Ji bo Ceylanê
Heta niha min gelek çav dîtine. Çavên ku ez hejandime, xwîna min kelandine, aqil ji serê min birine. Li ber wan çavan min her çok daye, serê xwe xwar kiriye. Her ez evîndarê wan bûme; ew çav nebûne yê min lê ji bo kêliyekê be jî pêlên coşa dilê min gihandine asîmanê qata heftan.
Lê ev çavên ku niha ezê qal bikim ne ji wan in.
Ev çavên zarokekê ne.
Tam bû salekê di wê fotografê de vekirî ne û li me mêze dikin.
Her ku ez wê fotografê dibînim di hundirê dilê min de valahiyeke bê ser û ber çêdibe. Rehên min berevajî herikînê vê carê dikin ku ji hev biqetin, parçe parçe dibin û xwîn ne di rêya xwe de diherike, diherike li der û dorê, her der dibe xwîn, dibe êş.
Her ku ez wan çavan dibînim ez li ber xwe şerm dikim. Ev şermkirin e ku nikare tiştek ji bo wan bike, nikare kujeran bibîne, nikare here gund û destê dayika wê maçî bike.
Tam bû salekê ew çav li me dinêrin.
Di wê salvegera kuştina wan çavan de, ji Milliyetê Devrim Semiray bi malbata wê re, bi parêzerê malbatê re hevpeyvînek kir.*
Hevpeyvîn hemû bûyerê tîne ziman. Dema bûyînê, piştî wê û nihayê... Lê em li wisa welatekî dijîn ku encam nîn e.
Em wisa li welatekî dijîn ji Serokomar heta Serokwezîr, ji serokên partiyan heta serokên saziyên sivîl her kes di rojnameyan de li wan çavên vekirî dinêre, lê kes nikare/naxwaze kujerê/n wan çavan bibîne.
Li Îsraîlê dema leşker berê xwe didin zarokek biçûk li Tirkiyeyê hemû rayedar ra dibin ser piyan.
Li Rojhilata Dûr dema zarokek ji ber lehiyê birçî dimîne dilê her kesî diêşê, Heyva Sor û Xaça Sor berê xwe dide wê derê.
Lê Licê zarokek ji holê radibe, ew çavên vekirî her vekirî dimînin, li bendê ne ku kesek rabe li kujeran bigere lê na...
Gelo ev qedera zarokên kurdan e?
Gelo yên zarokên me jî ne çav in, ne çavên zarokane ne?
Yê wan jî ne hest in? Hestên zarokane?
Ew çav li min dinêrin.
Ew çav li me dinêrin.
Tam bû salekê.
*
- Patlamada niye eline bir şey olmamış
- Hangi silahla öldürülmüşse ortaya çıkarılsın


