logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin
  2. Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin
  3. Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin
  4. Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne
  5. Ji 1930 heta niha yên kûpa birine mala xwe

Omer Dilsoz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Di çîrok, bend û romanê de teknîkên vegêranê û mebestên wan

  • Dîrok: 30/12/2021
Roman û çîrok li dora qewam û rûdanan ava dibin û her du di nav deqên wêjeyî de têne hesabê.  Ji ber vê yekê herdu jî xwedan teknîkên mînanî hev ên vegêranê ne. Bi kurtayî ev rêbaz alî me dike ka dê di romanê de, di çîrokê de û di paragrafê/bendê de şêwazên vegêranê, ka dê mijar bi çi awayî bê vegêran, bi uslûb û şêwazeke çawa ji xwendevanan re bê ragihandin. Niha em ê behsa biyavê teknîkên vegêranê bikin. Em ê teknîkên vegêrana di romanê de, di çîrokê de û di bendê de vebêjin…     
Mirov dixwaze hestên xwe, ramanên xwe, hizir û xeyalên xwe ji kesên din re bibêje û bi wan re parve bike. Di vegêrana meriv de jî mebesteke mirov a diyar heye. Mirov nivîsîna xwe an jî vegêrana xwe li gorî vê mebestê araste dike û li gorî wê jî teşeyekê didê. Di romanê de, di çîrokê de û di bendê de, bi teknîkên vegêran re vegêr/bêjer dikeve navbera xwendevan û berhemê. Bi saya bêjer, xwendevan dibîne û hîn dibe. Şêwazên vegêranê di her warî de awayek ji awayê pêşkêşkirin an jî derbirînê ye. Em ê niha behsa teknîkên vegêranê di romanê de, di çîrokê de û di paragrafê de bikin…     
ŞÊWAZÊN VEGÊRANÊ/VEGOTINÊ
Nivîskar di nivîsînên xwe de ji bo rûdanekê neqil bikin, ramanê li hişê xwîneran biçînin û heyberên bercestekirî di zêhn û bîra xwendevanan de zindî bikin gelek rêbazan bi kar tînin, ev şêwazên ha çi di bendê de bin çi di çîrokê de bin ji vana re şêwazên vegotinê tê gotin.    
Li gorî stîl û şêwaza vegotinê ku nivîskar di teksta xwe de hewl daye bi kar bîne em der barê teknîkên vegêranê de hizran dikin. Şêwazên vegotinê nîşanî xwendeyan dide ka hevok “bi çi awayî, çawa” hatiye vegêran. Di paragrafê de 4 celebên teknîkên vegotinê/vebêjiyê hene.  
TEKNÎKÊN VEGOTINÊ ÇI Û ÇI NE?
AŞKERE KIRIN: Di teknîka aşkerekirinê de armanc ew e ku xwendevan bi meseleyê serwext bibe û bibe xwedî agahî. Di vê rêbaza vegêranê de aşkerekirin gelekî giring e, raman awayê vegotina paragrafê diyar dike. Ji bo ramanên der barê mijarê de bêne aşkerekirin dikevin nav hûrgilîyan û bi nimûneyan mijar zelaltir dibe.    
NÎQAŞ KIRIN: Vegotina ser binameyê lec û gengeşê jî hinekî dişibe şêwaza aşkerekirinê. Tenê ferqeke wê heye ku di vê vegêranê de nivîskar ramana xwe dide der. Der barê mijarê de ramana xwe di tekstê de diparêze. Di vî warî de, hevokên pirse yên mîna; nexwe, ez dibêm qey, berevajiyê, mixabin ji bo gengeşê bi vegêranê re têne bikaranîn.    
ŞAYESANDIN/XEMILANDIN: Bi vê şêwazê tu kesî, cihî, objeyekî bi taybetiyên xwe yên cihê cihê didî der. Bi şayesandinê peyv wisa tên raçandin heçku rismê wî tiştî birengînin. Di şêwaza xemilandinê de çavdêrî gelekî giring e û peyvên raberkirinê têne bikaranîn. Li vê derê mabest ew e ku dîmenan di hişê xwendevanan de zindî bikin.   
VEHÊNAN: Ji bo vegotina qewimînan tê bikaranîn. Bi taybetî li ser wexteke destnîşankirî kesan di çarçoveyeke diyar de hildide dest. Di şêwaza vehênanê de rûdan li gorî rêza qewimînê têne arastekirinê û bi hev ve têne girêdan. Teknîka vehênanê ji ber girêdayî qewamê ye, tê de qalibên wekî; xwe rakêşa, bezî, vegerî ku peyvên bi bizav in têne bikaranîn.  
ŞÊWAZÊN VEGOTINÊ DI ROMANÊ DA
Di romanan û çîrokan de teknîkên vegêranê bi vî rengî tên danîn;
• Teknîka Vegotinê
• Axaftina ji zik de
• Dahûrandina ji zik de
• Teknîka Nîşandanê
• Dîyalog/Xweşbêjî
• Robûna Hişmendî
• Teknîka Taswîr/Xemilandinê
• Teknîka Kurtebirî
• Teknîka Lêvegerînê
• Teknîna montajê/Pahtinê
TEKNÎKA VEGÊRANÊ: Di teknîka vebêjiyê de xwendevan, rûdan û rewşê qasî ku ji devê vebêjer tê vegêran dizane. Di vê teknîkê de vebêj di navbera rûdan û xwendevanan de rêber e. Rê nîşan dide. Rewş û qewama ku tê xwestin di berhemê de bête vegêran bi vê teknîka bi navê şêwaza vegotinê li ser milê vebêj e. Ew çi çiqas bibêje, ew e.  
TEKNÎKA NÎŞANDANÊ: Çi heye çi tune ye di berhemê de hema rasterast tê pêşkêşkirin. Xwendevan hişê xwe dide ser rûdanan û vebêj/gotinox bi duristayî xwe ji nava xwendevan û berhemê havî/averê dike.  
TEKNÎKA AXAFTINA JI ZIK DE: Hest û ramanên karekterên di nav qewamê de ne yekser ji aliyê karekteran ve tê ragihandin. Hest û ramanên karekteran bi rêya axaftina ji zik de ji aliyê xwendevanan ve bi zelalî tên dîtin. Bi vê teknîkê vegotin ji devî tê kirin. Vebêj xwe dide keviyê û bi vî awayî karekter xwe bi xwe axaftina xwe dike.  
TEKNÎKA DAHÛRANDINA JI ZIK DE: Bi vê şêwaza dahûrandina ji zik de hest û ramanên karekteran ji xwendevanan re tê vegêran. Hest û raman bi devê kesê sêyê yanî ji aliyê vebêj ve tên vegotin. Li ser binameyê bîr û boçûnê tevn tê danîn û cihana hundirîn a karekteran jî bi vî awayî ji xwendevanan re tê darîçavkirin. Nivîskar gelek caran vê teknîkê bi kar tînin û piranî bi vê teknîkê şayesandinên ruhî yên karekteran tên raberkirin.   
ROBÛNA HIŞMENDÎ: Ev teknîka vegêranê hema bêje cureyek pestgotinê ye. Tu gotina xwe hey û hey dibêjî û vedipêjî. Hinek caran di navbera babetên ser behsê de tu têkilî tune ye. Cihana hundirîn a karekter bi tevayî ji xwendeyan re tê neqilkirin. Hest û ramanên li ber hişê meriv bi awayekî bêserober û bi lez û bez pêşkêşî xwendeyan tê kirin. Heye ku hest û raman bi misêwa tim û daîm bên guhorîn. Bi vê teknîkê gelek caran rê û rêçikên gramer û rêziman tên pêpeskirin çimkî di vê teknîkê de çênabe raman bêne sansûrkirin.    
TEKNÎKA DÎYALOGÊ: Di berhemên edebî de axaftina bi hev re a kesên mijara berhemê li xwe digire. Di vê teknîkê de têkilîdayîna navbera karekteran cî digire. Bi vî awayî şer û pevçinînan karekterên roman û çîrokan bi awayekî zelal ji aliyê xwendevanan ve tê dîtin.   
TEKNÎKA KURTEBIRÎ: Teknîka kurtebirî di romanan û çîrokan de gelek tê bikaranîn. Di vê teknîkê de mijar berbelav nabe, babet nayêne dubarekirin, dubare kêm in û çîrok bi awayekî birêkûpêk bi pêş dikeve. 
TEKNÎKA TESWÎRKIRINÊ (ŞAYESANDIN): Rûdanên ku bi teswîrkirinê têne vegotin bingeheke qewî saxlem ji bo tekstê çêdikin. Karekterên babeta van kawdanan in ligel şûngehên xwe tên şayesandin û bi vî rengî wêneyek di hişê xwendevanan de tê resmandin. Ne tenê rû û dilqê karekteran tê şayesandin her weha derûniya wan jî tê şayesandin. Her weha ev teknîk bi romatîzmê re bi pêş ketiye.  
TEKNÎKA LÊVEGERÎNÊ: Di çîrok û romanan de her çendî wek ku rûdan di dema niha de bê vegotin xuya bike jî bi şêwaza lêvegerînê zemên dibezînî û diçî dema borî. Ji bo agahiyên der barê rûdan, kes û şûnewaran de bi berfirehtir bêne ragihandin ev teknîk tê bikaranîn. Bi vî awayî tîşkê dide ser rastiyê.    

Hin Nivîsen Nivîskar

bo demê

  • 22 Adar 2023

dem heye mirov bê havildinya xewle, bajar kavilinsan sar, xwerist silçûçik mit, robar bê dil                dem heye, dewran jê hildem di tasika...

Dinyaya me ya biçûk lê…

  • 07 Sibat 2019

Her diçe dinya biçûk dibe.. na na, dinya her temet xwe ye, belkî sînor berteng dibin, belkî pejanên me radibin, an jî himbiztir dibin, nizanim. Dinya li me tara...

Di gulik û şirikên xurcezîna dadê de

  • 14 Rezber 2022

Melodiya bayê sermedaran xwe vedidizî û ta ji Kanîkilê xwe berdida dol û newalên kûr, dihat û li “çûme warên serhedan Colemêrg di geliyê...

Hemû Nivîsen Omer Dilsoz

Omer Dilsoz kî ye?

Nivîskar Omer Dilsoz di sala 1978'an de li Colemêrgê gundê Gûzereşê hatiye dinê. Li Gûzereşê fêrî xwendin û nivîsînê bûye û dinyaya sêhrewî ya nivîsê deriyê xwe lê vekiriye. Dilsoz di salên xwendinê de li Colemêrgê dest bi nivîsîna kurdî kirîye û gelek nivîs û ceribînên wî di rojname û kovarên kurdî de hatine weşandin. Ew li Amedê kar û barên xwe yên nivîsînê didomîne û di heman demê de di Diyarnameyê de qunciknivîskari dike.
Pirtûkên wî:
- Hêviyên Birîndar / Weşanên Aram / Roman / 2003
- Bêhna Axê / Weşanên Berçem / Roman / 2005
- Bila Gotineke Min û Te Hebe / Weşanên Berçem / Helbest / 2007
- Neynika Dilî / Weşanên Aram / Roman / 2009
- Berbiska Zer / Weşanên Avesta / Roman / 2011
- Hevrazên Çiyan / Weşanên J&J / Roman / 2013
- Ez û Min / Weşanên J&J / Roman / 2015
- Kundê Dadger / WeşanênHîva / Fabl / 2016
- Gêjevang / Weşanên Lîs / Roman / 2018
- 4kotra 4çela / Weşanên Lîs / Roman / 2021
- Kanûnkuj / Peywend / Bîranîn / 2023
- Işik / Peywend / Novel/ 2023
- Morîbeşkê Êntel / Peywend / Şano/ 2023
- Şair Dibê / Peywend / Helbest/ 2023
- Siwar û Peyar / Peywend / Wan / Roman/ 2023
- Li Dû Bihuşta Berze / Peywend / Roman/ 2023
- Serpêhatiyên Mîro û Simore /Peywend / Roman/ 2023
- Dinyaya Me ya Germ/Dinyaya Wan ya Sar / Peywend/ Roman/ 2023

Youtube Me

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

PSG'yê li Fransayê dîrok nivîsî

ad

Heyeta HDP’ê çû Şengalê

ad

Pirtûkek helbestan 'Xem' derket

ad

Bêrîvan Aymaz, Zekî Ozmen û yê donercî

ad

'33 Gule, Dîroka di Şînê de' bi kurdî derket

ad

Der barê nivîskarê Postayê de lêpirsîn

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

  • 04 06 2026
news

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

  • 04 06 2026
news

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

  • 04 06 2026
news

Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne

  • 05 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname