guhê min li ser vê mijarê bel û çavên min lê miç bûn, lê sala çûyî, ango Sala Koronayê ya ku ji bo tevî dinyayê hê jî axûziyek e, fransiya min kemilîtir bû û bi dan û stendin û meraq, min vir de wê de gelek navên ku ji piraniya me xwendeyên kurmancî ve xalî ne nas kirin, wekî Cesar Vallejo, Maurice Chappaz, Blaise Cendrars, Monique Laederach û hwd.. û tibabek (ava helbestê û ya reqaman di yek coyê de naherikin, lema jî reqam ne hewce ne!) helbestên wan li kurmancî wergerandin û wiha jî lê berdewam im; ez ê bikudînim!..
Zanim, hê li destpêka medeke dawîlêdûr im, û zanim hê tibabek rê li ber min e (divê mere bi xwe zanibe, -qe nebe ez!) û jixwe şorbe jî li bendî min sar nebûye/nabe!
Divê ez bêjim ku berhemên wergeriyayî jî hêdî hêdî digivirin, berceste dibin û heta hin jê xwe êdî li min û wêdetirê jî radikşînin, lê axir hêdî hêdî.. û sebr sebr sebr!
Seba ya hê çêtir û xastir, sebr divê... Ez û ew, ew ên ku wergeriyane û wêdetirê li min ferz dikin jî, em ê hev aş bikin, -bi vê jî zanim!
Ji bo min ya herî bihaviltir ev e:
Birra birra jî ev yek tecrubeyeke nebîna ye, hêja ye, bêpayan e... Û ya binirxtir jî ev lebikîn di ber riya kurman”ciya” min a xas bi xwe de ye.
Lema jî ev yek sedbare xweştir û bikêrtir tê ji min ê ku her xwe li kurmanciya xwe digire/girtiye û her hewl daye/dide ku bibe bermirazê kurmanciya xas!
Ji berê zêde zêdetir, wê ev keftelefta min a di ber xwe û kurmancî de hebe; bi eşqeke ku her xwînê ji xwe berdide, her digivire û geplokîtir dibe, bi hewl û qesta ku bêtir nêzî rihê kurmanciya xastir dibe, û bi hez û bi hêzeke ji her her wextê bêtir kurmanciyane... 
Ya muhîm encamine vê yên qenc hebin, lixwefirehkirina ber û berdiyên ron hebin, û helbet bêtiriya van encaman bêvirdewêde bihavil bin...
Bêguman wê xêr ên kurmancî bin, lê guneh ên min bi xwe ne, -min ji niha ve qebûl e!

Ji bo kurdî/kurmancî xema min, û hem dahka min û wiha jî helwesta min a takekesî di her babeta de û nemaze jî di mijara wergerê de, ji her wextê bêtir ev e/ev bûye ku pê radibim/rabûme:
Kurdî/Kurmancî fenanî her tişta organîk e û xwebûneke qewî heye! Eger baş bê livandin/şiyarkirin/bikaranîn, zirrzimanek e ku têra xwe XWE ye!
Tew hela di vê heyama ku ser û berê dinyayê giş li nav guhê hev ketiye de, pêde pêde nivîsandin, bi riya wergerê, bi danberheva bi zimanên din re, bi nişmîtî kurmancî ro bi ro geştir dibe, reng vedide, bêtir têra xwe dike, bêtir radibe pêdarê û bêguman bêtir têra kurmancîkirina deqên derekeyî xwe dike.
Wergereke baş, nişmî û bi ked û rênc, nexasim ji bo zimanên wekî kurdî elzem e, pêdivî ye, oksîjeneke birra yî nebîna ye. Careke din û ji hînuvkê ve reng û rih û rû bi zimên ve tîne, zimên bi teqil û perwaz vedike. 
Bi bîr û baweriya min, bi qasî nivîsandina berhemên sêwirandî, divê em pûtê bi wergerê jî bidin.
Kurt û bi kurmancî; bê werger em û pê re jî zimanê me kêm e, wê kêm û lawaz be, ango wekî Torî dibêjin, bê wilo çênabê!! 
… 
Îcar rabûn, rûniştin û timtêla min a ku ji “ciya min/kurmanciya min” di min geriyaye her ew e ku ez qîmetê bidim xwe, qîmetê bidim rih, reng, fesal û egerên hebûna xwe ya çandî, civatî û welatî; wiha jî bi dilekî têrxweş, qîmetê bidim berketî û hemxem û xemxurên kurmancî yên mîna xwe, û axir, bidim ew ên qenc û çêtir... ku di ber deng û peyva kurdî/kurmancî de her bûne find; ango ew ên ku xwedî û xwendeyên kurdiya dêrîn bi xwe ne...
Ji ber vê pûtepêdan û qîmetê, ji ber xem û giramgiriya xwendeyên kurmancî, û her wiha ji bo wan hogirên ku bi vê keda min (a ku hê negihaye dilopekê!) dilxweş dibin, min xwest bi van gotinan hem silavekê di xwendeyên vê nivîsê vedim û hem bêjim:
Dor dora gava duyem e, axir hin sêwirandin û pêşnûma jî li hişê min hasilî û nisilîne. Erê, ez ê karê xwe yê wergerê bi awayekî hê pak û resentir bikudînim;
lê û belê! vê gavê ez ê belavkirina bi rêk û pêk, peryodîk a wergerên xwe di Diyarnameyê de rawestînim!


Hin Nivîsen Nivîskar

Ji Miguelê Bira Re

  • 05 Berfanbar 2020

                                                             In...

Ez ê Li Ser Hêviyê Bêjim

  • 20 Tîrmeh 2020

Cesar VALLEJO Ne weku ez Cesar Vallejo me ez diêşim. Îro, ne ku ez bi xwe hunermendek im, mêrek yan jî ne ku ez bûnewerekî ketûber ê jîndar im ku diêşim. Ne weku...

Sivikrexne-nivîsek: Li Ser Pêşbirka Wêjeyê Ya Huseyîn Çelebî

  • 23 Sermawez 2012

Yekîtiya Xwendevanên Kurdistanê (YXK) li Almanya, îsal 20’emîn Pêşbaziya Wêjeyê ya li ser navê pakrewanê kurd Huseyîn Çelebî li dar xist. 20...

Hemû Nivîsen yeqîn h.

yeqîn h. kî ye?

Youtube Me

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Nobela Aştî kerde hîri parçey

ad

Wêneyê rojê ji çapemeniya tirk hat!

ad

Nameyek ji bo Taqoz

ad

PEN'a Îngilistanê xelat da 'Seher'ê

ad

Ji Hewldana Jiyandina Heskîfê bangeke nû

ad

Nivîskarên kurd hilbijartin nirxandin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

  • 04 06 2026
news

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

  • 04 06 2026
news

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

  • 04 06 2026
news

Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne

  • 05 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname