Diyarname
Îsal 17’ê mehê "Roja Diyariya Pirtûkan" e. Komeleyê bangî pirtûkhezan kir ku ew jî pirtûkek diyarî kesek din bikin.
Li Tirkiyeyê her yekşema sêyem a meha avrêlê wekî “Roja Diyariya Pirtûkan” hatiye qebûlkirin. Ji vê armanc ew e ku xwendina pirtûkan pêş bixin û pirtûkan diyarî kesên pêdivî pê heye bikin. Weqfa Ji Bo Her Kesî Pirtûk (Herkese Kitap Vakfi) di vê çarçoveyê de bi diruşma "Ji bo Tirkiyeya dixwîne ji bo her kesî li her derê pirtûk” xebatên xwe didomîne. Li ser vê rojê Serokê Weqfê Bulent Şenver daxuyaniyeke çapemeniyê da û wisa got, “Li ser diyariya pirtûkan a ji bo zarokên lêkolîneke hatiye kirin. Li gor vê lêkolînê Tirkiye di warê wekî diyarî dayîna pirtûkan ji bo zarokan de di nav 180 welatan de di rêza 140’emîn de ye. Xuya me ya ku em pirtûkan diyarî bikin tune ye. Pirtûk diyariya herî bi qîmet e. Xwendin wisa xuyek e aqil, rih û wijdanê mirov pêş dixe. Em dixwazin her sal di yekşema sêyemîn a avrêlê de mirov pirtûkan diyarî hev bikin. Pirtûkek pêşerojek e. Her pirtûk pencereyeke vedike. Nebêjin kesek min ku ez pirtûkek diyarî bikim tune ye. Yekşema sêyemîn a avrêlê pirtûkek bigirin destê xwe, derkevin derve, bêyî li temenê hûn binêrin bêjin ‘ev pirtûk diyariye bo te’ û pirtûkê di destê xwe de bidinê. Ji bo em Tirkiyeyeke dixwîne biafirînin bila her kes pirtûkek diyarî bike.”
Îsal di vî warî de hin çalakî jî têne li dar xistin. Ev weqf li Îstînye Park, ÎBB (Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê) jî li Mînîaturkê ji bo vê yekê dê çalakî li dar bixe.