logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
  3. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  4. Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'
  5. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

Berken Bereh / Belalûk

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Berken Bereh / Belalûk

Berken Bereh / Belalûk

Dîroka helbesta kurdî-X: Qonaxa Hawarê: Cegerxwîn

  • Dîrok: 05/05/2009

Dîroka helbesta kurdî-X
Qonaxa Hawarê, Cegerxwîn

 

“ji ku ye?”, “li ku ye?”, diçî ku?” nebî
Cîhan tev seranser welatê me bî 
Cegerxwîn

Bê guman “Hawar” hê di hejmara yekê de bîr û baweriyek xurt dide mirov ku damezrîner û rêveberên wê xwedî hişmendiyeke zelal,fikreke modêrn û armanceke pîroz e.Ji xwe di demeke kin de “Hawar”dibe dibistanek ji bo helbest û wêjeya kurdî.Kesên mîna Cegerxwîn,Osman Sebrî, Qedrîcan hewl didin ku helbesta kurdî ji nîr û zincîra kevnare rizgar bikin.Ji ber ku her yek ji wan Pêşewayan xwedî taybetmendiyên cuda ne dixwazim yek bi yek wan û helbesta wan binirxînim.Da ku reng û dîmena qonaxa hawarê bi hurgilî bête destnîşan kirin.
Cegerxwîn yekemîn kese ku xwe li helbesta kurdî girtiye û xwestiye kiraseke nû li wê bike. Ger em dakevin qesra helbesta Cegerxwîn em dê bibînin ku helbesta kurdî çawa aso û bergeha xwe fireh kiriye û xwe gihandiye çerxa nûjeniyê. 
Seydayê Nemir li Dêrikê (Şebetxanê) dest bi nivîsandina helbestê dike. Cara yekem li hember neqenciya melayek ku xwarina wan çêkiribû nehiştibû bi wan re lê bi feqeh û zarokan re bixwin nivîsandiye. Vê serpêhatiya xwe di kitêba xwe ya “Jînenîgariya min” de wiha dibêje;
“Min di wê çaxê de ristek nivîsî da destê Mela Îskender Efendî û Seydayê mezin got:
- Kuro kê ev rista ha çêkiriye? di bersivê de min got;
- Ezbenî min çêkiriye. (Seydayê mezin got;)
- Ji bil ko di biwara we de Mela Yûnis neqencî kiriye, lê ev rista te gelek xweş hatiye. Pê de here tê bibî ristevanekî mezin. Ew rist;
              “Ehmedê Qêsim şehê bêkevçi ye,
              Li bin siya darê tenê rûniştiye
              Mela Elî zû gazî Haris,Hemo kir
             Gotî; em çûn hûn werin teşbîhê gur”(r;91)
Belê ji van ristan jî xuya dike ku Seydayê Mezin li hember neheqî û sitemkariyê helbest nivîsandiye û heta dawiya temenê xwe jî ev taybetmendî û berxwedêriya xwe domandiye. Di dîwanên wî de beşa mezin ev cure helbest cî digrin û navê wî bûye şûr û gurz di destê xizan û jaran de hember desthilatdar û zordar û sitemkaran.
Seyda ji bo xwendina xwe hem li navçe û bajaran digeriya û hem jî ristên xwe dinivîsandin. Exleb bi awayê Ehmedê Xanî ku teşeya di Mem û Zînê de bikar aniye dinivîsand. Lê dema li Amûdê Mîr Celdaet Bedirxan lê bû mêvan û bo helbest nivîsandinê qala rê û rêbazên nûjen kir, dev ji teşe, awaz û honandina berê kir. Seyda di vê der heqê de wiha dibêje;
“Zû gazî min kirin û gotin; Mîrê Botan dixwaze te bibîne.
Dilxweş çûme cem Mîr û ji min hin pirsên torevanî, ristevanî kirin û dawî got;
- Dixazim ez hin ristên te bibihîzim.
Min hin ji ristên xwe jê re gotin û wî ji min re got;
- Ristên te yên yekane pir xweş hatine. Dixwazim tim li vê gorê çêkî û ji min re bişênî Şamê ku di Hawarê de belav bikim. Bi ya min be, tê dev ji awayê Xanî, Mem û Zînê berdî. Ev îşê çîrokan e seyda!
Min gotina wî xiste serê xwe.”

