Diyarname
Bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê li Sêrt, Mêrdîn û Batmanê polîsan bi ser şaredarî, rêxstinên bajêr û navçeyên BDP'ê de girtin û nêzî 80'ê kesî girtin bin çavan. Di nav kesên hatine binçavkirin de Şaredarê Sêrtê Selim Sadak jî heye.
Hat gotin ku kesên hatine binçavkirin wan dişînin Amedê.
Akat: Dixwazin mifte li deriyê BDP'ê bidin
Mebûsa Batmanê ya BDP'ê Ayla Akat Ata li ser binçavkirinan got ku demekê partî digirtin niha bi binçavkirinan dixwazin mifte li deriyê partiyê bidin.
Beştaş: Hûn meşrûbûna xwe winda dikin
Cîgera Hevserokên BDP'ê ya ji Hiqûq û Mafên Mirovan Berpirs parêzer Meral Daniş Beştaş li ser binçavkirinan daxuyaniyeke nivîskî weşand, got ku yên ku yên bi rêyeke ne meşrû dikin pêşî li maf û daxwazên meşrû yên kurdan bigirin bila bizanin ku ew meşrûtiyeta xwe winda dikin.
Beştaş bang li raya giştî kir ku li hemberî operasyonan deng derxin.