Diyarname
Nivîskar Feratê Dengizî bi navê xwe yê fermî Mehmet Aydin Alokmen vê sibê li taxa Dengiza ya Stewra Mêrdînê hat binçavkirin.
Ligel wî îro rêberê berê yê HDP'a Mêrdînê Bedii Yilmaz, rêvebera HDP'ya Mêrdînê Ayşe Bozan jî hatin binçavkirin û ew birine Emniyeta Mêrdînê.
Şaredarê berê û nivîskar Feratê Dengizî di hilbijartina 2014'an de ji bo Stêwra Mêrdînê wekî hevşaredar hatibû hilbijartin. Di serê adara 2017'an de ew hatibû binçavkirin û Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê kayûm şandibû ser şaredariyê. Feratê Dengizî di 9'ê adara 2017'an de hatibû tewqîfkirin û piştî salek li girtîgehê hatibû berdan.
Demek berê bi gotinên "Şadihê veşarî" cezaya 10 sal û 3 meh a hepsê li Dengizî birîbûn.
Siyasetmedar û nivîskar Feratê Dengizî heta niha 8 pirtûk nivîsandine. Dengîzî ku ji bo rojnameya Xwebûnê qunciknivîskarî dike, heta niha di Diyarnameyê de jî gelek nivîsên wî hatibûn weşandin. Pirtûkên wî yên ku heta niha derketine ev in:
- Zimanê Zimên, Ciribandin, Weşanên Belkî, 2009
- Kêze û Mişto, Folklor, Weşanên Şaredariya Kayapinarê, 2009
- Tisê, Folklor, Weşanên Şaredariya Kayapinarê, 2009
- Zîzanê, Folklor, Weşanên Şaredariya Kayapinarê, 2009
- Bi heft dengan dikim gazî, Çîrok, Weşanên Lîs, 2013
- Qêrîna Dilê Min, Helbest, Weşanên J&J, 2014
- Metelokên Kurdî, Folklor, Weşanên J&J, 2014
- Zarê Dilî, Çîrok, Weşanên J&J, 2014