Diyarname
Li Rihayê 7'emîn Fûara Pirtûkan îro dest pê kir. Hin weşanxaneyên kurdan jî lê stand vekirine û nivîskarên wan jî dê pirtûkên xwe îmze bikin.
Fûara ku ji aliyê Eylul Fuarcilik ve tê organîzekirin Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê piştgirî dide. Di fuara îsal de gelek weşanxane û sahaf hene. Ji weşanxaneyên kurdan Weşanên Nûbihar, Weşanên Avesta, Weşanên Sîdar û Weşanên Dara stand vekirine.
WELAT DILKEN LI STANDA NÛBIHARÊ YE
Yek ji edîtorên Diyarnameyê Welat Dilken 17'ê mehê wê li standa Nûbiharê pirtûka xwe 41+1 îmze bike. Pirtûka helbestan a Dilken "41+1" par ji Nûbiharê derketibû.
AVESTA DU ÇALAKIYAN LI DAR DIXE
Weşanên Avestayê li fûarê du çalakiyan li dar dixe. 23'ê mehê saet 14'an de li Salona Konferansê ya 2'yan bi sernavê "Dadgerê Kurd Fak Bucak, Jiyana Faik Bucak panelek li dar dixe. Di panela ku Pirkan Kiliç dê moderatorî bike de wê Sertaç Bucak biaxive. Ew ê bi vî awayî di 58'emîn kuştina Bucak de wî bibîr bînin.
Çalakiya din jî bi sernavê "Rengvedana Evînê û Şi’ra Modern" e. Çalakî 24'ê mehê saet 13'yan de bi moderatoriya Omer Faruk Baran li dar dikeve. Helbestvan Berken Bereh wekî axifger dê beşdar bibe. Piştî panelê Bereh wê pirtûkên xwe îmze bike.
Fûara Pirtûkan a Rihayê heta 24'ê mehê her roj saet di navbera 10.00 - 20.00'an de vekiriye.



***