Cegerxwîn êdî helbest û ristên xwe ji Mîr Celadet Bedirxan re dişîne û bi saya Mîr Celadet Bedirxan û Kamûran Bedirxan helbest û ristên wî di kovarên ”Hawar”, ”Roja Nû”, ”Stêr” û “Ronahiyê” de tên weşandin. Bi van kovaran nav û dengê Cegerxwîn li her deverê ku kurd lê dijîn belav dibe.
Cegerxwîn êdî ne mela ye, ristevanekî hosta û helbestvanek hêja ye. Melatiyê tenê bo aborî û jiyana xwe ya rojane berdewam dike. Kar û xebata wî ya herî giran li ser helbestê ye. Tim dixwîne û dinivîse. Bi her xwendin û gera xwe ya li welêt û serpêhatî û qewimînan turikê xwe dadigire û wan bi ristan li ser kaxizan reşdike. Berhemdarî û pir nivîsandina wî, bi ya min bi jiyana wî û rewşa welêt ve girêdayî ye. Ew bi xwe mirovek diltenik, nazik û hestiyar û pêjinkar bû ye. Ma êdî kesekî xwedî van taybetmendiyan be dikare li welatek ku serî heta binî di nav bextreşî, talan, êş û azar û sitemkariyê de dinale, bi rehetî binive û neqîre. Wê demê welat li ber çavên wî tê parçe kirin, talan kirin, wêran kirin. Xizanî, jarî û bindestî heta heft qatên ezmên hilkişiya ye. Di navbera êl û eşîran de tim kuştin, talan kirin û malwêranî ye. Şêx, axa û beg li ser gel zordariyê dikin. Her raperîn û berxwedanek kurdan ji ber van sedeman têk diçe. Her ku diçe têlên zingarî li ser gerdana welêt tên şidandin. Helbet di van şert û mercan de rist û berhemên Cegerxwîn jî li ser van babetan û mijaran ava dibe. Ew têdigihîje ku heta şêx û axa û beg serdestê gel bin û pêşengiya wan bikin dê tu derd û birînên kurdan çareser nebe. Ji bo vê yekê jî her tim di civat, civîn û şêvbêrkan de dijberî û giliya wan dike. Dixwaze ku kurd rojeke nêzîk de hişyar bibin û xwe ji bin zilm û zordariya wan rizgar bikin.
              “Kurdmanc hemî axa û beg û mîr û mela ne,
               Hikmet ev e, her dem ko belengaz û geda ne.
          
               Axa û began destê sitem daniye ser wan;
               Talanker û diz û keleş û bê ser û pa ne.

               Şêxan û melan xişt û def û ayet û enwar
               Wek gurzê giran dane milan,şêrê xuda ne.
                .................................................................
               Zana ne li cem her yekî sed xap û du sed fen,
               Kurdmanc reben hov û dewar,dîl û bela ne.

              Ma ez ne ji ber derdê ewan bûme Cegerxwîn
              Ev derdê li nav Kurdê wekî jan e di can e. (Dîwana Kîne Em r;38)

Cegerxwîn mirovek ronakbîr û hişmend bû û di bîr, bawerî û ramanên xwe de nûjen bû. Qasî helbestê ji siyasetê û felesefê jî fam dikir. Wî dema behsa kurdan dikir dixwest bibêje ku kurd miletek in û ewî tu car parçebûna welatê xwe ne eciband û her çend kurd ne xwedî dewlet û komarê  bin jî wî tim behsa Kurdistanê dikir.
            “Bax û bostanim ka?
             Ax,gulistanim ka?
             Dijmin tev girtin ax!
             Ax,Kurdistanim ka?
             “Kîne em?
              Kurdê Kurdistan”(Dîwana sêyemîn)
              “Xakî Kurdistan bi qurban pir ciwan û paqijî”(dîwana uyemîn)

Cegerxwîn mirovek gelperwer û mirovperwer, hestiyar bû. Aşiq û dilsozê gelê xwe bû. Ji qewmiyeta xwe gelek hez dikir. Kurdperwerek bêhempa bû. Heta goşt û neynûk û bi hemû şaneyên xwe li neteweya xwe xwedî derdiket. Ewî baş dizanî ku riya inernasyolî jî bi xwedîderketina neteweya xwe ve girêdayî ye. Ango kesê ku hez ji neteweya xwe neke û pê ne bawer be nikare bibe internasyolîst jî.
       “Marksîmê dixwazim,
        Li her derî dibazim,
        Kûbîme-serfirazim
        Berê her tiştî Kurdim.”

Hosta û Mîrê helbesta kurdî Cegerxwîn di biçûkatî û heta bêhna xwe ya dawî hiş, mêjî û wî dilê xwe yê pak tim ji bo xizan, belengaz, hejar û karkeran re bikar anî. Lew re wî hê di zaroktiya xwe de gelek zilm û zor û neçêyiya, axa, beg û kevneperest û şêx û melayan bi xwe dîtîbû û gelek ji destê wan kişandibû. Ji bo vê yekê jî her tim dixwest gel li van xwînmijan bihese û himber wana hişyar be û berxwe bide. Ewî dizanibû ku heta ev zaliman hebin welat zor tê rizgar kirin. Ji ber ku wan tim hevalbendiya mêtingehkaran dikir û dijminatiya gelê xwe ji xwe re ji bo pereyan bidest bixin bikar dianîn.
         “Ev rengê biratî me nevê ger timî wa bin,
         Hevsar me girêdayî bi kurtanê kera bin.
         Ew begler û axa û emê jar û geda bin
         Ew rençberê dijmin û emê rençberê wa bin.
         Ey karker û cotkar bese,dem hatiye rabin!”(Dîwana Duwemîn-Sewra Azadî-1954)

Hostayê peyva kurdî Cegerxwîn di hiş, raman û bîr û baweriya xwe de mîna serkaniyên li zozanên welatê xwe zelal û ronî bû. Ewî her katê jiyana xwe de bo hişyariya gel û jiholêrakirina kevneperestiyê têkoşa. Hem bi rabûn û rûniştina xwe ya rojane û hem jî bi peyamên xwe yên di rist û çarîn û helbestan de bi rikeberî da xuyakirin. Ne hemberê olê bû. Lê himber wan kesên ku olperestî bo berjewendiyên xwe bikar dianî. Kevneperestî, olperestî û paşverûtiya şêx û melayên sextekar anî ziman;
         “Me be olperest ey hevalê delal
           Bi her kesre rast û diristbe heval.
           Bizan ko ne bes ol etizbî û xişt
           Di bin banê şêxan de milet birişt

           Heçî tiştê pak edi her ol û dîn
           Bihûne,birêse,ji bo me werin.”(Dîwana Zend-Avesta r;123)

           “Beg û şêx û axa,diz û zorker in
             Di çavên me de hê wekî rêber in”(H.D.r;163

             Ne rojî ew e ko xwe birçî dikî
             Belam zanibe ka ji bo çi dikî?(H.Diwan-165

Seyda Cigerxwîn di heman demê de mîna bijişkekî zana û jêhatî û xwedî zaninê bû. Ewî di beytên xwe de tiştine ku ji bo tenduristiya mirov ne baş in birêz dike û dibêje xwe ji wan dûr bixin;
            “Tu parêzê bigre ji tiştên bi rûn
              Eger ko bixwî jî,bixwe nerm û ron

              Geya û ber û zebze bêtir bixwe
              Çiqa ko bi xurtî bikarî bixwe

              Çi tiştên ko tê de witamîn heye
               Bixwe ew ji bo te gelek fêde ye

               Ne dagre ne vala bihêle tu zik
               Ji şor û tewaşê xwe bigre bi rik

               Mexwe herçî tiştê bi don û giran
               Tu qenc hûr bike bide ber diran”(H.Dîwan165-166)
         Seyda himber êlperestî û neteweperestiyek xav bû;
               “Mebe êlperest ey kurê xwendevar
               Hemî kurd yek in ey keça namîdar
               Dema nema êl û bavik nema ey heval
               Di ser rebihirtin gelek çax û sal
               Rizîne,genîne,mebe êlperest
               Ku dijmin ji bavê me ev reng dixwest
               Çi Xerza û Bota û Zaza û Tor
               Çi Kurmanc û Kelhor,çi Goran û Lor
               Hemî qey ne kurd in çima perçe bûn?
               Bi destê neyaran ve berdan hebûn”(Zend-Avesta r;115-116)

Gelek nirx dida kesên ku bi zimanê xwe diaxivin. Lewre wî baş dizanî hîm û stûna bingehîn a netewbûnê ziman e. Ji bo wê jî tim bangî gel dikir ku bi zimanê xwe re rabin û rûnên û heta ji wan dixwest ku hînî zimanek dewlemend jî bibin;
                “Vejêne zimanê xwe ey xendevan,
                  Nebûye milet hîç kesek bê ziman

                  Tu kurmanciya xwe ji bîra nekî
                  Eger baş nizanî divê zêdekî

                  Zimanê biyanî dixwênî çira
                  Zimanê xwe carek naxwênî bira?”(H.Dîwan r;77-78)

Seydayê Nemir her wekî derheqê şoreşgerî, serxwebûn, propaganda Nêçîrvanî, Lîstik û yarî, evîn û evîndarî, jin, dîrok, kesayetiyên hêja, dostî,biratî, şer aştî....jî nivîsine. Seyda her tim biratiya gelan, wekhevî û azadî daxwaz kir. Ji bo gerdûnek paqij, zelal û hawirdorek hêşîn têkoşiya. Geh delalî, jarî û bindestiya gelê xwe der kir, geh li kêleka Robson azadiya reşikan xwest;
            “Ey heval Robson
            Derdê min û te ev derdê giran
            Zordestiya ku hate nav cîhan
            Fermo em herin
            Tevde bigerin”(Sewra Azadî-1954)

Kurtasî înternasyolîstekî gewre û dilsoz bû. Berî her kesî ji bo filistiniyan qîriya (helbestên Dêryasîn û Telzater). Raperîn û têkoşeriya Wîetnamiyan bi coş û helecanê dişopand;
        “Diyan-biyan-fû,Diyan-biyan-fû!
        Lingê koledar li ser te rabû.
        Kurên te gernas xwe dane kuştin
        Navek pir bilind ji bo te hiştin”(Sewra Azadî-1954)

Bengiyê aştiyê û hevalbendiya gelan bû.Heta jê dihat banga aştiyê dikir û rû û encama şerê kirêt derdixist holê;
          Ji hev re bêjin derd û kulên xwe
          Bikin yek hemî bîr û dilên xwe
          Barê aştiyê hildin milê xwe
          Guh nedin reng û deng û cilên xwe.

           Carek bipirsin ji xortê Qurî
           Ka ber dinasî girsî û hurî
           Li ber firokan çi tişte dûrî
          Di şer de her dem xwîne difûrî.”

Zimanzan, lêkolîner û wêjevan Qanatê Kurdo ji bo Cegerxwîn wiha dibêje; ”Merivê baş her çar dîwanê wî bixwîne(hingê tenê çaran dîtibû), mijûlî naveroka wan û sazmaniya wan be, wê bê ser wê fikrê û wê ramanê, û bêje bi rastî her çar dîwanên Cegerxwîn ansîklopediya peydabûn û pêşveçûna neteweyê kurd e, ya helketin, serketin û daketina şerê serxwebûna kurda ne,ênsîklopediya rabûn û rûniştina kurda ye, ya hevbendiya kurd, ereb, faris û tirka ne.” (Zend-Avista-Şefaq,r;29) 

HUNER Û AFİRANDİNA WÎ

Seydayê Cegerxwîn di helbesta kurmancî de ekoleke. Ewî hemû ezmûn û ceribandinên beriya xwe têkbir û di helbestê de serdemeke û qonaxeke nû da destpê kirin. Bêhtirîn jî helbest ji qata jorîn ango ji seray, qesr û qonax û koçkan derxist û anî li meydanê li nava gel raxist. Helbesta kurdî bi wî kete nav gel û hemû çîn û qatên milet. Ewî naveroka helbestê ji nû ve saz kir û vegot. Êdî bi wî hemû bereyên gel bi êş, azar û xem û kulên xwe cih girtin. Ango deriyê helbestê ji civakê re vekir. Di vê derheqê de Ehmed Huseynî wiha dibêje;
”Helbesta kurdî di destpxwe de, yanî ji Elî Herîrî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, û Ehmedê Xanî heta ku digihije Qonaxa Cegerxwîn, yanî heta gihîşt qonaxa wê helbesta dibistanê, ku di zimanê zanistî de jê re Skolastîk tê gotin, nifşekî spartiye nifşê din, heta ku gihîştiye Cegerxwîn, tu guhertin tê de çênebûye.
Yek ji şagirtên herî dilsojane yên wê ekolê Cegerxwîn e. Lê di vir de, rola Cegerxwîn pir balkêş bû. Cegerxwîn faktorên bingehîn ên wê helbestê herifand. Cara pêşîn Cegerxwîn ew helbest bi civatê ve girêda. Yanî veguheztineke bingehîn xiste sitrûktûra helbesta klasîk. Ew jî, ber bi civakê ve kişandina helbestê bû. Yanî ji forma wê ya metafîzîkî, wekî ku Sokrat felsefeya yewnaniyan ji esmanan daxist erdê, Cegerxwîn jî helbesta kurdî ji metafîzîkiyê ber bi civakê ve anî û ber bi bûyerên rojane ve kişand.” (Jiyana Rewşen-Hejmar43.r;16)

Seydayê Cegerxwîn van mijar û babetan bi gelek şêwe û awazan nivîsandiye. Di dema destpêka helbest nivîsandinê de bêhtir di bin bandora Melayê Cizîrî de bû ye û şêwaz û teşeya wî û ê Ehmedê Xanî bikar aniye. Ango bi arûz nivîsandiye. Ev formên han jî exleb wê demê ne tenê di wêjeya me de lê di wêjeya hemû gelên rojhilatê de hebû. Formên nivîsandinê jî an mûxames (pêncane), mesnevî, qasîde, rûbayî û xezel bû. Dema Celadet Bedirxan lê dibe mêvan û jê dixwaze dev ji vê stîla nivîsandinê berde, ew jî berê xwe dide helbesta nûjen û rê û cihokên wê. Êdî ew mijarên xwe bi piranî kêşa kîteyî dinivîsîne û ew cûre jî di nav xwe de dibine beş;
       1-helbestên şeşbangî(şeş kîteyî)
       2-helbestên heftbangî(heft kîteyî)
       3-helbestên heyştbangî(heyşt kîteyî)
        4-helbestên dehbangî
        5-helbestên 11-12-15 bangî

Di piraniya helbestên wî de kêşesazî (kafiye) heye. Helbestên wî bi teql tên gotin û bendên wan di dawiyê de bi hev ve tên girêdan û wiha jî ritm û awazeke xweş jê derdikeve. Dema mirov helbestan dixwîne ew ritm û awaza hundirîn ji xwe de dibe sedema melodiyekê û mirov dibêje qey meriv stranan distrê. Ji xwe gelek helbestên wî bûne bingeha stranan û dengbêjan kirine stran. Niha çend mînakan em ji wan bidin;
             Biskan tu bes çîn-çîn bike
             Miskîn muqabik dîn bike
             Seyda tu bes xemgîn bike
             Pêşkêşî yek biskên xwe ke
                   Milkê “xeten” textê “xeta”(Mûxames-pêncane)
            Di dawiya ristan de jî”bike” “bike””ke”dibe qafiye.
            “Tu serbest bijî pir xweş e ev jîyan
             Ne tenha ez û tu,belê tev cîhan”

