Diyarname
Fîlmê Kazim Oz ê nû "Zer" li Festîvala Fîlman a Stenbolê hat naşîndayîn lê bi awayekî sansurkirî.
Derhêner Kazim Oz bi kurtefîlmê xwe "Ax" gav avêtibû nava qada sînemayê û rastî eleqeyek mezin hatibû. Paşê fîlmên xwe yên metrajdirêj "Fotograf" û "Bahoz", bi belgefîlmên xwe "Hebû Tune bû", "Çinara Spî", "Dûr" ev meşa xwe dom kiribû. Di her belgefîlm û fîlmê xwe de rastî eleqeyê hatibû lê ji sala 2008'an, yanê ji dema "Bahoz" ve heta niha fîlmekî din ê metrajdirêj nekişandibû. Niha ew bi "Zer"ê li qada sînemayê bû. Zer di çarçoveya Festîvala Fîlman a Stenbolê de hem di nav Pêşbaziya Fîlmên Navneteweyî, hem ji pêşbaziya Fîlmên Neteweyî de bû lê ji van yekan wêdetir Zer bi dîmenên ji aliyê Wezareta Çandê ya Tirkiyeyê ve hatin sansurkirin ket rojevê.
Serlîstikvan Jan ku dikeve dû straneke ku pîra wî jêre gotiye û heta Dêrsimê tê, sehneyên li Dêrsimê rastî sansurê tên.
Ji bo fîlm bê nîşandayîn li Tirkiyeyê sazî divê ji Wezareta Çandê destûrê bigirin. Yên ku destûrê negirin festîvalên mezin newêrin bêsansur fîlmên wan nîşan bidin û salonên sînemayê jî newêrin wan derxin vîzyonê. Mînaka dawî fîlmê Oz "Zer" e. Wezaretê hin sehneyên Zer xwestin ji fîlm bêne derxistin. Kazim Oz jî ew sehne reş nîşan dan û li ser nivîsî, "Ji ber Lijneya Bilind a Midûriyeta Gşitî ya Sînemayê ya Girêdayî Wezareta Çandê ya Komara Tirkiyeyê ev dîmen tirsnak dîtiye û qedexe kiriye hûn nikarin li vê temaşe bikin."
Oz bi awayekî reş nîşandayîna du sehneyên sansurkirî hem kir ku temaşevan ji fîlm bê par nemînin, hem jî sansura wezaretê anî pêşberî sînemahezan.
Li ser meseleyê Oz wisa got: "Sehneyên reş xistina nav fîlm helbet ji bo fîlm ne tiştek baş e, fîlmî zirarek mezin dît lê talûkeya herî mezin a sunsurê 'veşarî mayîna sansurê' ye. Ji ber vê yekê ev dîmenên wezaretê sansur kirin min bi awayekî reş nîşan dan ku her kes vê sansurê bibîne. Em naxwazin di yek dîmenê de jî sansur hebe. Lê mixabin dixwazin li Tirkiyeyê di sînemayê de 'Serdema dîmenên tarîkirî' bidin dest pê kirin. Di mînaka fîlmê Zer de em beramberî rewşek gelek cidî ne. Wezaretê sansur danî ser fîlmê ku wan bi xwe piştgirî dabû. Ev yek jî nîşan dide ku desthilatdar dem tê dibe 'demokrat' dem tê dibe 'despot'."
Wekî agahiya dawî: Zer roja 21'ê mehê li Tirkiyeyê dikeve vîzyonê.
Kazim Oz (yê aliyê çepê) ligel lîstikvanên fîlm di dema nîşandayîna fîlm de amade bû.
KUNYE:
- NAV: ZER
- Derhêner û senaryo: Kazim Oz
- Derhênerê Dîmenê: Feza Çaldiran, Eyup Boz, Orçun Ozkiliç
- Muzîka taybet: Mustafa Biber
- Vesazkirin: Kazim Oz, Thomas Balkenhol
- Lîstikvan: Nik Xhelilaj, Guler Okten, Levent Ozdilek, Fusun Demirel, Tomris İncer, Haleigh Ciel, Teresa Anne Volgenau, Ahmet Aslan
- Sazkar: Kazim Oz, Meral Balik, Turan Tokel
- Sala Kişandinê: 2017,
- Mawe: 110 d eqîqe
- Ziman: Tirkî, Îngilîzî, Kurdî
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Fîlmê "Zer" ê Kazim Oz li festîvalê ye
- Belgefîlmê Amed Sporê tê nîşandayîn
- Çîroka 'Birayên Bêdengiyê' tê nîşandayîn
- 'Kameraînsan', 'Ken Loach' û belgefîlmên din
- Ji bo 11 rojan serdestiya fîlman dest pê kir
- Gelek fîlmên klasîk dibin mêvanên festîvalê
- Taylanên Bira bûn Serokên Juriyê
- 'Anayurt Otelî' bi awayekî nûkirin dê bê nîşandayîn
- Kedkarên sînemayê tên xelatkirin
- Serîlêdanên Festîvala Stenbolê dest pê kirin
Fragmana "ZER":