Berî hilbijartina 7’ê pûşperê û hê jî wisa ye, xwîna siyasetmedar û siyasethezan dikele; nazik in, derdor gelekî hestiyar e vê gavê, ji lew, hedê kê ye ku ji siyasetê re bêje ‘pozê sola te xar e’!
Divê mirov bisebire û ez jî wisa dikim, guh didêrim sohbeta bavê Azaser û Gozel.
Ku ciwamêr bi kelecan nirxandineke HDP’yane ya serkeftina hilbijartinê dikin, di navê re pirsekê diavêjim holê; bo civakeke bedew, ‘siyaset an wêje’?
Guhê min li gengeşiya wan çavên min li wê..!
Ji biharê ve ye, her roj tê li parka hember rûdine, di devê wê de topek benîşt di bin guh de telefon… pitika xwe ya biçûk li hêlekanê dike û bi riya telefonê mişteriyan ji xwe re eyar dike!
Xirarek goşt, rûyekî tije pizik, li derdora wê tu pêzeweng xuya nakin ku karê reklam pazarlamaya wê bikin!
Ji loma jî xanima qelew qewadî û pêzewengiya xwe bi xwe dike.
Bi wê naşewitim, bi awayekî, kî neketiye halan.. lê keçika wê ya biçûk min gelekî diêşîne. Dema ew diçe mişterî wê mindalê jî bi xwe re dibe; şekirekî nav xetê di dest de, çentikekî jinane bi pî ve, bi gavên biçûk dilezîne, çentik bi erdê re radikaşîne ku ji diya nemîne.
Diyar e, dema diya wê li ser kar e ew rebena biçûk jî li gel wê ye!
Gozel min vedixwîne sohbeta kûr…
80 mebûs… bidestxistina Girê Spî serkeftineke mezin e dibêjim! Û ji duyemîn êrîşa bi ser Kobaniyê de diyar e, ji ber ne azadbûnê êşê hê pir me biêşîne.
Van rojan dibêje bavê Azaser, çendîn ku dengê Hesen Cemal wekî berê neyê ye jî, lê Ahmet Hakan, Ece Temelkûran, Amberîn Zaman û Cengîz Çandar xweş dinivîsin. Bi xirakirina morela Erdoganî kêfa me xweş dikin.
Rast e dibêjim, kurdeke dîlgirtî pirtûka Ecekê werdigerîne kurdî!
Ku mijar tê ser wergerê gengeşiya bi siyasetmedarekî re tê bîra min.
Gotibû, Welat ku tu pirtûkên xwe wergerînî tirkî wê hê zêdetir kes bixwînin!
Nav ne girîng e, li festîvala helbestê ya li Hewlêrê camêrekî zadegan daxwaz kiribû, ‘kaka heke to pirtûkekanî min wergerînî zarî tirkî, serê her pirtûkê 10 hezar doler didim birayêt xo’.
Min bala siyasetmedarê ciwan kişandibû; li lobiyên otêlên bajarekî tu dostên min ên hatine koloniya xwe qedehên xwe li bin guhê hev naxin û ne jî 10 dolerî min heye…
Bira, qey tu wêje û siyasetê tevlî hev dikî! Rast e, siyaset bo bigihêje girseyan, bo wê armancê ew her zimanî, her waadê, her riyê, her sozê, bi qewlê dereng miriyekî ‘doh doh ye îro îro ye’ rewa dibîne.
Lê wêje ne siyaset e. Wêje berî her tiştî, rastgo ye, samîmiyet e!!! Ango, bi çavê siyaseta ku bazirganiya hêviyan dike, wêje nayê sparîşkirin, plankirin û bazarkirin.
Û min lê zêde kiribû û jê pirsî bû; tu pirtûka min a kurdî dixwazî bo kê li zimanê tirkî bê wergerandin? Bo Semsûriyên kurd an bo Enqereyiyên tirk!?
Gelo li gorî te, di pratîkê de li kîjan bajarî pirtûka min a li tirkî hatî wergerandin dê were xwendin?
Ku çayeke din a demlî ya qaçax îkramî mêvanên xwe dikim, cîranê min Hesenê zêde partîzan û ji kelecana siyasetê gelekî germ erebeya xwe tîne li pêş dîkana tûtin park dike.
Wekî her roj, dîsa dengê teyba erebaya wî tax rakiriye ser piyan ‘bijî bijî Kobanî, her bijî Kobanî..’.
Di deriyê Îddaacî de wî zevt dikim! ‘mamoste tê bîra te dibêjim, zivistan bû greva dest ji kar berdanê ya Keskê hebû, tu jî ji bo (heq) beşdarî wê grevê bûbûyî… 15 TL heqê tûtin… dibêjim, heke qolonekî kêm bilîzî…
Dest vala vedigerim ba mêvanan, dibînim xanima xwefiroş xwe li teksiyekê kiriye, li cama paş keça wê serê xwe di camê re derxistî ye, gelekî şad e, ba porê wê şeh dike.
Dihizirim, qey welatê min dika şanoyekê ye, di rojekê de bi hev re di nav hev de, her beşa lîstika bi me didin lîstin, bi me didin temaşekirin dram e, hovîtî ye!?
Dengê bavê Azaser û Gozel cama dîkanê dihejîne ‘ji bo civakeke bedew, zêdetir siyaset an wêje..?’
Di devê derî de radiwestim û bi ser wan de diqîrim, çi siyaset çi wêje… ma çima hûn nabêjin; ‘hê zêdetir kesayetî, hê zêdetir exleqqq…’!?


