Di jiyana xwe de ez û nivîskar Zinarê Xamo rastî hev nehatine, me çay û nanê hev nexwariye. Ez nizanim siyaseta ku em dişopînin jî yek e yan na lê nivîsa ku wî nivîsand tam min dixwest tişteke wisa binivîsim. Lewma ez heta dawî beşdarî wî dibim.
Nivîsa kekê Zinarê Xamo* dirêj e. Ne hemû lê ez paragraf bi paragraf ji nava nivîsa wî digirim û diweşînim:
"Heger îro li Tirkiyê û li Kurdistanê hin tabû şikiyane û tişt normal bûne ev yek bi saya hebûna van belediyan bûye. Belediyan hin tiştên 10-15 sal berê meriv xeyal jî nedikir kir di warê siyasî û kulturî da bidest xist û kir adet.
Heger ne ew îmkanên wan yên madî û civakî bûya pêkhatina van destkeftinan ne mimkûn bû. Dewlet viya dibîne û pê gelkî nerehet e.
*
Îro rastiya li ber çavan ev e ku bêyî DTP'ê hêza tu partiyeke din tuneye ku têkeve hilbijartinan û zora dijmin bibe. Li ortê tenê DTP heye. Di warê legal de îro ew kurdan temsîl dikin. Em qebûl bikin yan nekin ev rastiyeke.
Rast e, DTP hemû kurdan temsîl nake, lê bi kêmanî beşekî mezin ê kurdan temsîl dike. Ji ber vê yekê jî di warê legal da partiya kurdan e û kurdan temsîl dike.
Û ya din jî heger DTP kurdan temsîl neke, partî û hêzên din tew nakin.
*
Çiqas kul û kêmasiyên DTP'ê hebin, hin dîtin û tevgerên wan ne bi dilê me be jî lê yê doza miletê kurd anîne zimên dîsa ew in, dîsa serokên belediyên DTP'ê ne.
Di meclisa Tirkiyê de bêyî wekîlên DTP'ê li gor dibêjin li dora 100 parlamenterên kurd ên din jî hene. Hema tenê di nava AKP'ê de qala 75 kesan dikin. Gelo ka van kesan heta niha ji bo kurdan çi kirine û çi gotine?
Ez jimarê nizanim, lê belkî ji dehan yekê belediyên Kurdistanê jî ne di destê DTP'ê de ye, hemû di destê AKP û partiyên din de ne.
Baş e heta niha van belediyan ji bo kurdan çi kirine?
Bêguman tiştek jî nekirine. Û ji xwe nabêjin em kurd in jî.
*
Netîce, mirov dikane bibêje ku li Kurdistanê têkçûna DTP'ê di esasê xwe da têkçûna hemû kurdan û serkeftina dewleta tirk e.
Û serkeftina DTP-ê ya li hember AKP-jî serkeftina miletê kurd e, têkçûna dewleta tirk e. Kes nikane vê rastiyê bi tu argumentî pûç bike.
Kurdên zana, bîrewer, dûrbîn û welatparêz divê êdî bi gotinên siyasetmedarên tirk nexapin û li Kurdistanê nebin piştevanên wan.
Piştî ew qas tecrube û serpêhatî ku hîn jî hin kurd hêviyekê ji AKP'ê bikin û bibin namzet û piştevanên wê, wê demê ew ya merivên pir cahil û korfahm in ya jî neyarê qewmê xwe ne...
***
Belê gotinên kek Zinarê Xamo wisa ne. Ne mimkûn e mirov beşdar nebe.
Û îro Mem Mîrxan** jî li ser krîterên DTP'ê yên ji bo berendamên şaredariyan tiştin nivîsîn. Mîrxan bal kişandiye ser xaleke girîng: "Li cihên krîtîk piştî derketina hember Platforma Azad bila yek nav bê hilbijartin û ji Komîsyona Hilbijartinê ya Nawendî re bê şandin. Navenda partiyê jî divê li benda 20 berfanbarê (roja eşkerekirina berendaman) nemine. Berendamên cihê krîtîk divê zû bêne eşkerekirin ku hem partî hem jî berendam karibin xebatek bi rêk û pêk bimeşînin."
Çend tiştên din ku em balê bikişînin ser jî hene:
1- Tê gotin ku şaredarek ev du car in li ser kar be cara sisêyan nikare bibe berendam. Ger xaleke wisa hebe ev tişteke gelek şaş e. Bifikirin ku bajarekî, navçeyekî we heye şaredarê we ev du car in tê hilbijartin, karê xwe baş dike û gel jî jê gelek hez dike. Ma hûnê wî/ê careke din nîşan nedin?
Ger hebe tişteke wisa divê dev ji vê yekê bê berdan.
2- Jinên DTP'eyî navên hin bajar û navçeyan diyar kirine*** û xwestine li van deran mêr nebin berendam, li van deran dê jinan wekî berendam nîşan bidin. Bi ya min ev jî tişteke şaş e. Bifikirin, ji nav van deran em bibêjin gelê li navçeyekê naxwaze jinek bibe şaredara wan. Wê çaxê hûnê çawa bikin? Ger em qala Platforma Azad dikin (ku DTP li gor vê paltformê dê berendaman diyar bike) wê çaxê divê em berî daxuyaniyên wisa bidin em pêşî herin ji gelê Platforma Azad a wê navçeyê yan bajarê bipirsin û dûre daxuyaniyên wisa bidin.
3- Li navenda DTP'ê herî dawî dê navên berendaman ji ber destê Hevserokên DTP'ê re derbas bibe. Helbet ne hemê min e ku ez aqil bidim wan lê wekî kurdek û rojnamegerek kurd ez vê dixwazim bibêjim: Divê ne Ahmet Turk, ne Emine Ayna li gor nêzîkbûna xwe li berendaman nenêre û biryarê nede.
Me ji gotina Kekê Zinarê Xamo dest pê kir em hatin ku derê. Dema derdê mirov pir in, gotin jî pir dibin.
Emê di hefteyên bê de nivîsên bi vî rengî binivîsin.
Bi hêviya serketineke baştir.
**Krîterên DTP'ê û rastiya Jiyanê
***Cihên ku dê jin bibin berendamên şaredariyê
Têbiniyek: Piştî ku ev nivîs hat weşandin çend hevalan ji bo min got ku sernavê te şaş e. Helbet ez jî beşdarî wan dibim, lê dîsa jî min nexwest sernavê xwe biguherînim. Ez dizanim mirov carinan şaşî jî dikin. Piştî vê, mirov dikare bibêje divê sernav bi vî rengî ba:
"Ez beşdarî fikrên te (yan jî dîtina/nêrîna te) dibim Zinarê Xamo"...
Yan jî dikaribû wisa ba: "Ez jî wekî te difikirim Zinarê Xamo".
Ji bo hevalên ku mail şandin û ên ku rû bi ji min re gotin gelek sipas.


