logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Arsenal an PSG? Encam diyar dibe
  2. Çûyîna Bavo ya Hecê!
  3. Festîvala Boreka Kurdan li dar ket
  4. Fîlozof Edgar Morin mir
  5. Peywira Tom Barrack bi dawî bû

Çorê ARDA

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Çorê ARDA

Çorê ARDA

Arezûya bav û desthilatdarî

  • Dîrok: 24/05/2024

Di civaka kurdan û bindestan de, bav tim li ber çavan hût e, xurt û desthilatdar e. Desthilatdariya bavan a di hundir malbatan de, derûniyên cihêreng yên têkçûyînê bi xwe re çêdike. Atmosfera derûniya têkçûyînê hem hêrsê û hem jî di derhiş/binhiş de dîwarên kuştina bavî digorîne.

Wekî em dizanin di tezên Freûd de arezûya law tim arezûkirina bavî ye, dixwaze têkevin dewsa bavên xwe, her wiha di bingeha redkirina an jî kuştina bavî de asas hurmetdayîn û heyranî tê de veşartiye, em vê rastiyê bi awayekî şênber nabînin, lê bi şêwazeke derhiş/binhiş ve ev rastî tim hatiye binpêkirin. Dildarbûna li dijber bavî û arezûkirina kuştina bavî esas hurmetbûn û rêzgirtin e. Rêzgirtineke û hurmetbûneke veşartî ya ku hatiye dewisandî ye.

Di civakên bindest yên malbatên wan qelabalix de bav, kesekî psîşîk û patolojîk e. Bav, desthilatdar, xwehez û berjewend e. Malbatên wiha qelabalix zarokên wan jî ji gelek hêlan ve têkçûyîn e. Çimkî di malbatên qelebalix de hemû endamên malbatê (zarok) bi destûra dê nayên dinyê, gengaz e ji wan zarokan jê hinek bi şêwazeke destdirêjiyê hatibin dinyê.

Malbateke xwedî11-13 zarok normal e ku ji wan zarokan hinek jê bêdestûra dê hatibin dinyê, yanê bi hezkirinekê ewqas zarok ne gengaz e çêbibe, loma destdirêjî di malbatên qelebalix de serdest e. Bi gotineke din bav, tecawizê dê dike. Çimkî piraniya bavan desthilatdar û zordar in, loma dê bê dilê xwe di bin bavî de radizê, nebidilbûna razanê jixwe tecawiz e. Belê gelek caran dayikên me hatine tecawizkirin ji terefê bavî ve. Zarok û malbatên bi vî awayî mezin dibin jî piranî ji hêla derûnî û rihî ve rûxandîne. Helbet sersebebên zayendiya bavî ya li dijber dê pêk tîne, ji ber nezanî û netêrbûyînê ye.

Miletên bindest ji gelek hêlan ve kêm in, ne têr in. Lê herî zêde jî di warê zayendiyê de birçî, çavbirçî û netêr in. Loma şabûnên wan jî patolojîk e. Ew bi xwe psîşîk in. Bi pirsgirêk in. Bindestiya kurdan û serdestiya bavên paşverû zarokên patolojîk bi xwe re zêde dike û çêdike. Bav, hişk e, bav nêr e, nêrbûna xwe ya kufikî li ser bedena jinê bikartîne. Çiqas em bi van rastiya zanibin jî talî arezûya li hember bavî ya zarokan jî tu carî naqede, arezûya li hember bavî ji ber ku bav xurt e, tirs e, desthilatdar e. Zarok dixwazin têkevin dewsa bavên xwe, ev xewn û xeyalên wan in, çiqas em red bikin jî paradoksa arezûya bavî ya gerdûnî tu kes nikare ji holê rake. Tu kes nikare heqîqet û rastiyê di derhiş de veşartî bihêle û bitefîne.

Çima min ew qas behsa bav û malbatan kir, çimkî pirtûka nivîskar Nûroj Mûnzûr a bi navê “Beytikên Nifiran” mijara helbestan piranî bi vê paradoksê hatine nivîsandin. Mijara helbesta “Ne Çîrok im Ne jî Helbest” tecawiz e, tecawiza bav e. Helbet gelek helbestên cihê jî di berhemê de hebûn, lê atmosfera naveroka pirtûkê bêtir li ser vî esasî hatiye avakirin. Çimkî babeta metnê jin, malbat û dayik in.

Em li çend risteyên xwe yên li ser mijara bavî hatiye nivîsandin binêrin:

Ne Çîrok im Ne jî Helbest

“Zarokên wî welatî, nepeyivîne qet

Her şev, fîlma destavêtina diya xwe temaşe kirine”

Wekî min li jor jî behs kir, nivîskar rewşa bavên desthilatdar û malbatên qelebalix berbiçavî me dike. Di malbatên qelebalix de gelek zarok îhtîmaleke mezin bi awayekî desdirêjî çêbûbin nivîskar jî di metna xwe de analîza vê heqîqetê û analîza civaka bindest û malbatên qelebalix dike. Lê belê di rastiyê de arezûkirina bavî de hem nefret û hem jî hezkirin heye, helbet nefret ji hezkirinekê dirustir e, çimkî di hezkirinê de îhtîmala sixtebûnê heye, lê nefret hesteke rastgo ye, hezkirin ne hesteke rastgo ye, xapandina hezkirinê û mecbûriyeta hezkirinê dibe ku çêbibe, lê têgeha nefretê ne wiha ye, di nefretê de mehsûmiyet heye, lê di hezkirinê de gengaz e mehsûmiyet durû be, nefret xwe ye, xwebûn û resen e. Lê belê di hezkirinê de îhtîmala durûbûnê gengaz e. Nivîskar hestên xwe bi şêwazeke rastgo û nefretwarî vebêjiyaye, qet xwe ne xapandiye, di hestên rastgo de rastî û heqîqet vesartîne. Helbestvan rastiya arezûkirina bavî û hestên heqîqî û nefretwarîn teyisandiye, bi vê helbesta xwe bûye neynika civaka xwe. Bêminet xem û kulên hatine jiyîn vebêjandiye.

Starana zarokatiya me;

“Her qozîkên mala me, cihê pihînên bavê me

Her qozîkên mala me, cihê lêdana diya me”

Wekî risteyên din em têdigihîjin nivîskar behsa malbatan û derûniya malbatan a li ser zarokan dike. Civakên bindest wiha mezin dibin, loma ducar bindest in, him ji hêla xweyî û him jî ji hêlla yên din ve bindestin, mêtingeriya li ser serê wan du car e. Heke wiha be ne gengaz e, malbatên wiha nebin mijara psîkoanalîzmê. Zarokên di malbatên wiha de mezin dibin, piranî ji hêla derûnî ve psîşîk û patolojîk in, di rihên wan de birînên nayên kêlkirin vebûne, dirûtina wan dijwar in. Çimkî di derhiş/binhiş de birînên kûr vebûne û hatine dirûtin, hatine pînekirin, naçirin dema ku diçirin jî tam diçirin. Belê helbesteke bingeha mijara wê hem civakî û hem jî psîkoanalîtîk e. Bi şêwazeke rastgoyîn hatiye vegotin. Zeman hatiye terbiyekirin, zeman di kêliyên destdirêjiya bavî de lal û ker bûye saet û zeman parçe parçe bûyî, zeman hatiye rûxandin. Dest û lingên zemên hatine şikandin li dijber neheqiyê û rastiyê, çokên zemên têkçûne. Paşê zeman bi xwe dihese û vedibêje; rastgoyeke hêrsîn û bi derbên giran mohra xwe li rûpelên helbestê dixîne. Zeman dibe heqîqet û rastgoyeke hêrsoyîn, neheqî li ser rûpelan dişewite, gotinên derhişîn hikumdariya xwe li kirdeyê kiriye, rûpelên helbestan dadê vedibêje, dadger lê guhdar nake, parêzerê helbestê xwe radikêşîne, lê dadger qelema xwe dişkênîne, rûpelên helbestê û çîroka me di qoziyeke tarîxê de mayînde dibe...

Bavê min

Ê ne bav.

Ê ku her gav cihê quna wî germ

Ê ku her gav di serşoka weke hemamê de

Bang dida diya min;

Sanoo! Were pişta min mîz bide”

