logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Rifat Arya/ Mesîla Dil

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Rifat Arya/ Mesîla Dil

Rifat Arya/ Mesîla Dil

Dizê we ji malê ye!

  • Dîrok: 24/05/2007

Hin nav û gotin û çîrok hene qet ji bîr nabin, hetan  ku hûn rihê şêrîn bi xwe re bigerînin ew wekî morîkên şîn di nava bîranînên we de wisakî diçilwirin.

Her ku hûn li paşeroja xwe vedigerin di nava labîrenta hiş de hûn bi wan re laqayî hevdu dibin. Her çiqas hûn terka zarokatiyê bidin û rahêjin berpalên temenek hê li jortir û di şiverêyên ciwaniyê re biborin û bi dilek şikestî xwe bavêjin pozê çiyayê pîrbûnê jî morikên we yên serpêhatiyan di nava zilmata paşerojê de hê şayiktir û xweşiktir dibiriqin.
 
Carna bayek berbangê yan jî surek hingûra berêvarê moriyek dilivîne. Ew jî diçe li yeka din diqewime. Yek bi yek hevdu hişyar dikin. Pê re, di nava we de xurmîniyek, şingîniyek  dest pê dike.
 
Dengêbêjê we hêdî hêdî destê xwe bi alî guh de radike û zirav zirav dilorîne.
 
Hûn dibînin ku hûn hê jî zarok in. Zarokek rûqermiçî, porsipî û ziknepixî... Bi çavên zuha, bi lêvên lerzokî hûn naletê li “feleka xayîn” dibarînin, wê feleka ku her roja xwedê li ber çavê we tiştin ji we didize û ne pêkan e hûn bikarbin xwe bi tayê wê ve berdin.
 
Dosteke dexsok e, her tim bi we dilîze, li ser asoyên we tevnên kêfxweşiyê li dar dixe, dilê we li nexş û nemûşên nebînayî  dibijîne, hûn xwe davêjin derdawên wê, hûn dikin ku çokên wê ramûsin, lê ew bi lez li we dibore, xapînok e, hûn jî her dixafilin...
 
Bi destekê silavê li we dike, bi yê din xweşiya we didize.
 
Destekê wê di stûyê we de ye, yê din dûvpişkên kor bera berîka we dide.
 
Bi we re dikene, hûn bi diranên wê yên mircanî dixapin, lê qîlên wê yên bi jahrî di qirika wê de veşartî ne!
 
Kenê we ji ser rûyê we hildigire û wê dike bihayê xemgîniyek dîn!
 
Hûn her li benda mizgîniyek xêrê ne, lê ew refên teyrên mêrkuj bi ser we de dişîne û lehiyên xezebê li we radike.
 
Lê taca zêrîn a hêviyê li ser qoqê wê xweşik ediliye, destê we nikare jê sar bibe. Hûn nikarin rû jê badin.
 
Xwişka we ya bêyom e ew !
 
We çîrokek guhdar kiribû; zozan û meydanên bextewariyê di dilê we de ava bûbûn! Wê, qalik ji ser çîroka we hilanî û hûn hiştin li ser erdek rût î sîqalkirî, di bin we de hespên we kor bûn, yek bi yek ling lê şikiyan, hûn man li ber bayek fîzînbar. Ezê bipirsim ji we: Qonaxa mirazên  we çiqas mabû dûr?
 
We pîreke êzîdî nas kiribû. Çavên wê şîn, biskên wê hinekirî bûn. Xizêmeke zîvîn li ser pozê wê, teqez bûkeke şeng bû di dema xwe de,  lê îro felekê bedewiya wê di laş de pûç kiribû. Bi dû vê pûçbûnê re karesatek din nemerdî kir û herdu çavên şîn jî bi êgir da xwarin. Wê agirê ku bi xwarina gundekî sax têr nebû û hinên din dan rêzê! Ma ezê pirs nekim ji we: Bo çi hûn sed axîn nakin ji bo wê êzidiya Şengalê?
 
We ji yarekê hez kiribû; çavên wê jixweber kildayî. Porê wê wek guliyên şengebiyekê bi ser de didaşilî. Ku pencere vedikir û sînga xwe dida tavê, dihat ku çav li kevir û hesin û polayê şîn werin, dihat ku mirî kefen li xwe biçirînin û serê xwe di axê re derînin, dihat ku xwedê jê biheside, wê ji destê we derxe û pê re paşperdeyî bibe!  Wê ew yara bedew jî ji we dizî! We kir ku hûn wê himêz bikin, lê ya ku di nava destê we de ji we re ma hew kirasekî vala û peritî bû! We kir ku hûn xwe bigihînin bêhna wê û we kiras ber bi bêvila xwe ve hilda, lê pê re bû xubarek hûrik û di nava tiliyên we de rijiya erdê.
 
Hûn bi ser çokan ve hatin xwarê. Serî li we hejiya, lêvên we ricifîn û dilê we yî reben hat ku xwînê rawestîne. We dikir û nedikir we nikaribû hûn yê ku timî ji we dibe nas bikin. Bayê kersaxê li we rabûbû û bi xwe re dengek ji dûr dianî: dizê we ji malê ye, yawer, li morîkên xwe yên şîn miqate bin !
      
15 adar-07 / Mêrsîn
 

Hin Nivîsen Nivîskar

Siyabend û Zîn, Mem û Xecê

  • 01 Gulan 2008

 Siyabend xortekî serhildêr e. Mêrekî bi bext, şervanekî dîn e. Paxavê bi beg û giregirên eşîran nake. Serî ji zilmê, neheqî û...

Çîrokên Mînîmal

  • 28 Gulan 2007

Ez bawer im li Tirkiyeyê, yê ku cara yekem xwe li çîrokên mînîmal ceriband Ferîd Edgu ye. Di nava kurdan de jî, heger em çîroka bi navê 'Baba'  ya...

Berf û Xwîn-II

  • 07 Sibat 2010

-Ji bo xatirê te hêjayê-Li zivistanên ku berfê dida ser banê difikirim. Dema ku seqemê guliyên darebiyan diquraft ez li ber deriyê malê li benda...

Hemû Nivîsen Rifat Arya/ Mesîla Dil

Rifat Arya/ Mesîla Dil kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ji Artêşa Rus 18 mirî hene

ad

Li Almanyayê 50 hezar kes ji bo rojek ji mala xwe têne dûrxistin

ad

Li Hewselê dîsa daran dibirin

ad

*KAKÛNÎ

ad

Di balafirê de pirtûk xwend hat binçavkirin

ad

Meaşê Ersîn Duzen û şirovekarên din

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname