Ya rastî ev yek ne derd e, ji destpêka mirovahiyê vir ve her mirov-çi mê çi nêr xwestiye hewl daye balê bikşîne ser xwe, yanê bê ecibandin behsa wan bê kirin. Ew hewl heya radeyekê xwezayî ye, asayî ye, mirovî ye; ji zemanên berê ve hin bi qeşengiyê, hin bi bedewiyê, hin bi destkariyê, hin bi hiş û jîrekiyê, hin bi destkeftinan, hin bi wêrekiyê, hin bi cengeweriyê, hin bi payeyê, hin bi kesayetê, hin jî bi govendkêşiyê û tilîliyê…
Axirî mirov dixwaze behsa meriv bê kirin, balê bikişîne ser xwe, were hezkirin; pesn jî kêfa meriv tînin pend jî; ku kî bêje, ‘na wele tu derdê min ê wê yekê tune ye rûyê xwe reş dike’.
Heye Seyda heye! Em giş mirov in û pêdiviya me gişan bi çepikan heye; bi navpêdanê, bi tiliya şanîdanê nîşandayînê, bi behs kirinê…
Lê em hatine serdemeke wisa ku, ew daxwaza me ya navdariyê û balkişandinê ya ji serdema ku porê dirêj, lêvên zirav, bejna mîna ta, sîwariya çak, cengewerî, wêrekî, çelengî, ciwamêrî, sergovendî û hwd. tê, di vê serdemê de pênc qiruşan nake…
Yanê daxwaz heman daxwaz e lê zeman ne heman zeman e; mixabin ku ew tiştên navdariyê û balkişandinê yên wextên berê niha di nav civakên xwe ZANIN de bi seriyek pîvaz jî nakin.
Lê çi pere dike? Vê serdemê bo hinan hiş, bo hinan pîşe, ku hebe bo hinan huner û bo hinan jî kesayet ser her tiştî re ye! Yanê xwedî hunerekê xweser û resen bî balê dikişînî, xwedî hişekî çav vekirî jî, xwedî hilberînekê jî û tew xwedî kesayet-qerekterbûn…
Helbet hinên ku bêyî hunerek xwe hebe balê dikşînin jî hene; mesela piştxûzek ku neye ecibandin jî bi têra xwe balê dikşîne, kulekek jî, korek jî; li taxa dewlemendan xizanek li taxa xizanan jî dewlemendek û li nav bindestan memûrekî qûn bi gû û onbaşiyekî dagirkeran jî…
Balkişandin, navdarî û hatin ecibandin hest û daxwaza her mirovî/ê ye, lê êdî xeynî kêliyên xamayî yên li Cafeyeke dafik lê tên vedan mirov ne bi bedewiyê ne bi çelengiyê, ne balê dikşîne ne tê ecibandin ne jî navdar dibe, ku bibe jî ne navdariyeke ku bi çêyî behs tê kirine!
Nexwe bi çi bal tê kişandin? Eger hebe jîrekiyek, hunerek, ku ew jî nebin bo bawerî pê anînê ma kesayeteke dirust besî çi nake!!!
Zanyar dibêjin du cure mirov hene ku di asta nexweşiyê de derdê balkişandinê eleqe dîtinê pê re heye û bingeha nexweşiya wan dibin ta zarokatiya wan; cureyekî wan nexweşan bo zaroketiyeke şûm derbas kirine zirt in û cureyê din jî megolaman-narsîst; ku ji alî dê û bav, an xwişk û bira, yan jî di nav hevalan de nehatine hezkirin eleqe nedîtine, ku ev yek bûye sedem ew der civakê (a sosyal) mezin bibin. Û lê zêde dikin, temenê wan ê bedenî çend dibe bila bibe bo xwe heyîkirinê bi çi re mijûl dibin bila bibin, temenê hişê wan timî yê zarokan e û kesayetiya wan tu car temam nabe; loma jî gotin û kirinên wan ne li hev in, emelî pê nabe…
Ew nexweşiya ji zarokatiya wan tê, piştî mezinbûnê yên zirt tim dixwazin derdor bi çepkan ajoyê wan miste wan tatmîn bike, yên megolaman-narsît jî bo xwe ispat bikin xwe bi girîng û mezin nîşandayînê hewl didin civak û sazûmaniya civakê bi gir û nefretekê biçûk bixin da tola ji zaroketiya xwe maye hilînin. Xwe pir biaqil, jîr û zana, bi exleq heta hunermend nîşan didin civakê jî ker, nezan û bêexleq dihesibînin, lê nizanin ev civaka ku ew ker, nezan û bêexleq dizanin bi wan hinan masturbasyonê dike li hinan jî miemeleya qirdê li sîrkê dilîze!
Heyfa meriv tê, hin dê û bavên kurd ên sî-çil sal beriya vê zarokên xwe xistine çi travmayê û bi çi derûniyê mezin kirine? Qey nizanîne ku kurd dê tu car nebin xwedî klînîk û nexweşxane…
Îcar di nav teqereq û toza ew bo balkişandinê bi ser xwe û me de dikin de behsa helbesta kurdî, romana kurdî, çîroka kurdî, yanê behsa ast, hizir, huner û wêjeya kurdî, hal û rewşa kurdan were kirin…
Axirî derdekî bêderman e û ji me gişî mirovan re piçekî heye, lê ku ne nexweşî jî be jixwerazîbûna hunermendên hunerê ya herî bi xêr û kêrhatî ye ku ew yek bûye sedema afirandina berhemên mayînde nemirane; bo min jê yek Arjen Ariyê ‘bi têra xwe qure û jixwe razî (heqî wî bû lê dihat)’ û yek jî Amadeus Mozartê şûm; nav û hunera her duyan jî li dinê ye…
Andy Warhol gotiye ‘rojekê hes kes dê pazdeh deqeyan navdar bibe’.
Lê ku huner tune be, lê ku kesayet temamnebûyî be qey pazdeh deqe têrê dikin?
Na, nakin.
Lê xem nake, pêşiyên kurdan rêya herî hêsa û erzan nîşan daye; gotine ‘ku kes behsa te nake here di sosyal medyayê de…’!


