Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê di hefteyên derbasbûyî de du caran malovaniya kurdan kir. Her du caran jî amadekarên konferansan nekarîn wergêrên ku bi bikaribin bi sîmûltana wergera kurdî ji bo zimanên din bikin, peyda bikin. Bi vê yekê jî diyar bû ku digel pêşveçûnên heyî jî, kurdî hê jî zimanekî li ber xwe dide û di warê bikaranînê de negihîştiye asta zimên din.
Di navbera 4-5ê berfanbara par de li Parlamentoya Ewropayê konferansa bi sernavê “Tirkiye, Kurd û pêvajoya aştiyê ya Îmralî: Fersendeke dîrokî” hat lidarxistin. Ligel rewşenbîr û siyasetmedarên kurd, kesayetiyên biyanî yên ji gelek welatên cîhanê jî di nava vê konferansê de cihê xwe girtin. Bi zêdeyî deh zimanan wergera sîmûltane ya gotarên beşdaran dihat kirin. Lê belê digel ku hem babet kurd derbarê kurdan de bû û hem jî û piraniya beşdaran kurd bûn, wergera bi kurdî nehat kirin Ji ber vê egerê kesayetên mîna Leyla Zana gotarên xwe bi zimanê tirkî pêşkêş kirin.
Dîsa 21’ê meha derbasbûyî de jî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Parlamentoya Ewropayê beşdarî konferansekî bû û civîneke çapemeniyê lidar xist. Ji ber wergêrên ku bikaribin gotara Barzanî ji kurdî bi awayekî sîmûltane wergerînin zimanê îngilîzî, frensî, almanî û îtalî nebûn, wî gotara xwe bi awayekî mecbûrî bi zimanê erebî pêşkêş kir...
Rast e, ev kêşe bi serê xwe dibe sedem ku di konferansên navnetewî de mirov wekî kurd li ber xwe bikeve û dilê mirov bi bêxwedîbûna zimanê mirov bişewite. Lê belê rastiyeke din jî heye; Nivîsandin û axaftina bi kurdî ji minet û gazindan derketiye. Roj bi roj eleqe ji bo kurdî zêdetir dibe. Li ser medyaya civakî mirov rojana pêrgî wê yekê tê ku kesên tu qet ne li bendê bî, êdî bi zimanê kurdî peyamên xwe dinivîsin. Niha gelek kes bi taybetî di warê medya û perwerdehiyê de debara xwe bi zimanê kurdî dikin...
Di vî warî de divê em ne xeyalperest bin; Heta zimanê kurdî ber bi sazîbûnê ve neçe, ku ev yek jî girêdayî têkoşîna qada siyasî ya kurdan e, kurdî wê di warê bikaranînê de negihe asta zimanên din..
Di dawiyê de dixwazim vê yekê jî bêjim; Ger îro li Parlamentoya Ewropayê peydanebûna wergêrên kurdî yên sîmûltane dibin babet, ev yek bi serê xwe jî nîşana wê yekê ye ku zimanê kurdî kefenê mirinê çirandiye...


