Diyarname
Enstîtuya Diyarbekirê ji bo Lêkolînên Siyasî û Civakî (DÎSA) vê carê meseleya "Berî her tiştî zimanê dayikê" li Stenbolê dide nîqaşkirin.
Enstîtuya Diyarbekirê ji bo Lêkolînên Siyasî û Civakî (DÎSA) li ser ziman xebatê dike, belavokên amade kiribû bi navê "Kula Ziman: Kêşeya Bikarneanîna Zimanê Zikmakî di Perwerdeyê de" weşand.
DÎSA ji bo ev tecrubeyên xwe yên li ser ziman parve bike 6'ê meha borî li Amedê civîneke li dar xist. Di wê civînê de Vahap Çoşkun (li ser DÎSA'yê), Şerif Derince (li ser modelan), mebûsê AKP'ê Galip Ensarioglu û mebûsê BDP'ê Altan Tan li ser meseleyê fikr û ramanên xwe parve kirin.
Niha civîneke din a bi vî rengî li dar dikeve. Vê carê civîn 9'ê vê mehê saet di navbera 14.00 - 17.00'an de li Salona Konferansê a Rektoriya Zanîngeha Bogaziçi ya Stenbolê li dar dikeve.
Civîna ku dê bi tirkî li dar bikeve, wergera wê ya bi kurdî û îngilîzî jî tê kirin.
Vaye bernameya civînê:
14.00 – 15.00 Danasîna Encamên Bernameyê
Vahap Coşkun (Zanîngeha Dîcle)
Şerif Derince (Zanîngeha Bogaziçi)
15.00 – 15.30 Pirs - Bersiv
15.30 – 15.45 Navbera Vexwarina Çay û Qehwe
15.45 – 16.30 Polîtîkayên Zimanê Dayikê
Rêvebirin:
Şahismail Bedirhanoglu (GUNSÎAD)
Axifger: Meral Daniş Beştaş (BDP), Galip Ensarioglu (AKP), Atilla Kart (CHP)
16.30 – 17.00 Nîqaş-Nirxandin
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye