Wê were bîra gelek mirovan diktatorê Spanyayê Franko jibo birêvebirina civakê Formula ‘sê f’yê bikaranîbû. Ev jî futbol, fiesta û fihûş bû. Piştî têra xwe fîesta û fihûşê şoreşgerên anarşîst û sosyalîst wî kuştin û serserkî daliqandin.
Lê mijara me ne ev e. Li Tirkiyeyê di vê hefta çûyî de tiştên ecêb çêbûn di der heqê sînema, spor û siyasetê de. Ji xeynî sînemayê ev her du mijarên din dîrek bi kurdan û bi zimanê wan re eleqedar bûn. Em yeko yeko li ser meseleyê bisekinin.
Hûn jî dizanin di fûtbolê de maçên Diyarbekirsporê di TRT Şeşê de tên weşandin. Rêvebiriya TV’yê cara ewil xwest maça Samsûnsporê û Adanasporê di TRT Şeşê de bê weşandin. Ev jî konsepteke wanî ku TRT Şeş ne tenê ya herema Kurdistanê ye ya hemû Tirkiyê ye. Lê serok û lijneya Samsunsporê bi yek tûşê got em vê yekê qebûl nakin. Di maça me de em naxwazin lîstikvan bi kurdî pasan bidin hev! Qaşo zimanê fûtbolê jî tune bû wekî muzîkê. Me wisa dizanibû. Mînak min gelek caran ji TV’yên biyanî li maçên wan tîman temaşe kiriye û qet ez ne fikirîme bê çima ne bi zimanekî ku ez jê fêm dikim e. Gava ez çûme stadê jî kesî ku li wir bike bar bar tune bû û wekî her kesî min bêdeng maç temaşe kiriye. Tiştê ez dixwazim bêjim ew bû ku di sporê de jî tahamulî li zimanê kurdî tune ye.
Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan hefta borî çû Almanyayê û dîsa tiştên ku li wir gotibû dubare kir. Ji tirkan re got xwe hînî zimanê xwe yê dayikê bikin û derfetê nedin polîtîkayên ku we asîmîle bikin. Ji dewleta alman re jî got kesê ku bi zimanê xwe mezin dibe zimanê duyemîn baştir hîn dibe. Derfetê bidin tirkan.
Jixwe li her derê dinyayê di der heqê van meseleyan de gelek xebat hatine kirin û wekî zanistî jî tê qebûlkirin ku zimanê mirov di şexsiyeta mirov de xwedî roleke mezin e. Ez jî wekî Erdogan difikirim, mixabin!
Lê problem ev e ku kesê ji bo kurdan berî heftakê got bila kurd mafê perwerdehiya zimanê dayikê ji min neke bi çi wecî vê yekê ji rayadarên almanan dixwaze?! Xuyaye di siyasetê de jî tehamulî zimanê kurdî nakin.
Di Mihrîcana Fîlman a Antalyayê de ji ber serokatiya lijneya jurîyê Emir Kustirica dikir derhênerê tirk Semih Kaplanoglu tevî mihrîcanê nebû. Ev mirovê zêde humanîst û dostê (!) hemû neteweyên bindest Semih Kaplanoglu dixwest şerê di nav bera Sirb û Boşnakan bi bîr bîne û têxe rojeva dinyayê. Ji ber hin nêrînên ku tê îdîakirin ku Kustirica gotiye wî bi faşîstbûnê sûcdar dikir û helwesta xwe jî bi vî rengî diyar dikir. Digot şexsiyeta hunermendî ji şexsiyeta wî ya mirovahiyê nikare veqete, perçeyeke wî ye. Rast dibêje camêr.
Ez dixwazim li ser çend tiştan bisekinim. Yek jê ev mêrê mêran, xwedî û avakirê humanîzma mirovahîyê Semih Kaplanoglu li ser kîjan axê dijî? Tiştê ez dizanim tirk e û wê peyva ‘kurd û kurdî’ jî wê hatibe guhê wî. Meraq dikim vê mirovî ew hesasiyeta xwe ya ‘mirovahîtiyê’ ji bo kurdan li ku rezerve dike. Ji bo ku sirban tecawuzî jinên boşnakan kiriye û qaşo Kustirica jî ew tişt normal (!) dîtiye Mr.Kaplanoglu tevlî mihrîcanê nebû. Baş e. Gava dewleta vî camêrî –ku îxtîmale pê serbilind e- gû bi mirovan dida xwarin, tecawuzî jinan dikir, li ber çavê zarokên wan yê du salî îşkence û tecawuz bi diya wan dikir, bi hezaran gund şewitandin, bi mîlyonan koçber li sikak û kolanên bajarên bavê wî (!) bêmal man, gava serê gerîlayan jê kirin û birakên wî û wekî diyarî sûretên wan kişandin û hezar tiştên din yê ku ez li vir nanivîsîm dihat serê mirovan kamera wî di ku wî de bû! Mesele ev e ku kes ne zarokê kesî ye êdî. Em dizanin bê çend mû bi qûna mirovên wekî Semih Kaplanoglu ve ne. Hûn di wê xewna xwe ya şêrîn de bijîn û li ser navê mirovahî û hunermendiyê mirovan û xwe bixapînin. Lê emê bi kabûsê ku we bi me da jiyandin emê mezin bibin. Dibe ku rojekê em werin xewna we jî!
Wekî notekî biçûk divê ez vê jî bêjim. Di eynî mihrîcanê de di filmê ku li ser Girtîgeha Amedê hatibû kişandin ne şaş bim temaşevan an derhenerê wê bi kurdî dipeyive. Hin kesên ji wir zora wan diçe û dibêjin; bi îngilîzî bipeyive! Îxtîmaleke mezin ew kesên ji bo helwesta bavê mirovahiyê (!) Semih Kaplanoglu ya ku li dijî Kustirica li ser piyan li çepikan dixwestin tehamulî yek peyva kurdî nedikirin. Ya din li cem we…