logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

Omer Dilsoz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Di gulik û şirikên xurcezîna dadê de

  • Dîrok: 14/09/2022
Melodiya bayê sermedaran xwe vedidizî û ta ji Kanîkilê xwe berdida dol û newalên kûr, dihat û li “çûme warên serhedan Colemêrg di geliyê kûr da” xwe asê dikir. Na na, lê vedizelî û xwe hê û ho dikire binê pişika min a bi bayê keserê gewimî bûye meşka ber tavê werimî..
Rê, xwe di kendal û nişîviyên bêmefer de asê dikir, wekî wî rêwiyê ji wexereke dûr hatî gotî, “Ev bajêr mirovî gelek diwestîne” erê, Colemêrg, mîna di straneke qedîm de hatî, “kaniyêt kendalan leylo, rişîyên evdalan zeyno” bû ji nav hemû stranên berze.. û vî bajarî mirov pir diwestand. Her çi bi delaliya xwe, her çi bi kul û keserên xwe, her çi bi asêtiya xwe, her çi bi hizna xwe.. 
Berî Colemêrgê, ez li Wanê bûm û vê carê bext û min û vî bajarî bêhtir li hev hat û min di paxila behra wê de kovanên xwe dan ber sîpelên avê û wê birin nik Xec û Sîyabendan kirin guharek di ber biskên şivirekî ji şivirên li Sîpanê ji keriyê xwe vemayî.
Keriyên şivir û pezkoviyan, kel û kelenêrên gakoviyan ji zû de dora strana qedîm ji hunerdestê nazik û tenik ên zerî esmerên Urartuyê hildabûn û kiribûn diyariyek ji bo dilê Eliyê Qolegazî û Meyrema File û biribûn ser bext û torê Metran Îsa li Oxtamarê zîçikandibûn.
Wanê berbejna Şemîranê, “dado pê da malwêranê” raberî keserên dilê min ê kav dikir û strana herî zîz di ber bayê keleqijî yê behrê re dikir.
Vê carê bextê min û Wanê li hev hat.
Wanê, di guliyên xurcezîna dadê de bû şirikek rengoreng û xemla xwe da der.
Û Colemêrg û payîza wê ya zenûn, bi dilekî sar pêşwazî li min kir. Stûyê çel û çiyayên wê xwar bû, gelî û ber gelî mişt hizn û keser bûn. Dilê wê kezixî û xweziyên wê mîna wî baxçeyên li pesarê Kanîkewkan ber deriyê mala babo, çilmisîbûn. Heçku tu li serokaniyê tî û bêav bêyî hêlan, kesereke wisa xemsarî xwe di bîbikên çavên wê yên mîna çavên kewê ribad de xwîs dikir û dibû rondikeke ziwa di çavên taveheyva kewçêrîn a ku xwe di ser zêniyên çiyan de ho dikir û bi xemgînî li rûyê min dibişirî. 
Dadê, tevneke qewî delal, dav bi dav, ta bi ta li xurcezîna xwe diraçand û ji bilî dadê, hemû dengên vî warî, vî warê zaroktiya min hê jî tê de diperpite, li ber guhê min dibûn deng û kurtepistên biyanî.. Xwedêwo! Mirov û warek çawa dikare hem ev qasî “yê hev” be û ewqasî jî “dûr û xeydanê hev” be! Min tu bersiv nebûn bo vê pirsê.
Belkî dilê min ê havî ne di kendalan de diwestiya, lê ser û sebeba vê westiyana bêhnçikîn belkî jî her ew keserên keviştî bûn ku her û her mîna janserekê dida der û zong û zong di mejî de defa xwe lêdida. Ka gelo bavo dê bo vê janeserê jî ta û ben hebûna da ji xêra miriyên xwe re bibênaya û ev kula jengarî piçekî kew bigirta..
-Hedê rebenê, şerekî li me qewimî- mîna tu li vî û wî tixûbê newêlê xwe dadî nav cengeke giran û gaziya xwe bibî dev gazîkeran.. 
Kengî diçin Colemêrgê, şerek li min û li wê diqewime. Ev şerê kizgirokî piçekî mîna yariyên kudîkên hirçan e piçekî jî mîna şerî bazbelek û kurte teyran e. Serkêşê wan her başîk e û di vê meydana cengê de tu carê yek zora yê dîtir nabe. 
Û Colemêrg her wekî caran dîsa bi qîrîna stranbêjan ker û lal dibû. Hê jî berêkdana sazbend û stranên şeşbendî û di navbera vê berêkdanê de her roj “bendek ji hivz û bîra me ya qedîm” di bin solên xemsariyê de dibe jajî û winda dibe.
Wekî min di romana xwe “siwar û peyar” de jî gotî; Wa Colemêrg, ez çi xweliya heft gundan bi ser û te dakim, ez ji te sil im, sil!   
Gulik û şirikên di xurcezîna dadê de şorbûyî jî mîna dilê min ê havî, ji ferhenga xwe “sil” bûn, sil!  


