Li Antalyayê "Miss Fashion TV" pêşbaziya "Mankena Herî Xweşik" li dar xist. Ji 60 welatan 60 manken beşdar bûn û mankena polonyayî Patricia Laufer bû yekemîn. Ji her tiştî wêdetir meşa wan bal kişand û ev wêne jî ji wê meşê ye. Di tema tabloyekê de wêne. Paqên dirêj, dûz ên wekî li ser avê bimeşin...
Wekî av di bin wan lingan de pêlan bide pêl bi pêl dirêj bûye dîmena di bin lingan de. Em nizanin ji xweşikiya lingan dîmenê fetlên wekî pêlan li xwe daye, yan jixwe dema xweşikahî hebe her tişt bi hev re pêlan dide xwe... Encam çi dibe bila bibe, ev dîmen êdî ê me ye.