Ev her du rist jî mînaka beyitê ye û dawiya wan bi “jîyan”, ”cîhan” diqede û qafiye heye û di heman demê de jî ev cure helbest jî her dem ji alî Seyda Cegerxwîn ve ji ber ku ji panzdeh beytan dibihure dibe mînakên qasîde jî. Di heman demê de mînaka yanzdeh kîteyê ye jî.
               “Delal û rind û şêrînê!
                Were nik min şeva înê
                Wekû Zehra û Perwînê
                Ku xanî têk de gulşen bî”
          Ev a li jor jî mînaka Rûbaiyê ye,ji ber ku ji çar ristan pêk hatiye û bi qafiye ye û ji heyşt kîteyê pêk hatiye.
Dîsa di helbestan de lîrizmeke berbiçah heye. Her rist bi hev ve tên girêdan û mîna çem û rûbarên me ku ji lûtkeyên çiyayan bi xumexum û xuşexuş diherikin bi awaz û dengekî xweş in. Gelek ceribandinên ku tenê cara ewil wî bikar anîne jî hene û bo helbesta me ya nûjen bûne bingeha afirandinê. Çend mînak;
           “Gul-guj û him-him Ferat im,Ferat...
            Xuş-xuş û xum-xum Ferat im,Ferat...
               Ferat im,kêferat im
                   Kar im,xebat im
                       Jîn û felat im
                            Va ye ez hat im.”

Dîsa;
             “Leyla bijî,sed afrein
               ji bo me bûye ol û dîn
               dîsa li min der bûn birîn
               heta ciger min bûye xwîn
                    Leyla kî ye?
                        Leyla jin e.
                           Leyla min e
                                Leyla min e...  
 

ÇAVKANÎ;
1-Kîne Em-A.Balî (Pelêsor Yayınları-1992)
2-Zend-Avista-Şefaq (Weşanên Deng-Stokholm 1981)
3-Hêvî-Aştî (Weşanên Deng-Stokholm-1983)
4-Antolojiya Helbestvanên Kurd (Pelêsor Yayınları-1992)
5-Jînenigariya Min-APEC û Keyo Cigerxwîn (Stokholm 1995)
6-Jiyana Rewşen-(2000.hejmar 43)


(Dê bidome)

Beşên din ên vê rêzeyê:

- Dîroka helbesta kurdî-IX
Qonaxa Hawarê

- Dîroka Helbesta Kurdî-VIII

- Helbesta kurdî VII

- Dîroka helbesta kurdî-VI
Damezrandina Helbesta Netewî


Çirûskên nûjeniyê, Dîroka helbesta kurdî-V-

 2008 û helbesta me -4-

2008 û helbesta me -3-

2008 û helbesta me -2-


2008 û helbesta me -1-

berken.bereh@yahoo.com

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Helbesta Bakur: Stêrkeke geş li asîmanê Serhedê: Edo Dêran

  • 04 Tîrmeh 2009

“Cihê ku tu lê sekiniyî bikole!”gotineke swêdiyanPiştî Şerê Cîhanê ya Yekemîn welatê me ji alî dagirkeran ve bi saya dewletên...

Sembola helbesta nifşeke xweragir: Rojen Barnas

  • 22 Rezber 2009

Helbesta Kurdî-XIVTÎRÊJ Sembola helbesta nifşeke xwragirRojen Barnas Rojen Barnaskengî ewrek bi gurgurerobarek bixulxulequmriyek dakeve ser avêhelbest tê bîra minhêza...

Dîroka Helbesta Kurdî-VIII

  • 13 Avrêl 2009

                       Dîroka Helbesta...

Hemû Nivîsen Berken Bereh / Belalûk

Berken Bereh / Belalûk kî ye?

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Îro jî zarok ji ber şîr nexweş ketin

ad

Demîrtaş: Divê êdî em HDP'ê mezin bikin

ad

Fûara Pirtûkan a Rihayê dest pê kir (Hat nûkirin)

ad

Brezîlya derket fînalê

ad

Serêke newî - Saleke nû

ad

Li vê binêrin, gelo navê we qeydkirî ye?

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

  • 18 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026
news

Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'

  • 20 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname