Hevalek bi salan wekî rojnameger xebitî. Bi kurdî dinivîsî û di nivîsîna bi kurdî de bi israr bû. Heta ew qas bi israr bû ku êdî hevalên bi tirkî dinivîsandin ji rexneyên wî tengezar dibûn.
Lê belê di nava demê de guherandinekî rû da;
Vê carê wî xwe li ber israr û daxwaza nivîsandina bi tirkî negirt û dest bi nûçenivîsandina bi zimanê tirkî kir.
Hûn dizanin wî piştî nivîsandina bi tirkî çi ferq kir?
Ew qas ked bi kurdî da lê kesekî ji derdora wî ne qedir dabûyê û ne jî haya wan ji nivîsên wî hebûn. Lê belê piştî nivîsandina bi tirkî rewş veguherî û êdî digiha kî, digotinê “me filan û bêvan nûçeya te xwendiye.”
Lê meseleya qedir û qîmetê?
Ew li ser seran dihate girtin...
***
Stranbêjeke sê berhemên xwe bi tirkî deranîn. Lê dikir û nedikir hêviya wê pêk nedihat û di nava qada muzîka bi tirkî de bi nav û deng nedibû.
Sedema biryarê nizanim di nava hevoka li pêşiya vê hevokê de veşartiye yan na lê belê vê stranbêjê biryara derxistina albumeke bi kurdî da û album deranî.
Ew bi derxistana berhema bi kurdî wisa bi nav û deng bû ku êdî navê wê li cîhanê jî hate bihîstin...
Gelo ew stranbêj dizane bi kurdî xwe “îfade” bike?
Ji xwendina çewt ya gotinên stranê wê tê fêm kirin ku nikare xwe kurdî “îfade” bike...
****
Hevalekî gelekî “kurdîparêz” hebû.
Te digot “merheba”, wî digot “merheba ne bi kurdî ye” û nû dû vê jêrenotê pirsa halê mirov dikir.
Wî biryar da bibe bazirgan.
Bû bazirganekî serkeftî jî.
Herî dawî dema min dît, min dîsa merheba dayê.
Li derdora wî hinek tirk jî rûniştibûn.
Vê carê negot “merheba bi erebî ye” û di ser halan de bi tirkî pirsa halê min kir...
***
Nivîskarek hebû. Bi kurdî roman dinivîsand. Ji bilî derdorên taybet yên wêjehez yên zimanê kurdî, haya kesekî ji wî tunebû.
Dû re pirtûkên xwe wergerandin zimanê tirkî û “bi wan wergeran re di nava kurdan de bi nav û deng bû.”
Em heşt heval rûniştibûn û sohbet li ser wî nivîskarî digeriya.
Hemû hevalan yeko yeko behsa keda wî ya ji bo zimanê kurdî dikirin.
Min jî yeko yeko ji wan pirs kir ka wan romanên wî bi kîjan zimanê xwendine?
Kesekî ji wan hevalan jî bi zimanê kurdî berhemên wî nivîsakarê ku pesnê wî ji bo pêşvebirina ziman û wêjeya kurdî didan nexwendibûn...


