Her nivîskarek şopeke wan a berbiçav heye, hin nivîskar jî hene şopên wan wekî xaçerêkan e. Hin nivîskar jî hene mirov nikare şopên wan bişopîne. Dema dibêjim şop, ez behsa şewaza wan a ziman, berhemê û peyvên herî zêde bikartîne dikim. Di nivîskar Îhsan Birgul de şopên têgeha dil serdestî li metna wî kiriye, hema hema di her helbesteke nivîskar de têgeha dil xwe radestî me kiriye, mijar evînî ye, helbet mijarên cihê jî hebûn lê belê bêtir mijar evîn bû, evîn jî temsîliyeta dil e, dil jî temsîliyeta hebûnê a fizîkî-laşî ye.
Îcar mebesta nivîskar di helbestan de evîna bûjenî ye an jî evîna metafizîkî ye? Bersiva vê pirsê encax meriv ji metna nivîskar derxîne. Berî vê bersivê divê em hinekî li ser têgeha dil rawestin. Dil organeke mirov a heyatî ye, ger dilê mirov tune be dê mirov bêrih be, ango kesên mirî be. Taybetiya dil li ber çav e. Dil, sersebeba hebûnê ye, hebûna zindî a laşî ye. Hin organên mirov ên din tune bin dîsa jî dikarin bi awayekî bijîn, lê mirov bê dil nikarin bijîn. Dil di nav organên mirov de hema hema a herî girîng e. Rengê dil sor û tijî xwîn e. Rengê sor rengê têkoşîn, hêrsê û hêzê ye. Rengê sor heman demê de rengekî fanteziyê ye, ango fanteziyê bibîrtîne. Rengê sor xwînê destnîşan dike, xwîn nîşana zindîbûnê û şer e, xwîn herikbar û tîr e, şilbûnê destnîşan dike, ciyên şil jî nedawîbûn û kufukbûnê bi birtîne, helbet şilbûn paqijbûn û pakbûnê jî bibîrtîne.
Îcar evîneke çawa? Evîna pakbûn û paqijbûnê an jî evîna ne dawî û kufukî kîjan gelo? Mirov bo hebûna xwe biparêze pêdiviya wî tim bi xwînê hebûye; di destpêka jiyanê û heta aniha xwîn her daîm bûye meseleya hebûnê. Zayendî jî bingeha wê de xwînrijandin heye, kesên nû dizewicin cara ewil xwînrijandinê pêk tînin, yanê kesên dizewicin ji keçikanî dikeve û derbasî merhaleyeke din dibe, bi awayekî olî jî xwîn rijandin heye, mînak heywan tên qurbankirin û destpêkeke olî a xwînrijandinê ye. Di mîtolojiyê de jî xwînrijandin heye, bo qralan serê mirov dihatin jêkirin û xwîna wan mirovan qralan vedixwarin. Mînaka Kawayê Hesinkar û hwd.
Xwîn jî rengê xwe ji sorê hildibijêre, dil jî rengekî sor û têrtijî xwîn e. Sedemê pevçûn û şeran piranî xwînrijandin e. Ka îcar em hinekî li hin helbestên xwe binêrin û em têgeha dil û rengê dil û xwînê di vê çarçoveyê de binirxînin.
“Darek şikest di nav rezê dilê min de
Şikestî ez, şikenandî tu...”
“Ruhê min di qefesa sînga min de
Çavên li hatina te"
Madem te ev dil sax nedikir, te ev birîn çima vekir?
Qest û mebesta min ne dîtina çavên te ye,
Di çavên te de dîtina dilê xwe ye.
Te ez di nexşeya dilê xwe de sirgûn kirim. Ez nizanim kîjan gind im kîjan bajar
Sev;
Sar, tarî û bi saw
Dil:
Jar, westiyayî û bi fîxan
Hêvî;
......
Wext û werz payîz e li baxê dilê min
Pel weşiyayî
Gul çilmisî
Dil tije kul
Dil ketiye li ber bayê biharê,
Lê nizane ku dîlgirtiyê Payîzê me
Nivîskar têgeha dil li gor metna xwe bingeha wê li ser evîn-evîndariyê rêsaye. Mijara helbestan piranî evîn e, Lê belê tim evîn û evîndarekî bi jan, têkçûyî û reşbîn û xemgînwarîn e. Çima qey evîndarî tim êş e, kêf tune ye? Dema em naveroka helbestên xwe dinêrin di piraniya helbestan de têgeha dil serdest e, dil jî nîşana hebûn û evîniyê ye. Di helbestan de dil têkçûye, dil hatiye rûxandin, tewq di dil de nemaye, xwîna dil hatiye kêşandin bi şirangê, loma helbestên me baraneke reşbînî barandiye. Helbet têgeha dil û dildarî evîn e. Evîn jî bingeha xwe li ser zewq û arezû û zayendiyê bilind dike li gor Freûd û Krîshnamurtî. Krîshnamurtî piranî kok û asasê evînê dikole, bingeha evînê û derbarê evînê de divê meriv xwedî zanist be, dê baştir evîniyê bijî, loma zanistiya evîniyê derdixîne pêş ve, divê evîn gerek were hundirînîkirin an na dê wekî qalikên li ser bimîne. Ne qalik divê di evîniyê de kakil girîng e, divê em xwe bigihînin kakilê evînê, heman tişt bo Freûd jî derbasdar e yanê Freûd jî li ser vî esasî fikr û ramanên xwe derdixe pêş, lê ji Krîsnamûrtî guhertîtir e, Freûd berê me bi têgeha zayendiyê vedike.
“Di bingeha evînê de arezû heye. Divê em têbigihîjin ku evîn arezû ye, zewq e, tirs e kîjana ye? Ger tirsê vehebîne, li wir nefret, fikar, hesûdî, xwedîtî û desthilatdarî heye. Ger di têkiliyekê de girêdanek hebe ew têkîlî dê bibe destpêka sedema dejenerebûnê.”
Dema em li naveroka berhema nivîskarê xwe dinêrin em têdigihîjin di gelek helbestan de hem girêdan û hem jî dejenerebûneke evînî heye, hundirîkirin kêm e. Tim bûye koleyê evînê, loma hatiye girêdan, evîneke dejenerekirî ye. Li gor Krîshnamurtî û Freûd evîn ne ev e. Ev şêwaz çewt e, a rast ne wiha ye û divê em evîniyê rast bijîn.
“Têgihîştina arezûyê an jî fêmkirina wê dê bibe sedema nehêsîrbûna arezûyê. Evîn, evîn e ne hewce ye em wateyekê lê bar bikin. Evîn, arezû û azwerî heman tişt in. Ger hûn yekê jî ji holê rakin, hûnê a din jî ji holê rakin.”
Divê em bingeha têgehan fêm bikin, ger em çawalêhato têgehan bikarbînin, an jî em xwe bera bîra binê têgeha nedin em ê nikaribin têgehan fêm bikin loma jî em ê têgehan bi awayekî hêsan bikar bînin. Halbûkî her têgehek xwediyê kûrahiyek û felsefeyek e. Yanê Freûd û Krîshnamurtî bi kurtasî dibêje dema we li ser têgehek nivîsî an jî mijara we piranî têgehek be divê hûn baldar bin, divê hûn dikevin asasê wê têgehê û hûn wê têgehê fêm bikin. Kurtasî divê hûn zanistê wê têgehê bin...


Sûdwergirtin:
J. Krîshnamurtî, Aşk, Seks ve Namus, Omega


