Gunditiya min wiha dibêje
“Gotinên ku ez lêdikin û ez ê lêbikim, bi qenderî serî derziyê jî min bextawar nakin. Nefikirin ku per û bask ên teyrê min şikestîne û nehizirin ku min hewl heye ku ez we bikin şîrikê janistanên xwe ku ji ber terkexemî û tiraliyên êşê difroşin, pêkhatiye.
Jibîr nekin, însên ligel xwedabûna xwe ya genckar ew qas jî dîlê ajalê di xwe de dinive ye.
Ya rast ew ku xwediyê min nivîskarekî nîn e. Hizirmend jî nîn e. Mêlhezîperestekî û itaedkarekî jî nîn e. Pêmayek ji barkirinan û hewarbêjekî ku bextawariyê ji bihuşta (nava şeqê) gotin û jinan dipê û ji vexwarinan tehma mestbûnê distîne jî nîn e. Belbî tene gevaka(doku) jiyanê û kûçikekî xerîbdost û xewndîtekî ku bi derbirîna xewnên xwe şa nebûyî be. Hûn bi çîroka xerîbdostan û bi maqdûriyeta xewndîtan dizanin?
Jibîr nekin, mirovbûyîn zehmetirîn erdem e.
Min xwezî nîn e ku niha rabim û tîbûna xwe ji behra gotinan bişkînim, ha! Bizanin ku zeryayên min ên wisa kûr ên veşartî henin ku ligel pêkanîna pêdiviya tîbûyiyan dikare sed hezar kerî sewalan jî av bide. Lê yên li pêkenokan digerin, li şanoyên derewîn…. û mûqedesiya însên û jiyanê bi serê kîr û qûna xwe saynakin, bila qetiyên keriyên pezên xwe berev hîşinahî û avcihokên min ve neynin.
Jibîr nekin, gava însên di bîra hev de nîn bin, danûstendinên wan jî derew e.
Bayê gotinan, bahoza vinekar ya hevokên ku şîna gerdûnên min ên talanbûyî digerînin û tehma bi efsûn û ulvîdariya ritma peyvan, ji bo dilê min hadîmayîna abadînî nayne. Heke li vir hoqilbaziyek min hebe, bila maka min sed caran ji bo we be!!.
Jibîr nekin, xwe xwarkirina li hember însanên raser, yek ji kirinên însanên pakbinyad û kûr û jixwbawer e.
Mîrê evîndaran… Ey Seydayê dînik, heke ev dil bes ji bo hebûna jinekê, însanên lokal, bêaso, mûama û xwederbirînên lawaz ku ji pênûsa lêkerên pişta xwe dane (hêzdarên desthilat) di konê hiznîtiyê de şînê digerî ne, bila giyana wî li ber dergeha jinfiroşan bibe dergevan….Giyandarên gernas di dagirtinan de yektanin… Ji bo bidestxistina bextewariya bihikar a ku janên herî hov jî vediguheze kenên spî, çi pêwîst e?... Ne giriyên hîşin, ne rondikên spî, ne dostaniyên ne jidil û ne jî dewlemendiya tenêtiya min, min kamran nakin Seyda. Dewlemendiya însên, tenhatiya wî/ê bi xwe ye. Yan?
Jibîr nekin, qapîtala însên ya herî bibiriqîn xwenesansurkirina wan a di jiyanê de ye. Ji bo yê ku hatiye sansurkirin jî çûyîn divê. Bayê çûyînê li rê ye, gava hat û bû mêvan, divê çûyîn destpê bike.
Reqsa gotinan, min bextawar nakin dostno!!. Berkî gotinên min ji bo keçikan bibe xweşhaliyek û herka min ji bo hin mêran bibe meze ya şahiya dawiya vê heftê. Berkî xerîbdost û kûçik, ji zirdînî ya ku ji gotinên min derdiçe siûd werbigirin. Lê ji bo min, bi gotinekî berhevkirî şadîbûna mor nayne. Dîsa jî ligel vê neyîniyê, ez ê behsê bidomînim. Hûn ji herkek nû re amadene? Keremê hundir bikin. Sifreya hevokan li benda we ye
Çend peytên bêkiras. …..
Dê bidome