Wekî risteyên din nivîskar desthilatdariya bavî bi şêwazeke şênber û nefretwarîn berbiçav dike. Resimê malbatekê xêzandiye, tabloya malbateke rûxandî û malwêranî hatiye boyaxkirin, em jî temaşevanên vê tabloyê ne, em li pêşengeha malbateke rûxandî de şahid in. Helbet li gor vê helbestê bav, yekî mêtinger e, desthilatdar e, û dagirker e, belê dagirker e, çimkî mêtinger û dagirkerê jinê ye. Zayendiya xwe li ser bedenekê mîna mêtingeran, dagirkeran û desthilatdaran pêk tîne. Hebûna xwe ya genî li ser bedena jinekê ferz dike û xwe heyî dike loma dagirker e. Beden ji bav re bûye meta, metaya zayendiyê, ne a hezkirinê, li ber çavên bavî beden/laşê jinê bireser e, ne kirde ye, ji kirdebûnê derketiye bûye biresera metayîn a pê şabûnê, loma xwînmijekî zayendî ye. Dagirkerekî zayend e. Helbestvan/vebêj diyar dike û dibêje tu ne bav î, ne bavê min î. Me berê jî gotibû, redkirina bavî arezûkirina bavî ye, çimkî li gor tezên Freûd ev rastî tim heye, di redkirinê de hezkirin û hurmetdayîn heye, çimkî ciyê otorîte lê hebe dê hurmetdayîn û dildarî jî hebe, zarok tim dixwazin têkevin dewsa bav û dê. Di her redkirinan de xwestek, daxwaz û arezûyîn veşartî hene, lê em bi vê rastiyê nizanin, çi çaxa derhiş hikumdariyê li kirdeyê dike ya wê çaxê bilêvkirin û derzên derhiş xwe bera nava metnê dide û em têdigihîjin rastî û heqîqet xwe didin der...

Werhasil!

Mala me bûbû timarxane

Di vê hevokê de deng û sewta vebêj heye, qêrîna dil û hundir e, a ku kes nabihîse, vebêj mala xwe dişibîne timarxaneyan, timarxaneya ciyê dînan, di mekanên dînan de qet lihevguhdarkirin tune ye, loma dişibin zarokan, zarokên dema monologên xwe pêktîne, dema zarok dicivin, kom dibin bi hevdu re diaxivin tu kes li hev guhdarî nakin, monologa zarokan ev e, her kes ji hêla xwe diaxivin lê lihevduguhdarîkirin tune ye. Timarxaneya dînan jî bawer im wiha ye, helbestvan/vebêj diqîre û dibêje mala me bûye timarxane, yanê tu kes li hev guhdar nake. Bi şêwazeke derbirînî û sewtwarîn vedibêje. Vebêj anatomiya malbateke qelebalix a têkçûyî berbiçav dike, tomografiya hişê bavekî dagirker kêsandiye. Rontgena maleke rûxandî û zarokên bi destdirêjiyê çêbûne hatiye kêşandin. Tehlîl û rontgena malbateke nexweş bi şêwazeke qêrînî, rastgoyîn, bi sewt û hawareke dilzîz, dilagirîn, dilnefretîn û dilhêrsoyîn vebêjiyaye.

Em neh xwişk û bira bûn

Rojekê xwîşka min a mezin got;

“Bi şev dema bavo çû mîza xwe kir di binê sêlmê de, ez ê werîs bixim stûyê wî

Hûnê jî alî min bikin em ê tev de wî bikşînin.”

Arezûkirina xwestina kuştina bavî, hesteke psîkoanalîtîk e. Çima mirov bixwaze bavê xwe bikuje, sedemên wê çi ne, divê em analîz bikin, vebêj di vê risteya xwe de plansaziya bavkuştinê dike. Helbet li gor risteyên hatine nivîsandin, sedema bavkuştinê berjewendiya bav e, nêrbûn, dagirkerî û mêtingeriya wî ya li hember hevsara wî û malbatê ye. Sedemên berbiçav di helbestê de ev in. Lê belê qinê kuştina bavî de tim arezûkirina bavî raketiye. Ev rastiyeke gerdûnî ye, li gor kes û civakan naguhere. Ev heqîqet û rastî jî ji mîtolojiyê neqlî psîkolojiyê bûye. Li gor vê heqîqetê û teoriyê keç diwxazin têkevin dewsa dêya xwe, law dixwazin têkevin dewsa bavên xwe çimkî teoriyên komleksên gerdûnî ne. Navên kompleksên me jî Elektra (bo keçan) û Oiedipûs (bo lawan) e.

Mala me bûbû

Hir mala dînan (hemû riste ji rûpelê 20-31’an ve hatine vergirtin.)

Dema em li vê hevoka xwe ya dawîn dinêrin, vebêj ta bi derzî vekiriye. Belê mala xwe dişibîne mala dînan, monologa vebêj monologeke rastgoyîn e. Her tişt bi eşkere hatiye vegotin. Helbet helbestên wekî vê helbestê bi baldar jî hebûn mînak helbesta li ser lehenga mezin “Leyla” hatiye nivîsandin, bêguman helbesteke dîrokî û hêja ye. Leyla lehengeke civakî ye, temsîla hebûna miletekî ye, temsîla jinên serhildêr in, temsîla dijber derketina mêtinger û dagirkeran e. Her wiha helbesta ku li ser rewşênbîrê kurd Apê Mûsa hatiye nivîsîn jî, helbesteke tarîxî û hebûnî ye. Helbesta bibîrxistin û bîranîna ye.

