Diyarname
Maça Finala FIFA'yê ya Klûban a Dinyayê li bajarê Er Reyyan a Katarê lidar dikeve. Bayer Munih û Tigres tên hemberî hev.
Tîma alman Bayer Munîh bûbû Şampiyonê Lîga Şampiyonan a UEFA'yê. Tîma Tigres di CONCACAF'ê (Federasyona Amerîkaya Bakur û Navîn û ya Karayîpê) de bûbû Şampiyonê Şampiyonan. Par ji ber pandemiyê maç hatibû betalkirin. Ew maç niha roja 11'ê mehê saet 21.00'an (Li gor saeta Tirkiyeyê) li Stada Education City ya li bajarê Er Reyyan li dar dikeve.


