Diyarname
Weşanên Lîsê romaneke din weşand: Romana Yunus Eroglu "Nameyek ji Xwedê re" derket
Yunus Eroglu nivîskarekî ciwan e. Ew di sala 1984'an de li Dêrîşa ya Stewra Mêrdînê hatiye dinê, di navbera 2002-2006'an de Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn (ODTU) xelas kiriye û niha li Cizîrê dijî, dixebite.
"Nameyek ji Xwedê re" yekem roman û yekem pirtûka Eroglu ye. Nameyên romanê di bin 14 beşan de 'hatine şandin ji Xwedê re': ‘Nameyek ji xwe re’, ‘Nameyek ji mirêkê re’, ‘Nameyek ji birayê min re’, ‘Nameyek ji kevnikfiroşî re’, ‘Nameyek ji profesorê sor re’, ‘Nameyek ji Zanîngeha Sermîşar re’, ‘Nameyek ji xerîbekî re’, ‘Nameyek ji diya min re’, ‘Nameyek ji maseyê re’, ‘Nameyek ji sakoyê min re’, ‘Nameyek ji gora min re’, ‘Nameyek ji te re’, ‘Nameyek ji findê re’ û ‘Nameyek ji Xwedê re’.
Nameyên Yunus Eroglu cihêreng in, mijarên cihêreng dihundirînin. Wisa dibêje Eroglu; "Tu li hundir î, ez jî li hundir. Ez difikirîm ku merev di girtîgehê de be, ango di hundir de be, mîna ku merev di odeyekê de be. Lê heqê min tune ye ez vê odeya ku ez îro wekî xerîbekê ketimê û ciyê te bidi rû hev. Ev cara ewil e ku odeyeke min bixwe çêdibe heya niha ji xwe tu jî dizanî... Odeya merev. Piştî ku merec bi dirêjahiya demên têra hesretên giran têde dimîne gelo qawîşek jî nabe odeya mereve? Kesên ku çaxa ji wir dertên çavên wan li pişt wan dimînin qet nîn in gelo? (...) Bawer bike, ez jî hînî dinyayeke nû dibim, bi têketina odeyeke din. Heya ku bibe ya min."
Nameyên ji Xwedê re / Yunus Eroglu / Weşanên Lîs / 235 rûpel