Helebestên li ser lehenga mezin Leyla û ronakbîrê mezin Apê Mûsa, helbestên tarîxa hafizaya kurdan e. Nûkirin/tezekirina hafizayeke tarîxî ye, tarîxa serhêldirêyî ye. Helbet helbestên têgeha/mewsîma “Payizê” hatibûn nivîsandin jî helbestên romantîkeke ji rihê serhildêriyê zayiye û niziliye, di her helbestên me de hêrs, serhêldêrî û serîrakirin serdest bûn hebûn, dikarim bibêjim di hemû helbestan de rihekî serhildêrî hatibûn teşekirin. Lê belê min xwest bêtir li ser helbesta “Ne çîrok im Ne jî Helbest” bisekinim. Çimkî atmosfera nifiran û a beytikan di vê helbestê de vesartibû. Helbesteke psîkoanalîstîk e. Helbesteke nepêkhatinê ye, helbesteke rihserhildêr e, helbesta li xwe mikurhatinê ye, helbesta hebûnên û jiyînên rasteqîn e. Hatine jiyîn, hatine bilêvkirin, mifteya derhiş filitî ye, derhiş tazî bûye. Her tişt eşkere û berbiçav bûye. Bindestbûna jinê a ducaro hatiye teşekirin. Bindestiya jinê a li hember mêr û mêtingeriyê ye. Loma dibêjim jin ducara bindest in. Derûniya atmosfera helbestan û teşekirina wan ji berhema nivîskar a bi navê “Bêrîkirinên Îlegal” çêtir e, ji vê berhemê serketîtir e. Nivîskar pênûsa xwe pêşdetir biriye. Gelekî hestên tîr û tijî hatiye teşekirin. Serdestiya hestên tûj ên li hember bavî helbest têrtîrtir kiriye. Hesta nefretê ji hesta hezkirinê dirustir e. Dostoyevskî hewante nabêje hesta nefretê ji hesta hezkirinê bawertirîntir e.

 

Hin Nivîsen Nivîskar

BÎRANÎNÊN HEFSÎYAN

  • 24 Gulan 2021

"Huner serîrakirina dijber neheqiyê û bêedaletiyê ye, huner li pê şopa rastiyê û jiyaneke estetîk e."Pirtûka Mehmet Çakmak a bi navê...

Kolonyalîzm û Femînîzmeke Bêbiryar

  • 07 Pûşper 2021

Romana nivîskar Sîdar Jîr ya bi navê "Şerm" romaneke mijara xwe ji mêtingehiyê-mêtingeriyê, eşqê, romantîzmê, femînîzmê, utopiya...

Çîrokên Dîrokî û Bîrdozî

  • 28 Tîrmeh 2019

“Li gor Ritterî heyînparezî, mirovên ji kokên xwe qetiyayî(...), bingeha xwe windakirî,  baweriya xwe ji tarîx û raborîyê windakirî(...), di...

Hemû Nivîsen Çorê ARDA

Çorê ARDA kî ye?

Çorê Arda di sala 1979'an de li Heramya taxa Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdinê hatiye dinê. Dibistana seretayî û navîn û lîse li Dêrikê xwendiye. Wî Zanîngela Dîcleyê beşa wênesaziyê qedandiye. Ew niha li Dêrikê mamostetî dike. Heta niha gelek nivîs û çîrokên wî di kovarên wekî Çirûsk, Heterotopîa, Felsefevan, Axa Sor, Dilopê de derketine. Arda ji destpêka 2019'an ve di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike.

Pirtûkên wî:

- 496, Weşanên Belkî, 2016, Roman

- Roman, Weşanên Belkî, 2017, Roman

- Rexne û Rexnegirî, Weşanên Belkî, 2021, Teorî

- Mêşo, Weşanên Payîz, 2021, Çîrok

- Rexne û Rexnegirî II, 2024, Rexne

Youtube Me

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
Ev jî hene
ad

Parlamentoya Kurdistanê bi awayekî fermî Kantonên Rojava nas kir

ad

Hêzên Koalîsyonê ketin Sirîna Kobanî

ad

UEFA: Galatasaray krîterên malî neanîn cih

ad

ORC'ê jî anketa xwe belav kir

ad

Frankenstein 200 salî ye!

ad

Ji Şaredariya Batmanê li ser nûçeyên Bulent Ersoy nerazîbûn

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Arsenal an PSG? Encam diyar dibe

  • 29 05 2026
news

Çûyîna Bavo ya Hecê!

  • 30 05 2026
news

Festîvala Boreka Kurdan li dar ket

  • 29 05 2026
news

Fîlozof Edgar Morin mir

  • 30 05 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname