Festîvala Helbesta Kurdî didome
Festîvala Helbesta Kurdî ku li Hewlêrê roja 15'ê mehê dest pê kir dê sê rojan bidome.
Di vekirina festîvalê de Wezîrê Rewþenbîrî û Lawan ê Herêma Kurdistanê Kawe Mehmûd amade bû. Mehmûd kêfxweþiya xwe anî ser ziman ku wezaretê ev hejmara mezin a helbestvanên kurd ji seranserê Kurdistanê û her wiha helbestvanên Iraqê li hev kom kirine.
Ji bakur 5 nivîskar û helbestvanên kurd beþdarî festîvalê dibin. Nivîskarên malpera me Þêxmûs Sefer, Çiya Mazî, Berken Bereh, Îrfan Amîda û Osman Mihemed di festîvalê de amade bûn û di yek ji panelan de jî nivîskarê me Berken Bereh axivî. Her wiha di çalakiyên festîvalê de helbestvanan helbestên xwe jî xwendin.
Aknews - Diyarname
**********************************************
REKLAM
Romana Martînê Bextewer a Jan Dost derket.
Ji bo nûçeyên: