logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket
  2. 153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e
  3. Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)
  4. Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn
  5. 5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

BUDRUS

  • Dîrok: 11/12/2011

Min dixwest ez tenê qala BUDRUS'ê bikim, lê yên din jî qalkirinê heq dikin.


Notek agahdariyê: Ev nivîs li ser çend belgefîlmên di festîvala belgefîlman e û notên min jê derxistine ye. Hûn dil nekin nexwînin, bila dema we neçe.

Belê, min li belgefîlmê bi navê "Budrus" temaşe kir. Min dixwest em vê hefteyê "Budrus"ê bikin mêvanê Diyarê Me lê belgefîlmên din jî ji aliyê mijar û naveroka xwe ve qalkirinê heq dikin, loma emê notên xwe yên kurdan jî eleqedar dikin ji çend belgefîlman pêşkêş bikin.

'Kîjan mafên mirovan'

Documentaristê vê carê di bin sernavê "Kîjan Mafên Mirovan" de 3'yemîn Festîvala Belgefîlman a Mafên Mirovan* li dar xist. Di festîvalê nêzî 40 belgefîlmên ku mijara wan li ser mafên mirovan e derketin pêşberî temaşevanan.

Min firsend dît ku li nêzî 10 belgefîlman temaşe bikim. Ne hemû, lê ji hin belgefîlman hin notên girîng emê bikin mijara Diyarê Me.

13 Gule

Zarokên Atolyeya Sînemayê ya Şaredariya Baglara Amedê bi navê "13 Gule" belgefîlmekî li ser Ugur Kaymazê 12 salî ku li Mêrdinê bi 13 guleyan (tevî bavê xwe) hatibû kuştin kişandin. Belgefîlmê 6 deqîqeyî ji aliyê zarokên di temenê Kaymaz de hatibû kişandin û digel balkişandina ser bûyerê, xaleke din ku derket pêş: Ev zarok ger sînemayê bidomînin di pêşerojê de dê di nav sînemaya kurdî de teqez ji xwe re cihek bibînin. (Sala kişandina belgefîlm 2007)

'Wir haben vergessen zurückzukehren'

Belgefîlmê derhênerê navdar Fatih Akin "Wir haben vergessen zurückzukehren" (Me veger ji bîr kir) li ser malbata wî ya ji Behra Reş çûye Almanyayê ye. Akin di vî belgefîlmî de qala hemû malbata xwe dike; apên wî yên ku çûne Almanyayê û vegeriyane, dê û bavê wî yên ku çûne û êdî venagerin... Her wiha qala xwe û birê xwe jî dike. Gotina birê wî (Cem Akin) ku êdî bi tirkî baş nizane, wekî zimanê zikmakî bi almanî diaxive gelek bala min kişand. Gotina wî, rewşa goçberek ku çawa ji zimanê xwe dûr dikeve û pêre jî zarokên wî nîşan dide: "Min dixwest ku min baştir bi tirkî bizanibiya. Ez dixwazim zarokên min baştir bi tirkî bizanibin." (Belgefîlm di sala 2001'ê de hatiye kişandin)
Ev belgefîlmê Akin berê li Tirkiyeyê hatibû nîşandan yan na nayê bîra min lê di festîvalê de di "Beşa Taybet" de hat nîşandayîn û min yekem car dît. Pêşniyar: Ger rojekê we dît li ciheke tê nîşandayîn, jê nemînin; dema hûn danberhevek saz bikin teqez hûnê di wir de koçberên kurd jî bibînin.

Budrus

Budrus li Filistînê navê gundekî ye. Gundekî şîn e, gundekî xweşik e. Gundiyên Budrusê bi darên zeytûnan debara xwe dikin. Bav û kalên wan her darên zeytûnan çikandine, ew av dan û dûre jî jê zeytûn girtine, birine firotine û debara xwe kirine. Di dema ku jiyan li Budrusê wisa dom dike de rojekê Îsraîl biryarê dide ku dê dîwarekê di navbera Filistîn û Îsraîlê de çêbike. Li gor projeyê dîwar gundê Budrusê dike du par (wekî sînorê Serê Kaniyê, Nisêbînê û hwd), goristanê dike du par, hema bibêje ji ber dibistana Budrus re derbas dibe. Û gundiyên Budrusê bêyî ku serî li çalakiyên şîdetê bidin, bi çalakiyên sivîl dijî vê dîwarê derdikevin. Encam: Bi ser dikevin.
Belgefîlm hêza çalakiyên sivîl yên bênavber nîşan dide. Bi ser aktîvîst Ayed Morrar re belgefîlm têkoşîna budrusiyan nîşan dide ku ev têkoşîn ji bo gundên Filistînê yên din jî dibe mînak, di nav dîroka têkoşînê ya Filistînê de jî xwedî ciheke taybet e. (Belgefîlm 2009'an de hatiye kişandin)
Belgefîlmê ku di Festîvala Fîlman a Berlînê (2010) de Xelata Temaşevanan Panaromayê, di Festîvala Fîlman a Trîbeca de (2010) Xelata Jurî ya Mansiyonê girtiye (û din hin festîvalên din jî xelat girtiye), ger rojekê we dît ciheke tê nîşandayîn jê nemînin.
Xaleke din a balkêş; hikumeta Tirkiyeyê ku her xwe wekî piştgirê Filistînê nîşan dide, festîvalê serkarakterê belgefîlm Ayed Morrar vexwendibû Tirkiyeyê lê ji ber ku Balyozxaneya Tirkiyeyê vîze neda wî, Morrar nekarî were Tirkiyeyê.
Li ser vexwendina fermî ya festîvalê Morrar, bi pasaporta Filistînê serî li Balyozxaneya Qudsê ya Tirkiyeyê da lê bi sedema "di hesabê wî yê bankeyê de bi têra xwe pere nîn in" vîze nedanê!

Malbata Muthuku

Çîroka Malbata Muthuku ku li Nairobiya Kenyayê dijî jî yek ji belgefîlmên balkêş ê festîvalê bû. Nairobî ku di nav dîroka kurdan de jî xwedî xalek e, di belgefîlm de jiyana reben a Malbata Muthuku derdikeve pêşberî temaşevanan. Dema mirov lê temaşe dike, jiyana reben a kesên li qeraxên bajaran dijîn (ew der ha Nairobi, ha welatên Latîn, ha Stenbol, ha Amed qet ferq nake) tê ber çavên mirov. Vî belgefîlmî jî not bikin.

Helbet gelek belgefîlmên mirov jê notan pêşkêş bikin jî hebûn lê bi kurtahî çend belgefîlmên kurt li ser zarokan hebûn, ew jî derketin pêş.

Wekî encam: Belgefîlm di nav sînemayê de xwedî ciheke taybet in, lê festîvala li ser mafên mirovan de ji bo gelên wekî me bindest, ji bo gelên reben girîngtir in. Sipasî ji bo amadekarên festîvalê. Niha li Îzmîrê jî Festîvala Mafên Mirovan li dar e, em vê jî bibîr bixin.**

Û kêmasiyek

Belgefîlmê Zerdeşt Ehmed ê bi navê "The Road to Diyarbekir" (Rêya ber bi Diyarbekirê ve) ku li ser çûyîna Ciwan Haco ya Newroza Amedê ye, min firsend nedît herim temaşe bikim. Ev belgefîlm wekî belgefîlmekî bi kurdî di nav festîvalê de bû, min gelek dixwest lê temaşe bikim lê dema me li hev nekir. Loma ez nikarim tiştek li ser bibêjim, lê ez hêvî dikim ku rojek ezê lê temaşe bikim.

cemilo@diyarname.com

* "Kîjan Mafên Mirovan" û 40 belgefîlm

** Li Egeyê Rojên Belgefîlmên Mafên Mirovan

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Li texsiyê pirsgirêka kurd

  • 18 Sibat 2009

Li welatekî dema hûn li ajokarên wan, dema hûn li dikandarên wan, hûn li çaygerên wan binêrin, helbet hûn dê bibînin ew welat xwedî çi...

Tîp

  • 08 Avrêl 2008

 Tîp. Tîpek. Tenê yek. Belê, tu, ez ji te re dibêjim, tîpê! Li min binêre. Li nava çavên min. Tu min fêm dikî ne? Li hêrsa min... Hêrsa...

Xelat

  • 18 Rezber 2008

 Nota pêşî: Ev nivîseke şexsî ye.Helbet tişteke xweş e mirov xelatê bigire, yan jî mirov bê xelatkirin.Xelat girtin û xelatkirin ji hev cihê ne lê her du...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ez mecbûrî zimanî kurdî me

ad

Tu bi xêr hatî AMED Spor

ad

PSG wekî şampiyon hat ragihandin

ad

Girtîgehên 5 navçeyên Amedê hatin girtin

ad

Serokomarê Îranê Reîsî mir

ad

Kurtirîn Çîrok

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket

  • 24 10 2026
news

153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e

  • 24 10 2026
news

Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)

  • 24 10 2026
news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

  • 24 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname