Enstîtuya ji bo Gelan û Pêşdeçûnê – Berlîn* lêkolîna xwe ya li ser rewşa entegrasyona biyaniyên li Almanyayê eşkere kir.
Bi vê lêkolînê eşkere bû ku tirkên li Almanyayê dijîn di gelek waran de li Almanyayê paşde mane. Li gor encama lêkolînê tirkên li Almanyayê civaka di warê entegrebûna di nava almanan de ya herî paşdemayî ye.
Her wiha li gor rapora lêkolînê, tirkên Almanyayê gelê herî bêkar in, hejmara jinên tirk yên li derve kar nakin û wekî jinên malê bi mala xwe ve mijûl in gelekî bilind e, hejmareke mezin ya tirkan bi pereyên sosyalê ango bi yên dewletê dijîn û her wiha tê destnîşankirin ku rewşa nifşa duyemîn ya tirkên Almanyayê jî ji ya nifşê yekemîn ne zêde baştir e.
Heman lêkolîn rastiyeke din ya tirkên Almanyayê jî radixe ber çavan: % 30’yê tirkan ne xwedî dîplomayeke dibistanê ne, % 14’ê wan karîne lîseyê biqedînin û asta qedandina perwerdeya pîşeyî kêm e. Ev yek hemû nîşan dide ku tirkên Almanyayê di gelek waran de li pişt biyaniyên din yên li Almanyayê ne.**
Bêguman xwendevanên kurd wê meraq bikin ka ev lêkolîn li ser kurdan çi dibêje?
Bi kurt û kurmancî: Rapora lêkolînê wekî piraniya lêkolînên bi vî rengî li ser kurdan tiştekî nabêje!
Di raporê de kurd jî wekî civakeke ji tirkan hatine destnîşankirin û tenê carekî navê kurdan tê de derbas dibe. Di rûpela 18’emîn ya raporê de, di paragrafa ku navê kurdan carekî derbas dibe de kurd bi vî awayî hatine bi bîranîn: “Nîvên 2,8 koçberên esiltirk yên li Almanyayê li vir hatine dinê. Ji xeynî wê hejmareke biçûk ya kurdên penaber yên esiltirk hene. Esiltirkên li Almanyayê di dû esilalmanên ji Sovyeta berê (Aussiedler) re koma herî mezin ya duyemîn ya biyaniyan e...”**
Ev hevoka navê kurdan tê re derbas dibe bi xwe tê wê wateyê ku tiştên di der barê entegrasyonê de yên ji bo tirkan derbas dibin, ji bo kurdan jî derbasdar in. Yanî kurd jî wekî tirkan gelê herî paşketî mayiye...
Wekî encam ez vê yekê bibêjim: Vê lêkolînê jî kurd piştguh kirine û pêwîst e ji ber vê yekê saziyên kurdên Almanyayê piçekî bêvila xwe bigemirînin û para xeta û neçalekbûna xwe ya ku dibin sedem ku kurd li Almanyayê werin piştguhkirin bibînin…
Encamên lêkolînê ya ku kurd jî kirine “şirîkên” tirkan ji rastiyê dûr in û hem pispor û hem jî îstatîstîken cuda didin xuyakirin ku meyla kurdan a entegrasyona di nava almanan de ji ya tirkan gelekî pêşdetir e. Di vî warî de nimûneya herî ber bi çav dikare wekî daxwaza mezin a kurdan a ji bo standina hemwelatîbûna alman were destnîşankirin...
Ez jî niha vê pirsê ji xwe dikim: Gelo ev lêkolîna nû, îstatîstîkên li ser entegrasyona kurdan û dîtinên pisporan yên di vî warî de ji bo birêveberên saziyên kurdên Almanyayê çiqasî xem in?
Ez jî nizanim...
*http://www.berlin-institut.org
**http://www.berlin-institut.org/fileadmin/user_upload/Studien/Integration_RZ_online.pdf
zekiozmen@hotmail.com


