Diyarname
Konvoya BDP'ê ku têde hevserokên BDP'ê jî hene ber bi navçeya Hataya Dortyolê ve vê sibê ji Amedê kete rê.
Konvoy ji bo here Dortyola ku faşîstan êrîşê kurdan kiribû vê sibê kete rê. Li Entab û Riha jî hin erebe beşdarî konvoyê bûn û konvoy bi 50 erebeyî rêya xwe dom kir. Lê konvoy dema ji Entabê derket, di cihê derketina tunela Nurdagi, li aliyê Bahçeyê ji aliyê leşker û polîsan ve hate rawestandin û wan li nasnameyên beşdaran qontrol kirin.
Konvoy piştî ku ji vir veqetiya û rêya xwe domand vê carê li Duziçiyê hate rawestandin û li wê derê jî nasmayeyên rêwiyan li ber çavan re hatin derbaskirin.
Di vê navberê de waliyê Hatayê got ku ji ber ewlehiyê ew nahêlin konvoy bikeve Hatayê.
Dema ev nûçe hate weşandin hê konvoy di rê de bû...


