Vê serdemê, li vê edrnîgariya ku dojeha li bin erdê bi hemû arjengiya xwe derketiye ser rûyê erde; ku bi agirê xwe yê sotîner giyanê me disotîne, heke meriv karibe ‘dev jê berde’;
Ji çi? ji peydakirina zarokan, ji hewldana bi destxistina dirav, li ser rûniştina kûrsiyekî maqûlane; ‘paye û etiketên ji akademiya civaka bêakademî derçûyîn’! ku nebî alîgirê cemaetekê û pergalekê, hema wisa uryan uryan…
Darivandina mêjûyî…
Darivandina hizran…
Darivandina derûniyê…
Darivandina gotinê, peyvê…
Mîna avê zelal, hema li holê uryan, eyan û beyan…
Mîna tava spêdê ronî, mîna bayî sivik…
Wisa; bi giyanekî dariviyayî belkî meriv karibe henaseyên pak bikşîne nava xwe;
Belkî meriv karibe bê hesab bijî, belkî meriv karibe bê sînor hez jî bike…
Heke meriv karibe ‘red’ bike û xwe ji hemû pêşbirkên mirov bi mirov re vekşîne; hin tiştan bila meriv nizanibe, hin tişt-derfet bila dest meriv de nebin (!)
Ma çi kêmayiya xwe dê hebe…
Çimkî wekî din, ‘di nav van şertên ku hinên din diyar dikin de’ nexweşî ye, çimkî wekî din xwe xeniqandin e!
Dibêjin wextekê, li derekê dînek hebûye;
Dînekî ku ji ew ên gundiyên biaqil tinazên xwe pê dikin!
‘Bi tena serê xwe bûye, tiştekî wî tune bûye; ne mal û milk, ne zar û xizm.
Dîsan dibêjin, di tevahiya emrê xwe de qet ew neçûye ser nojdar, nexweş neketiye û ne jî kesî dizaniye, ew çi dixwe çi vedixwe…
Û ya girîng, tiştên bo biaqilan dibûne xem û derd bo wî bê wate bûne.
Çimkî, dibêjin ku wî giyanê xwe ji giraniya jiyanî darivandiye û azad kiriye…’
Yanê, belkî hemû mesele ev e; ‘darivandina giyanî yan jî bi giyanekî darivî, jîn û jiyîn…’ (!)