Hin Nivîsen Nivîskar

Di çîrok, bend û romanê de teknîkên vegêranê û mebestên wan

  • 30 Berfanbar 2021

Roman û çîrok li dora qewam û rûdanan ava dibin û her du di nav deqên wêjeyî de têne hesabê.  Ji ber vê yekê herdu jî xwedan...

Kurdekî dinyaya berze: Pîrbal

  • 30 Gulan 2019

Carina divê mirov biwêre rûne û ratsiya xwe ji xwe re bibêje. Ne ku xwe bike mîhenga vê dinyaya heyî, ne jî xwe di ker-kor û laltîyê jî deyne. Car...

GERÎNEK û qedera AXÊ

  • 01 Tebax 2017

Tişta me li kurdî radikêşe, bi ya min, ji her tiştî bêhtir ew “hesta kolektîv e”; ew a ku birîna AXa me pê diaxêfe. Ew birîn e, me ber bi gerînekên...

Hemû Nivîsen Omer Dilsoz

Omer Dilsoz kî ye?

Nivîskar Omer Dilsoz di sala 1978'an de li Colemêrgê gundê Gûzereşê hatiye dinê. Li Gûzereşê fêrî xwendin û nivîsînê bûye û dinyaya sêhrewî ya nivîsê deriyê xwe lê vekiriye. Dilsoz di salên xwendinê de li Colemêrgê dest bi nivîsîna kurdî kirîye û gelek nivîs û ceribînên wî di rojname û kovarên kurdî de hatine weşandin. Ew li Amedê kar û barên xwe yên nivîsînê didomîne û di heman demê de di Diyarnameyê de qunciknivîskari dike.
Pirtûkên wî:
- Hêviyên Birîndar / Weşanên Aram / Roman / 2003
- Bêhna Axê / Weşanên Berçem / Roman / 2005
- Bila Gotineke Min û Te Hebe / Weşanên Berçem / Helbest / 2007
- Neynika Dilî / Weşanên Aram / Roman / 2009
- Berbiska Zer / Weşanên Avesta / Roman / 2011
- Hevrazên Çiyan / Weşanên J&J / Roman / 2013
- Ez û Min / Weşanên J&J / Roman / 2015
- Kundê Dadger / WeşanênHîva / Fabl / 2016
- Gêjevang / Weşanên Lîs / Roman / 2018
- 4kotra 4çela / Weşanên Lîs / Roman / 2021
- Kanûnkuj / Peywend / Bîranîn / 2023
- Işik / Peywend / Novel/ 2023
- Morîbeşkê Êntel / Peywend / Şano/ 2023
- Şair Dibê / Peywend / Helbest/ 2023
- Siwar û Peyar / Peywend / Wan / Roman/ 2023
- Li Dû Bihuşta Berze / Peywend / Roman/ 2023
- Serpêhatiyên Mîro û Simore /Peywend / Roman/ 2023
- Dinyaya Me ya Germ/Dinyaya Wan ya Sar / Peywend/ Roman/ 2023

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
Ev jî hene
ad

Çîroka "Şikefta Xwekuştinê" bixwînin

ad

'Reveberiya xweserî' çi, çima, li ku?

ad

Bexda dixwaze deriyên sînor yên Herêma Kurdistanê jî kontrol bike

ad

Dadgeha Tirk DTP jî girt!

ad

Saet 24.00: Hejmara bajaran derket 11'an

ad

RSF’ê 'Dijminên Azadiya Çapemeniyê' eşkere kirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname