Ez ji ber ku ji nivîsên Ahmet Altan hez dikim, her ku pirtûkên wî çap dibin, wekî gelek xwendevanên wî, roja yekem pirtûkê distînim û dest bi xwendinê dikim. Di pirtûka wî ya dawî “En Uzun Gece (Şeva Herî Dirêj)” de jî ev qaîdeya min neguherî... Û di encamê de nivîsek li ser Şeva Herî Dirêj û kurd derket holê.
Roja yekem min pirtûk kirî û dest bi xwendinê kir. Bi taybetî li gor reklamên ku berê derketina pirtûk dihatin kirin, ez ne li bendê bûm ku wê pirtûk li ser me kurdan be jî û wê hê di rûpelên pêşîn de zêdetir min bikişîne nava xwe.
Pêşîn firoka (helîkoptera) leşkerî ku di paragrafa sêyem de derket pêşberî min, ez bi ser xwe de hatim û dûre ku yek ji lehengên romanê got; “Tiştên ku em naxwazin hinên din jî bibihîzin em di wan telefonan de xeber nadin” di cih de, guhdarîkirina telefonan ku em kurd her jê ditirsiyan hat bîra min.
Ez hê li ser vê difikiriyam lehenga sereke Yelda ji keçikê pirsî:
“- Navê te çi ye?
- Rojda.
Yelda bi awayekî ku her kesê ku nû wê nas bike şeşwaz bibe, bi ecêbiyeke eşkere pirsî, “Tu kurd î?”
Keçik bi kêf keniya, bi dengek bi xirûr bersiv da:
- Belê, Ez kurd im.” (Rûpel:9)
Û bi vî awayî ez zêdetir lê sor bûm. Wê pirsek bi vî rengî ya ji bo kesek din di rûpelên pêş de jî rastî min bihata.
Min lingên xwe yên ku dirêj kiribûn, kişandin bin xwe, çavên min wekî yên guran tûjtir bûn û ez ketim nava rûpelan.
Gund vala ye. Bêşik ev bala lehenga me dikişîne.
Keçika me bersivê dide:
“- Ev gund hatiye valakirin, gundiyan koç kiriye… Hê nû ji bo vegerê destûr hatiye dayîn lê hê piraniya gund venegeriya ye.
- Pevçûn hê didomin?
- Bêşik ne wekî berê ye, lê carinan pevçûn derdikevin… Carinan dengê çekan li vê derê tê bihîstin, pêşîn hûn vediceniqin, lê dûre mirov hîn dibe.” (rûpel:10)
Roman vê gotinê jî pêşkêş dike“Roja din serê sibê, bi dengên ku ji qereqolê hatin hişyar bû (r:19). Wekî her kurdên ku di nav gundê wan de qereqol hebû, lehenga me jî wisa hişyar dibe.
Bi pêşketina şer a li bajarên kurdan re di nav ziman de jî lîteraturek nû derket holê. Her ziman ku li gor demê û pêvajoya kut êde xwe diguherîne, yan paşde diçe, yan pêş dike… Yan peyvên nû ji xwe re dibîne, yan jî peyvên nû ji zimanên biyanî digere nava xwe. Û ev yek di peyvên kurdî ku di “Şeva Herî Dirêj” de dixuye jî xwe nîşan dide:
“Bi nefret axivî:
- Ev cehş in. Jinên wan jî, mêrên wan jî.
- Cehş tê çi wateyê?
- Bi kurdî tê wateya cehşik… Lê li vê derê ji cerdevanan re dibêjin cehş.” (r:45)
Ahmet Altan baş ketiye nava pirsgirêka kurdan, lê pirsa “Ev terê dike yan na, ma kêm negotiye?” tiştekî din e. Bêşik dikaribû zêdetir li ser bûyeran bisekiniya, bi berfirehî li ser şerê ku 15-20 salan dom kir bisekine, lê ew jî tiştekî din e. Mirov nikare ji nivîskarekî re bibêje vê binivîse.
Digel her tiştî niviskarekî tirk ku kurd kirine mijara romanê, bêyî ku wekî hinan wan biçûk, xirab nîşan bide, tevî vê rastiyê bibêje bi ya min tiştekî girîng e.
Yaşar Kemal di “Încem Memed”ê xwe de, digel lehengê xwe, hin lehengên wî yên kurd ku wê demê jiyane jî hene. Ji bilî van di nav wêjeya tirkan de kurd nîn in. Yek du mînak hebin jî ne zêde ne. Gava mirov ji vî alî ve lê binêre, helwesta Ahmet Altan cihê ye û helwesteke nû ye.
Em dîsa vegerin ser romanê. Di romanê de lehengek, kurikekî 12 salî Hêja. Hêja wekî ciwanekî ye lê zarok e. Wekî mezinan gihîştiye lê zarok e. Tam kurdekî ye lê zarok e. Û berê ku em li ser encama Hêja ku wê çi pê bisekinin, em bala xwe bidin diya Hêja; Dayikek e, dayikeke kurde bi hemû kedera ku kişandiye, hemû şîna dayikên kurd ku piştî mirina kurên xwe di nava dilê xwe de wê şînê dihebînin. Ew birîndar e, sê kurên wê hatine kuştin û ew bêdeng e ji ber vê yekê. Bêdengiya wê dengê herî mezin e û ev diyalog ji romanê di navbera Hêja û Yelda de:
“- Ew xeber nade.
- Çima?
- Du kurên wê li çiyê kuştine… Kurekî wê jî gule ber piştstûka wî dane û ew li kêleka dereyê jêrîn danîne… Piştî wî, êdî ew xeber nade.
Yelda xemgîniyeke rastîn hîs kir.
- Ew pîrika te ye?
- Diya min e.
Yelda şaş bû.
- Yên ku hatin kuştin?
- Birê min bûn…
Eniya Yeldayê qermiçî, çavên wê vebûn, li hemberî bêdengiya zarok êşeke kûr hîs kir û li Hêja nêrî.” (r:77)”
Dûre, li hemberî vê xemginiya keçikê, bi sikûnek û mezinahiyeke Hêja dibêje, “Berxê nêr ji bo kêr.”
Keçik bêşik peyvê fêm nake, lê yên dora wê pê didin fêmkirin ku ev gotineke pêşiyên kurdan e. Tam di vir de, min got; “Xwedî gotinên bi vî rengî, ji bo orjînalîteya wan kurdiya wan jî bihata dayîn.”
Xem nake, em bidomînin.
Hevokek balkêştir pêşkêşî me dike nivîskar:
“Zerîn pirsî, “Gundê we hat valakirin”
Arîf axa bi binçavkî wekî ku fêm bike ka di nav vê pirsê de wateye veşarî heye yan na nêrî.
- Me cerdevanî nekir, gundê me ji ber ku ji çiyê jî dûr e, gerîla jî zêde nehatiye van deran, ji ber vê yekê gundê me nehatiye valakirin.(r:90)”
Û mirov her fêm dike li hemberî kesên biyanî, bersivên her kurdî de pêşî bi fikar e, bi pîvan e û dûre ew dibe bersiv.
Lehengên Altan ji dinyayekî din hatine. Bi dinyaya kurdan nizanin. Û em li metropolên biyanî rastî gelek kesên bi vî rengî tên ku ew bi xwe gelek pirsên ecêb ji me dikin. Em mînakek ji wê rojê bidim ku rastî min hat, dûre em vegerin ser romanê. Ji min pirsî, “Kürtçeni alfabesi var mi (Alfabeya Kurdî heye?)” Bi rastî min nizanî ez çi bêjim. Minê çi bersiv bida?
Em bersivê li cihekî bihêlin û vegerin ser mijara xwe.
“Jacques got:
- Çiqas bi awayekî xwezayî mirinê pêşwazî dikin. Tu dibêjî qey mirin qet wan şaş nake…Çiqas hîn bûyîne.
Zerîn bersivand:
- Li van deran demek dirêj e, mirov tenê dimirin. Jiyan çi ye, ew jî ji bîr kirine.
Jacques berê xwe da Zerînê:
- Min diwest hestên rastîn ên van mirovan çi ne, hîn bibim. Çi difikirin, çi hîs dikin, jiyanê çawa fêm dikin…
- Li vê derê kes ji te re qala fikir û hestên xwe yên rastîn nake… Tuyê qet fêm nekî… (r:182)”
Ew nikarin fêm bikim. Dinyaya kurd dinyayeke cihê ye. Taybet e, dibe ku encax mirov bi wan re bijî mirov bikaribe fêm bike.
Û didome roman:
“- Li van deran dibêjin qîmeta mirovekî bi qasî buhayê guleyekê ye û li vir gule pir erzan e. Agahî jî, bi qasî ku tu dizanî zêdetir bi talûkeye li van deran… (r:185)”
Paşê pevçûn dîsa didome:
“Wê şevê, bi dengê çekan ku heta serê sibê domkirin fêm kirin ku pevçûnên ku ev demeke dirêj e hatibûn sekinîn dîsa dest pê kirin. (r:276)
Û sehneya kuştina lehengê biçûk, zorakê delal Hêja…
Ez dema gihîştim vê sehneyê ez giriyam, min nikarî tiştekî bibêjim. Terciha min ew ku ez li vir jî tiştekî nebêjim û dema we roman xwend hûn ji xwe re hîs bikin.
Ji peyvên jor tu dibêjî qey roman hemû li ser kurdan e, lê na. Di rastiya xwe de roman li ser jin û mêrekî ye. Di encama xirecira li nav malê, jin beşdarî komeke lêkolînê ku li bajarên kurdan “Li ser kuştinên toreyî” ku ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve hatiye sazkirin dibe. Û li wê derê ew beşdarî dinyayekî din dibe.
Digel tiştên ku li jor hatin rêzkirin, ew nebana jî, bi mijara xwe ya têkiliya di navbera wê jin û mêrê de roman hêjayî xwendinê bû. Ji ber ku digel tiştên ku li jor hatine rêzkirin ên li ser kurdan, mijara evînê jî balkêşiyeke cihê ye… Bi ronahiya neynikê cihana veşarî ya jin û mêrekî, têkiliya evînê bi hemû kûrahiya xwe nîşanî xwendevan dide.
Gotina dawî ku mirov ji bo romanê bibêje; Tiştên ku li ser kurdan di “Şeva Herî Dirêj” de hatine nivîsandin ji bo kurdekî ne nû ne, lê ez bawerim ji bo beşeke mezin a xwendevanên Ahmet Altan nû ne û vê yekê ez kêfxweş kirim. Her wiha roleke din a vê romanê jî heye: Altan yekem kes e ku bi awayekî berfireh li ser 15-20 salên dawîn ên kurdan anakdotan pêşkêş dike.
Ji vir em tevî silav û hurmetê xwe pêşkêşî Altan dikin û jê daxwazim dikin ku rojeke romaneke berfirehtir li ser kurdan binivîse.
Not: Min ev nivîs bi qasî du mehan berê nivîsand. Di van mehan de gelek tişt di nav jiyana min de guherîn û bûn sedem ku ez fersendê nebînim ku careke din bixwînim û biweşînim. Ez niha ji ber hezkirina ji vê pirtûkê xwe wekî deyndarekî dibînim û vê nivîsê diweşînim.


