logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Arsenal an PSG? Encam diyar dibe
  2. Festîvala Boreka Kurdan li dar ket

Kazim Polat

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Kazim Polat

Kazim Polat

Li giravê kalekî kurd ê goştfiroş (Ji Rojnivîsên Min-III)

  • Dîrok: 19/11/2009

Dema ez ji gund vedigeriyam Swîsreyê çend rojan ez li Stenbolê bi hevalên xwe yên kevn ên berî bîst salan re mam. Hema her roj me li ser pirsgreka kurd û Kurdistanê gengeşî kir. Ev heval û dostên min hunermend û nivîskar, yanî çendek ji rewşenbîrên  sosyalîstên Tirkiyeyê ne.
Niha ezê ji rojnivîsên xwe yên wan rojên ku min li Stenbolê bi hevalên xwe yên kevn re derbas kir bi we re parve bikim. Ji bo ku min di wê têkiliya sê-çar rojan de pêrîşaniya rewşenbîrên tirk dît. Min xwe bi xwe got ma rewşenbîrên tirkan ên sosyalîst ku wisa bin wê gelî tirk çawa be… Di dema şerê cezayiriyan a li hemberê  desthilatdarê wan fransizan û helwesta rewşenbîrên fransizan li hemberê wî şerî  hate bîra min. Divê rewşenbîr çawa bin û li hemberê bûyaran çawa bisekinin? Yên tirk li gorî îdeolojiya dewletê disekinin; min ev dît.

Ji roja yekem: “Emê bi we kurdan re çi bikin?”
Îro piştî nîvro ez çûm serdana kek Cengiz Gundogdu. Ew edîtorê kovara Însancilê ye. Kek Cengiz Gundogdu berî bîst û pênc salan li kovara Varlikê min nas kir. Wê demê cara yekem çîrokeka min di Varlikê de bi destûra kek Cengiz Gundogdu hat weşandin. Paşê gelek nivîs û çîrokên min di bin kontrola wî de hatin weşandin.

Em nivîskarên ciwan li cem wî berhev bûn; ji bo ku ew li hemberî wêjaya desthilatdaran têdikoşiya. Wî, wêjeyek nû diparast û li hemberê wêjeya faşizmê wêjeya gelan a nû ya sosyalîst diparast.

Kek Gundogdu li paş maseya xwe, li ser maseya wî bi dehan pirtûk bi sibêlên xwe yên pala, piştî pirsî halê hev  ji min pirsî, çima tu nanivîsî? Ji me re nivîsan bîne; em li benda nivîsên te ne.

Min bersivand û got: Keko tu zanî ku pir sal in min biryar daye û ez bi kurdî dinivîsim. Ger hûn dixwazin biweşînin ez bi kudî ji we re nivîsan dikarim bişînim; ji wê bêtir min sond xwendiye ku heta kurdî nebe zimanek fermî ezê bi tirkî nenivîsim.

Bi hêrs simbêla xwe ya pala lêrizand û got, ev çi nijatparastî ye?

Min bersivand, eger ku nijadperestî bi zimanê xwe jiyîn û ziman û çanda xwe jiyandin e ez nijatparast im. Lê dema ku ez bi tirkî binivîsim ez dibim sosyalîst ha.. Çima? Çima bi tirkî, ne bi kurdî?..

Gengeşiya me bi awayekî din berdewam kir; mesel anî ser mesela îcadên dîrokî; na nizanim kurd dibêjin yekem car teker me çêkiriye; cara yekem nivîs me îcat kiriye..di dîrokê de gelek tişt bi kurdan hatiye holê ye…

Min got, Keko ez naxwazim van gotinan biparezim, lê berda heta îro her tişt bi destî wê tirkan dest pê kiribû niha hinek tişt bi kurdan ve bila bên holê…Min bi hêrs got. Xwestina min dîsa em wergerin ser zimanî kurdî.
Min got, kê çi gotiye ew rewş û ramanên min ên ser rastiya ku ez dibînim kes nikare biguherîne. Ya herî girîng hebûna gelî kurd, çanda vî gelî û zimanî vî gelî ye. Ez bi dilêş im, dibêjim ji alî we ve tê xwestin kurd bê tune bin. El însaf keko, bêje, tu mirovek çawayî…

Gotinên xwe paş de kişand û got, “Emê bi we kurdan re çi bikin?“

Divê ku ez bêjim,  sosyalîstên Tirkiyeyê li me tarî mekin, bes e keko.


“Gundî bê rêz, konî bê pêz û ji merî dibêji ez ez…”
Doh em, Sadik, Adîl û ez li Kinaliadaya Stenbolê bûn. Adîl niha resamek navdar e; Sadik jî nivîskarek bi pênc-şeş pirtûk e. Her du jî heval û dostên min ên bîst û penç salan kevintir in. Sadik li vê dorava Kinaliadayê “gecekondi”yek ji xwe re kiriye. Em dawet kirin. Di keştiyê de me dev bi pirsgireka kurd kiribû û em ji keştiyê peya bûn gengeşiya navbera me ber dewam dikir. Wan her duyan dev bi biratiyê kirbûn û digotin em tirk û kurd ji hev neyên veqetandin. Min ji ber her tiştî dixwest hêjayî li ber heq û hiqûqa kurdan bê girtin; min digot veqetîn an bi hev re jiyîn ev biryara gelê kurd e… Gengeşî di nav me de wiha berdewam dikir. Em ketin dikana goştfiroşek ku ji xwe re goşt bikirin. Me silav da dema ku em ketin hundir. Goştfiroş kalek di qirara şeşt-heftê salî, por û simbêl sipî bû. Rû pak û bi kên, çav ronahî û zelal, birû tûj bû. Silava ku me da sitand û li me wergerand.

Me siparîşa xwe da; me got, ji me re gorî sê mirovan goştê ku li ser agirê sor bê bipijirandin amade bike. Goştfiroş got serseran û dest bi amadakirinê kir. Gengeşiya me di navberê de berdewam dikir. Kalê goştfiroş hem goştê bin destê xwe bi hostatî vedikir, hem jî, li me guhdarî dikir. Dema ku min qala tunekirina gelên ser vê axê kurd, ermen û rûman kir, kalê goştfiroş dest bi axaftinê kir. Got, ev bê heqî ye. Çima zimanek, çandek tê qedexekirin û gelek tê tunekirin; ez fam nakim. Em dikarin bi hev re ser axa xwe bijîn; ev axa me hemûyan e…

Kalê goştfiroş vegotina xwe berdewam dikir lê min dixwest jê bipirsim bi eslî xwe çi bû..Min texmîn dikir ev rûm e û firsandek dît vegotina wî birî pirsî: Ma tu rûm î? Got, na ez kurd im…Ez heyirîm; ji ker ku qet li kurdan nehatibû. Wê car min xwest ku çîroka wî bizanibim.  Min pirsî, ew çawa hatiye li ve doravê cih bûye? Got ez donzdeh salî bûm hatim vir; ez bi xwe kurdê Elazixê me..diya min kurdeke elewî bavê min kurdekî cafêrî bû…

Goştfiroş dev ji çîroka xwe berda, hat ser mijara me ya ku em di gengaşiyê de bûn. Bi hostatî ji aliyek goştê bin destê xwe çêdikir, ji alî din, fikrên xwe bi mînakên dîrokî û giregirên fikr û ramanan destek dikir vedigot. Ji dîroka yewnanên kevn, bi piranî ji dema Mihemed û ramanbîrên îslamê mînak didan û bi gotinên wan fikrên xwe têr dikir. Her du hevalên min bê deng mayîbûn lê guhdarî dikirin. Wî digot, guneh e, heyf e zimanek, hêbûyîneke mirovetiyê ya bi rûmet bê înkar kirin û ji holê rakirin…heyf e. Ez gotin eyb e. Ev dinya ne bi tene ji bo yekî ye; ya me hemûyan e…

Dema goştfiroş qala dewlemendiya zimanî kurdî kir Adil got, kurdî zimanek çêkirî ye; ji farisî, erebî û hinek ji tirkî hatiye çêkirin. Kalê me yê goştfiroş bersivand, hûn bi erebî an farsî dizanin an na…ez zanim..bi qasî ku ez dizanim ne kurdî, tirkî ji van zimanan pêk hatiye. Niha her ziman ji bo min yek e. Ez nebêjim tirkî tune..hûn jî mebêjin kurdî tune. Xalkê me bi vî zimanî diaxive..çima tê qedexekirin…berdin her kes bila bi zimanê xwe, bixwe hebe.

Goştfiroşî me hê gelek tişt got. Siparîşa me amade kiribû. Goştfiroş dest bi axaftina kurdî kir û berê jê min tişt fem nekir û min jê pirsî, ma dikarî dubara bikî. Dubara kir; peyv bi peyv girkan girkan got, “em kurd dibêjin, gundî bê rêz, konî bê pêz û ji merî dibêji ez ez…” dema ku ev gotin digot bi çavên xwe hevalên min nîşan dida û bi bibestê xwe girti bû dadiwêşand.

Adil wergeriya hat cem me pirsî, apo çi got? Min dubare kir; min got apo dibêje, em kurd dibêjin, gundî bê rêz, konî bê pêz û ji merî dibêji ez ez…
Adil got, ev gotinek û dengek çi xweşik e; wek şiîr e; xweş musîkî ye. Dikarî carek din min re dubare bikî. Min dubare kir, gundî bê rêz, konî bê pêz û ji merî dibêji ez ez… Wateya gotinê ji min pirsî. Min wergerand tirkî û wateya wê vekir, ji gundê ku bê bax û baxçê, konê ku bê pêz û merî bi tena xwe dipesne û ji xwe bêhtir tu kesî nasnakî dur bisekine.

Kalê goştfiroş ez hişyar dikirim, ji nîşandayîna wî min wiha famkir..Ji hevalên ku bi tenê nijadê xwe dipesnin û dibêjin ez ez dûr bisekine digot. Min wiha fêm kir.

Adil li ser vê gotinê kalê goştfiroş ji kurdî hezkiribû…Îro em li ku rûnîşin (tevî bibin) ev gotina kurdî bi min da dubare kirin. Ji kurdiya ku qebûl nedikir hezkiribû.

kazimpolat@hotmail.com

Hin Nivîsen Nivîskar

Ol û bawerî ji derve ve nayên guhartin

  • 08 Rêbendan 2022

Demekê di navbera Şivan Perwer û rewşenbîrên êzdî de bi rêya dijîtalê gengeşî û êrîşhevkirinek gur dibe. Ev bûyar hin tecrubeyên ji...

Çend notên li ser romana kurdî: Roman Hunera Netewebûnê ye

  • 29 Adar 2013

"Kê ava kir bajarê Tebenê yê heftderî?Di pirtûkan de bi tanê navê kêyan hayeMa kêy bi xwe bûn yên ku zinar heta wir rakisandin?"Bertolt Bredt (ji...

Bûyera Elî Tûmikan

  • 27 Berfanbar 2021

Bûyera Elî Tûmikan cara yekem min ji hevalekî tirk bihîstibû lê wî jî bûyer bi kûrahî nezanîbû, gotibû “Sed sal berê li...

Hemû Nivîsen Kazim Polat

Kazim Polat kî ye?

Nivîskar Kazim Polat ji kurdên Mereşê ye. Ew heta sala 1992'yan di nav çapemeniya tirkî de bi salan xebitiye. Lê di sala 1992'yan de dev jê berdaye. Tam wê demê gotiye: "Heta ku ez bi zimanî kurdî, an jî bi zimanê kal û pîrên xwe nikaribim binivîsînim ez dê tirkî nenivîsînim."
Piştî vê yekê bi temamî dest ji tirkî ber dide û bi kurdî dide distîne, dinivîse.
Ji destpêka salên 90'î ve li Swîsreyê dijî. Van salên dawî hem li wir, hem li Elbistanê ye.
Heta niha pirtûkek wî derketiye:
"Êşa Zimanê Min" (Ceribandin, Weşanên Şemal, 2015)

Youtube Me

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
Ev jî hene
ad

Komê Copa America eşkera bî

ad

Gotinên min li ser lîsteya pirtûkên ku nivîskaran pêşniyar kirine

ad

Vaye berendamên DTP'ê

ad

“Siya dema borî” derket

ad

Gotûbêjek li ser wêjeya kurdî û 'Handa'yê

ad

Orhan Dogan hat bibîranîn

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Arsenal an PSG? Encam diyar dibe

  • 29 05 2026
news

Festîvala Boreka Kurdan li dar ket

  • 29 05 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname