Stenbol
Li Kolana Îstîklanê ya Stenbolê bi hezaran kes ji bo Ceylanê meşiyan. Bi yek dengî strana "Ceylan negere li van deran, dê li te din" xwendin.
Li Licêya Amedê Ceylan Onkul ku bi çeka ji tabûra leşkerî hatibû avêtin hatibû kuştin. Ji bo şermezarkirina vê bûyerê li Kolana Îstîklala Stenbolê bi organîzekirina "Însiyatîfa Ceylan Onkul" meşeke li dar ket.
Gelek endamên saziyên sivîl jî têde bi hezaran kes beşdarî meşê bûn. Hunermendên wekî Îlkay
Akkaya, Yasemin Goksu, Zeynep Tanbay jî piştgirî dan meşê.
Di meşê de diruşmên wekî "Dê hesabê Ceylanê bê pirsîn", "Ji gelê kurd re azadî", "Em hemû kurd in, em hemû DTP'yî ne", "Îlker Başbug huşbe", "Bi tena serê xwe azadî nîn e, yan bi hev re, yan qet" hatin qîrandin.
Di meşê de parêzer Eren Keskin, reqsvan Zeynep Tanbay û nivîskakr Cengiz Algan axivîn. Algan got: "Dewleta ku zarokên xwe neparêze ew ne dewlet, çete dewlet e."