Ji bo guhdarîkirinê:
Min di medya dîjîtal de konferanseke bi navê ‘ Garantiya Jiyana Aştiyane li Suriyeyê Sîstema Fêderalî ye’ ji hêla Hejarê Şamîl ve dihat pêşkêşkirin temaşe kir. Gelek rêwşenbirên kurd ên Qafkasyayê têvlî bûbûn û ji parçeyên din ên Kurdistanê jî hin rêwşenbîr hebûn. Mevanê serekê birêz Salih Muslim bû. Di wê konferansê de hema hema her kesî bo kurdên Sûrî û rojavayê Kurdistanê digotin qet nebe divê federalîzm bê xwestin û Salîh Muslim jî di axaftina xwe de digot, “Li ser federalîzmê nîqaş dikin lê me got federalîzma felksîbil, federalîzma nerm; ê hana ku gorayî hevpeymanan tê guhertin. Ji bo çi em dibêjin, gelek ereb jî di nav me de hene, suryan jî hene, ermen jî hene; divê mafên wan jî bê parastin. Gelek kurdên me jî hene li Şamê, li Helebê; federalîzma em dixwazin bo her kesî ye; nav ne muhim e...”
Gava birêz Salih Muslim ev vedigot zarokiya min û mêvandariya mala me hat bîra min. Dema em zarok bûn mêvanên mala me kêm nebûn; bi rastî hema hema her roj nebe jî, du rojan carek miheqeq mêvan hebûn û ez dikarim bêjim roja ku mêvan hatin, em zarok pirî cara birçî diman an jî bi tiştên hûrik-mûrik û sar me nefsa xwe dikuşt; xwarinên germ û xweş hemû didan ber mevanan û em di însanfa mêvanan de mabûn. Pirî caran mêvanan, çi li ser sifreyê xelas dikirin û dema dihat pirsîn carna sênîka duyêm jî dixwestin, dixwarin. Dîsa ji me zarokan re tişt nedima. Li mala me mevanperwerî tiştek wiha bû.
Min li derekê an jî di pirtûkekê de xwandibû, nivîskarê rus Dostoyevskî rojeke sar a bi berf di kuçeyên Mosqofê de bi hevalekî xwe ve dimeşe; dibînin ku kesek di quncikekî de bi cilên ser ên diriyayî, xwe daye ser hev ku xwe ji sermayê diparêze. Hevalê Dostoyevskî ji wî re dibêje, “te digot wekheviya mirovan, ha ji te re, de paltoyê xwe bide wî, camêr dicemide.”
Dostoyevskî dibersivîne, ‘’Rast divê paltoyekî wî jî hebe lê tune. Niha ez paltoyê xwe bidim wî ezê bê palto bimînim û bicemidim; ger ku em wekî hev bibin nîv palto bi wî dim, hem ezê bicemidim hem jî ew... baştir e paltoyê min li ser milên min bimîne heta dinyayeke wekhevî bê avakirin.” Yanê heta li ser dinyayê wekhevî hin kes ê bêçare binînin; ger ez ji para xwe bidim, ne ew ne ez baştir dibim.
Zarok li mal biçî diman lê bavê min diket derdê mêvanan. Ez dizanim mêvanperwerî taybetmendiya kesayetiya me kurdan e; bila wiha jî bimîne û vê taybentmediyê xwe ger em biparêzin. Ya ku ez şaş dibînin berê mêvanan divê em mal û halê xwe binêrin. Çi heqê me, çi navê me li holê tunê ye, her netew li ser dîka dinê cîhê xwe girtiye, em ser axa xwe bê heq û bê nav in... Yê me ‘’bila dost di bazarê de bibînin’’; bila dinya alem me bipesînin...lê halê li mal, ne tu hal e. Divê em yên malê berê têr bikin û malê xwe dewlemend bikin. pişt re mêvan û cîran...
Kurd çima ji xwe re nin in?
Kurd ji xwe bêtir ji bo biyaniyên derdora xwe, ev mêvan dibin, ev cîran dibin, ev rêwî dibin, ji bo wan tevdigerin; piştgiriya wan dikin; çi dikin bi wan re, bo wan dikin... ji xwe re nakin. Pişt re her carê ji wan, ji ên piştgiriya wan kirine xancerê ser dilê xwe de çiqandi dibînin. Bi vî awayî dîrok bo kurdan bi hezaran sal in tekerûr dike. Piştî Med hat rûxandin, piştgiriyê cîranên xwe yên Med rûxandî kirin heta dema Îslamê; navê kurdan tunê bû lê bi ked û xwîna kurdan ew dewletên Farisan li pê sekinîn. Pişt re ereb hatin gotin em mêvan in û her tiştên mala me talan kirin. Dûre tirk hatin rêwî bûn ta ji Sibiryayê, me deriyên xwe vekirin; me got “fermo”, lê hatin li ser mala me rûniştin. Ji van her yek li ser jûreke mala me xwedî derket. Hê jî li ser rûniştine.
Dîsa dema birêz Salih Muslîm di dawiyê de dibêje, “federalîzma em dixwazin bo her kesî ye; nav ne muhîm e...” Navê her tiştî heye, di gerdûna mîrovan de tiştên bênav berhewa ye. Em bêjin nav ne muhîm e lê em dizanin dewleta tirkan an rêveberên Sûrî dixwaze navê wê dewletê dîsa Komara Erebî a Sûrî be. Çima? Ber ku tê got Komara Ereb ew der ya ereban e. Em vê dinê bi navkirinê têgihan û fam dikin. Rastiya bê nav bo mîrovan bê watê ye. Em çiqas bêjin ev der welatê kurdan e, heta em nebêjin ev erdnîgarî Kurdistan e û di zagona bingehîn de neyê pêjîrandin ew erdnîgarî bê wate ye. Bo me dibe ku Kurdistan be lê bo navneteweyî tiştek nîn e. Şoreşa tê dayîn, şehîdbûna ewqas mîrovan bo erêkirina erdnîgariyê ye; xwedanê wê edê kî ye... Tiştek nav lê bê kirin wê çaxê wê mirovên din dê bipêjirînin; wê demê bo mirovan ew ê bibe rastiyek.
Kar û barê dewletan û navdewletan bazarek e; bazareke stemkar, bê merhemet û dilhişk e. Divê bê gotin ev der, ev cî yê me kurdan e; mala me ye û we heta niha li ser mala me hikim kiriye û li mala me we ji me kira standiye û di mala xwe de emê bi çi awayî tevbigerin bi darê zorê û hiqmên dewletbûyîn û bi pêjirandina navdewletan we nîşan daye me.
Êdî em dikarin bêjin em bi hev re bijîn lê navê mala me Kurdistan e, çi biryar divê bo mala me emê bi xwe bigirin. Di vê bazarê de tiştê ku jêveneger navê Kurdistanê di Zagona Bingehîn de bê pêjirandin e. Bi nav kirina Kurdistanê peywireke dîrokî û dadî ye.


