logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Berken Bereh / Belalûk

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Berken Bereh / Belalûk

Berken Bereh / Belalûk

Dîroka Helbesta Kurdî-VIII

  • Dîrok: 13/04/2009

                       Dîroka Helbesta Kurdî-VIII.
                          Ber bi helbesta henûn û jîndar
           

Giyane dilniyabe,cige le tu,
Gulek niye lem cîhanê
Jîla Huseynî

Helbesta kurdî her dem di bin sîtava bizava neteperweriyê de maye.Lewre kurd wek neteweyek hê jî li ser xaka xwe ne azad û destlatdar in.Her çiqas li başûrê welêt reng û durveke destlatdariyê bixweyê jî hê jî dahatûya wê bi mij û guman e.Ev tirs û metirsî piştî destkeftinên fidiralî jî di ruh û giyanê helbesta kurdên başûr de berbiçav e.Eva jî rê nade ku helbest di cihoka xwe ya asan de biherike û aso û deliveyine nû bidestxweve bîne.Lew helbesta bergirî û bilind ragirtina hestên netewî dîmen û mijara serekene.

Beyana ruwangê di demeke kin de karî xwe bigihîne hemû helbestvanên başûrî.Lew bi otonomiya 11 adarê kurdan karî sazî,dezgeh û kovarên çandî û kulturî bi hêsanî belav bikin.Di sala 1971 de êketiya nivîskaran hate damezrandin.Dîsa gelek kovar û rojname hatine amadekirin û weşandin(hewkarî,Beyan..).Di van rojname û govaran de em rastî şopên vê nûxwaziyê tên.Xelîl Dihokî yek ji van kesane ku bi berê helbestê da bergiriyeke çînayetî “heta kengî dê xaniya ava ken û/qet nagehin têde runin!qurbaniya den û dê her/hejar bimînin!

Helbesta kurdî di bin nîrê erûza erebî rizgar bû.Zimên û bikaranîna wê ya helbestyane derfet û delîveyine nû bidest xist..Form û şêawzeke nû xwe da der.Peyv û hevoksaziya helbestî û bicihkirina hêmayê di helbestê de estetîka behremê derxiste pêş.Bi vî awayî xwe bera cihoka modêrnîteyê de berda û herikî.

Ger em çend mînakan bidin;Jeneralî Payîz ya Heme Omer Osman,Yadît a Ferhad Şakelî,Gulya Genimî ya Mueyyed Teyîb û Mihsîn Qoçan,Ehmed Qerenî,Hesen Silvanî…her yek ji van hozanan karîn di helbesta başûr de pencereyeke nû vekin.Her tişt li ber destê van camêran bû mijara helbestê.Ji demsalekê bigir,ta boyaxçiyekê karî xwe di gerdûna van helbestvanan de bibîne.Bi vî awayî helbest daket nava jiyanê û gihîşt xwediyên xwe.

Her wiha gelek keç û jinên kurdan destavêtin pênûsê rewş,êş,xem û kulên xwe bi helbestê derbirîn û li çareseriyekî geriyan.Di van helbestan de hestên germ û zimanê sade û vegotina jidil kir ku ew hişkî û reqiya di helbesta kurdî de bê renîn.Sebriya Hekarî,Nezîre Ehmed,Hêvî Berwarî,Hîwa Qadir Kejal Ehmed,Xelat Ehmed çend ji wan kesanin ku xwestin jiyanek bi bêhna pirteqalande bineqişînin li vî welatê bûye dîlê êşê û raperînê.Ev ristên li jêr bawerim dê bikaribe bibe nîşaneya zimanê helbestyane a başûr;
                             Wek lehiyê di ber te re derbas bûm
                             Kenê çavên te b imin re hat
                             Û sihikên te yên di dengê min de mayîn
                             Têra bêrîkirina vê êvarê jî dikin.(Xelat Ehmed)

Bê guman ev dîmena bextewariyê di salên heşteyî de zer bû,çilmisî.Lew şerê di navbera îraq û  îranê despêkir û bi vê sedemê jî hemû sazî dezgeh û rojnameyên kurdan hatine girtin û pest û pêkutiyeke ecêb li ser wan hate meşandin.saziya êketiya nivîskarên kurd hate girtin û li şûna w êli bexda yekitiya nivîskarên îraqê hate damezrandin.Lê kes ji wêjevanên kurd nebû endamê vê komeleyê.Di serde jîg elek ji wan mecbûr bûn ku koçî ewropa bikin.Li wir gelek kesên di berê de siyaset dikirin dest avêtin pênûsê û bi riya wêjeyê pireke xurt di nav bera welêt û ewropa de ava kirin.Her wiha bi têkiliya kurdên parçeyên din(lew ew sal di heman demê de salên tarîne li bakur û rojhilat jî) û fêrbûna zimanên biyanî û xwendina pirtûkên wan yên edebî,karîn qonaxên baştir ava bikin û bi sedan berhemine tomar bikin,wergerînin û binivîsînin.

Piştî bidestxistina destlatdariya herêmî (1991) helbesta kurdî dîsa li ser axa xwe karî xwe ji toza xerîbî û neçariyê dawerivîne.Sazî,dezgeh,tv,radyo û rojnameyên kurdî wek berfînên biharê serê xwe rakirin.Helbest wek jîndarekê daket li kolan û jûrên bajar û gundan û zenga dilê evîndaran renî û hêvî,dawxaz û xewna insanên çi ji rêzê çi maldar ragihand şahê mirazan.Bi kurtasî reşbeleka helbestê gihaşt xwediyên xwe.

(Dê bidome)

 

Nîşe; Min dixwest da xwendevên netengije,hemû jêderkên vê xebatê di dawiya nivîsêde destnîşan bikim,û sapsnameyekê ji hemû kesên min ji keda wan sûd wergirtiye re binivîsim.Lê birêz Selîm Temo nameyek gazindane j imin re şand ku çima ez jêderkên xwe nanivîsim.Min heq dayê û va ez hemû jêderkên xwe li jêr rêz dikim û spasiyên xwe radigihînim kesên keda wan di vê rêz-nivîsarê de hene.
 
Jêder:

Antolojiya helbesta kurdî.cilt;I-II (Selîm Temo
Dîroka wêjeya Kurdî-Feqî Huseyîn Sağnıç
Helbesta Hevçerx-Cilt:I-II-III (Xelîl Dihokî
Malperên;
Avestakurd.net
Amude.net
Mehname
Kovarên internetî;
Peyv
Nubun


Beşên din ên vê rêzeyê:

- Helbesta kurdî VII

- Dîroka helbesta kurdî-VI
Damezrandina Helbesta Netewî


Çirûskên nûjeniyê, Dîroka helbesta kurdî-V-

 2008 û helbesta me -4-

2008 û helbesta me -3-

2008 û helbesta me -2-


2008 û helbesta me -1-

berken.bereh@yahoo.com

Hin Nivîsen Nivîskar

BEYTIK

  • 01 Avrêl 2013

Ji bo pênaseya helbest û helbestvanî ji roja roj û ta îro gelek kesan sere xwe pê êşandiye û bi gor hizr û ramana xwe gotina xwe gotine. Eger wekî sentezeka...

Sembola helbesta nifşeke xweragir: Mem Ronga

  • 13 Sibat 2010

Helbesta Kurdî-XVTÎRÊJ Sembola helbesta nifşeke xwragirMEM RONGA  Helbestdiyarî Mem ronga xwisiya heyvê weriya ye li ser rûçavên vê ji rengê...

ÎRO

  • 25 Tîrmeh 2012

Dîyarî rojavayê dilê min yê îro bi azadiyê esmanê min nexşandî" ÎRO Min serê êşa xwe gurandberê bayê xwe guhertmin bi...

Hemû Nivîsen Berken Bereh / Belalûk

Berken Bereh / Belalûk kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Îhtîmala ji lîgê avêtina Diyarbakirsporê

ad

Toro anîmasyona Pînokyo dinişîne

ad

Notên ji Newroza Stenbolê

ad

Rexneya akademik û rexneya gelêrî hat nîqaşkirin

ad

Li 3 navçe û 4 bajarokan hilbijartin heye

ad

Amed Spor û Fenerbahçe ligel hev dilîzin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname